Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeyên xizmetguzariyê li Til Temir

24/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Projeyên xizmetguzariyê li Til Temir
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Til Temir

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Ridwan Xelef destnîşan kir ku di meha bê de projeya ziftkirina rêyan li Til Temir dê dest pê bike û got,  “Em hewil didin ku xizmetguzariyên cuda herwiha hawîrdoreke paqij û guncav ji bo şêniyên bajarê Til Temirê, dabîn bikin.”

Tevî şert û mercên zehmet ku hemû herêma Cizîrê tê re derbas bû, nemaze bajarê Til Temirê ku şaredariya gel tevî astengiyan karîbû pilanên baştirkirina rastiya xizmetguzarî li gorî îmkanên bedrest, berdewam bike. Niha jî Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê dest bi pilanên nû yên ji bo ziftkirina rêyan kiriye, di heman demê de pabende bi dabînkirina hawîrdoreke paqij ji bo şêniyên bajêr û hwd.. ji xizmetguzariyên cuda.

Di niha de jî rojan e beşa Park û Darisatanan di Şaredariya Gel a bajar Til Temir bi awayekî rêxistinî kar û xebatên paqijiya bajêr pêk tînin. Di nava karên wan yên rojane de paqijkirina û rakirina çopê herwiha giyayên ne baş e. Di heman demê de paqijkirina tozê li ser kolanên sereke û şaxî herwiha li park, çerxere, qadên giştî û navberên rê. Wekî din li li komîn, dibistan û saziyên giştî. Ji xwe piştî karên paqijiyê yên rojane bi dawî dibe, hemû çop û bermahî ji bo cihên taybetî çopê têne veguhestin, da ku parastina paqijiya bajêr û dîmene xweşek bê dabîn kirin.

Di derbarê kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê, hevserokê Şaredariyê Ridwan Xelef ji rojnameya me axivî.

Hevserokê Şaredariya Gel a Bajarê Til Temir Ridwan Xelef di destpêka axaftina xwe de bal kişand rewşa paqijiya bajarê Til Temir kir û wiha anî ziman: “Di destpêkê de şaredarî ji bo barkirina çopê li hemû mal û kolanan di destê sibehê de digeriya, lê ji ber dengê erbeyên barkirina çopê hinek acizî ji hêla milet derket û giliyên xwe nîşan dan, lewma me ev stratîjî guherand, me biryar da ku li tevahî bajêr kontereyên çopî werin dayîn. Me daxwaza 150 kontereyên çopê kir, jê 80 kontere hatin ber dest me, di encamê de li seranserî bajarê Til Temir hatin belav kirin, bi vî awayî xebatkarên paqijiyê her sibeh çopê ji van kontereyan bar dikin. Ev gaveke pir baş bû hat avêtin, da ku hin pirsgirêk ji rêya me derkevin.”

Belavkirina kontereyan

Wekî beşek ji planeke berfireh ku armanca wê, baştirkirina asta paqijiya giştî li kolan û deverên girîng, baştirkirina xizmeta berhevkirina çopê ya birêkûpêk û bibandor, misogerkirina bersiveke bilez ji bo hewcedariyên welatiyan, kêmkirina qirêjiya jîngehê, kêmkirina kombûna çopê li deverên niştecihbûnê û hişyarkirina civakê li ser girîngiya parastina dîmeneke şaristanî û paqijiya giştî, li seranserê taxên bajarê Til Temir kontereyên çopê hatine belav kirin.

Ji xwe cihên guncav ji bo konteyneran têne hibijartin ji hêla meclis û komînan da ku gihîştina wan hêsan be hem ji bo tîmên paqijiyê û hem jî ji welatiyan misoger bike. Ev gav wekî beşek ji hewldanên berdewam ji bo pêşxistina xizmetên şaredariyê û bidestxistina jîngehek paqij û saxlem tê.

Ridwan Xelef wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wekî di hin pirsgirêkên din li ser cihê van kontereyan çêbûn, gelek malbat nexwestin ku ev kontereyên çopê li nêzî malên wan be, ev pirsgirêk di rêya komîn an meclisan tê çareserkirin bi dîtina cihên guncav ji bo danîna wan.”

Ridwan Xelef destnîşan kir ku pilanên wan hene ku 80 kontereyên din jî bînin, ji bo ku li gundewaran jî belav bikin, da ku xebatkarên paqijiyê û terketorên paqijiyê sivik bikin, bi vî awayî erebeyên çopê dê li gund û bajarê ji bo barkirina çopê û avêtina wê li cihê guncav, bigerin.

Pilanên ziftkirina rêyan

Ridwan Xelef bal kişand li ser pilanên ziftkirina rêyên bajarê Til Temir yên ku zirar lê hatiye û wiha berdewam kir: “Di nava pilanên me yên salane de, îsal pilana me ew bû ku 4 hezar metre li bajarê Til Temirê were ziftkirin, beşeke bê qeşirandin piştre kolan û rêyan em ê zift bikin û beşeke din jî bêyî qeşirandin. Ev pilana me ji niha û heya mehekê wê bê pêkanîn. Derbarê kort û çalên di nava kolanan de em ê wan sererast bikin û bi ziftê dagirin.”

 Pirsgirêka kanalîzasyonan

Xebatkarên kanîlîzasyonê li gorî bernameya rojane ya plansazkirî, karê xwe yê rojane yê paqijkirina kanalîzasyonên sereke berdewam kirin, ji bilî vekirina xetên kanalîzasyonê yên sereke û yên navmalî bi karanîna makîneya roketî ya kanalîzasyonê.

Ridwan Xelef diyar kir ku pirsgirêkek li Tel Temir ya kevin heye, ew jî ya kanalîzayonan ne. Ev kanalîzayon ji 45 salan ve ye û binerda wê ne baş bûye û wiha destnîşan kir: “Kolanên herî ku kanalîzasyonên wan dixetimin, kolana Filestîn û Seken Hedîs e, di demên pêş de em ê hewil bidin vê pirsgirêkê jî çareser bikin.”

Çandina Daran li ser rêya M4 ya Helebê

Wekî beşeke ji kar û xebatên Şaredariya Gel a Bajarê Til Temir, Beşa Park û Daristanan ya şaredariyê ji ber rewşa şer ku di demekê de li herêmê qewimîbû, di encamê de dîmenê rê xirabibû, lewma saredariyê li kîleka rê çandina daran pêk anî. Herwiha di nava kar û xebatên ku hatin kirin, kolandina cûreyan û tesbîtkirina boriyên hesin li ser rêya kesk li gel rêya Navneteweyî ya Helebê. Ji bo misogerkirinê û bi armanca parastina darên ku hatine çandin ji xirabûnê, ev borî bi madeya çiminto hatin dagirtin. Di heman demê de rêxistina tevgera çûn û hatinê û parastina dîmenê xweşik yê rêyê.

Hevserokê şaredariya gel a bajarê Til Temir bal kişand li ser rêya M4 ya Helebê ya Navneteweyî ku di dema şer de, di aliyê rêya kesk de zirar lê hatibû kirin û wiha got: “Wekî beşeke ji karên me û ji bo parastina dîmenê bajêr, me gelek kar û xebatên sererastkirinê kirin, lewma dar lê hatin danîn û ji nû ve tên çandin.  Wekî din ji bo parkan me hin park dane ji bo ku hin kes tê de îstîsmar bikin. Di çerxerêya giştî de gelek kar hat kirin, hem ji hêla paqijiyê û dar çandinê, hewildanên me hene di vî alî de, da ku ev cih ji gelê me re bibe wekî bêhnvedanek di meha havînî de.”

Tedbîrên ji bo derketin şewatê

Hevserokê Şaredariya Gel a Bajarê Til Temir Ridwan Xelef behsa tedbîr girtina ji bo derketina şewatê kir û wiha gotina xwe qedand: “Çi şewata ku derdiekeve em destwerdanê dikin, wekî din yedek hene da ku şewateke ji nişka ve derkeve em amade bin. Herwiha rojane çi di rojên betlane an ji yên din ev yedek di nava xebatên xwe de ne û her agahiyek ji bo şewatê tê em di nava tevgerê de ne.  Têkiliyên me bi tîmên agikujê ya Dirbêsiyê û Hesekê jî heye, çi xalên şewatên derdikeve em xwe dighînin hev. Heya astekê kar û xebatekî wiha tê kirin. Ji xwe du erebeyên agirkujê û 2 sarîcên avê hene. Rojane 3 ajokar û carnan dibin 4 li gorî pêwistiyê, ev xebatkar her dem amade ne û çi pêwistiyên wan an jî ji bo xala Xerîta ya girêdayî Til Temir hebin em pêk tînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.