Ayşa Silêman/Dêrik
Jina bi nave Sara Bekir ku cihê xwe di zeviyên koperatîfê yên girêdayî aboriya jinê ya bajarê Dêrikê de digre diyar kir ku ew 49 malbatên şehîdan e ku cihê xwe di koperatîfa aboriya jin a gundê Şirikê de digirin û Wiha got, “Aboriya jin rihê jina afrîner vejîn dike”
Aboriya jinê çirûska sereke ya azadî, wekhevî û pêşveçûna civakê ye. Dema ku jin ji aliyê aborî ve serbixwe dibin, ne tenê jiyana wan, lê aborî û pêşeroja hemû civakê diguhere. Lewma aboriya jinê ya bajarê Dêrikê jî derfetê dide jinan da ku serweriya xwe ava bikin û cihê xwe di koperatîfan de bigrin.
Di derbarî çinîna zeviyên koperatîfê yên girêdayî aboriya jinê ya bajarê Dêrikê de, jina bi nave Sara Bekir ku cihê xwe di koperatîfê de digre Sara Bekir ji Rojnameya me re axivî.

Sara Bekir da zanîn ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, jin afirînerên bingehîn ên aboriyê ne û wiha got: “Di serdema neolîtîk de pîşesaziya yekem, çandinî, komkirina xwarinê û parastina malê di bin pêşengiya jinê de bi pêş ket. Bi derketina pergala baviksalarî re, keda jinê hat paşguhkirin û jin di nava çar dîwaran de hat girtin. Lê îro roj aboriya jinê derfet dide me ku careke din wî rihê afrîner vejîn bikin û cihê xwe di milê çandiniyê de bigrin. Em 49 malbatên şehîdan di koperatîfa gundê Şirikê de cihê xwe digrin, her malbatekê 350 dolar hat ser milê me, di vî gundî de sê zevî hene girêdayî koperatîfa me ne. Zeviyê genim 100 çiwale, zeviyê Kizbera 60 çiwale û yê ce 50 çiwale, ji roja me dest bi çandiniyê kirî heya roja îro me xwe kiriye girûp her 6 seatan girûpek tê da ku çavdêriya zeviyan bike û tu zirar negihêje zeviyan û keda me vala neçe. Niha jî derase hatiye li ser zeviyê genim û li gor ku tê dîtin ji ber barana ku îsal bariyayî rewşa genim ji wan salên din baştire, ji ber ku salên borî ji ziwahiya zêde me hêviyên xwe qut kiribûn ji berhemên zeviyan.”
‘Karê komperatîvan hevbeş e’
Sara Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku îsal baran zêde bariya derfet neda ku em derman li zeviyan bikin lewma gelek cûreyên giyayan di nav zeviyan de çêdibûn, em neçar dibûn her çend rojan werin wan giyayan hil bikin da ku bandorê li berhemên zeviyan nekin. Raste me gelek astengî dîtin dema em dihatin lê dema em vê berhemê li ber çavê xwe dibînin em wan astengiyan hemûyan jibîr dikin. Heya niha ew giyayên ku di nav kizbera de çêbûyî hîn şîne, heya ku ew hişik nebe em nikarin zevî biçinin. Piştî ku zeviyê me yê genim bidawî bibe wê derase here li ser zeviyê koperatîfa ya li gundê Rikava, piştî ku me genim kom kir yan em ê bidin mîrayê yan jî emê bifroşin bazirganan, piştî ku me firot pereyên ku derketin em ê li xwe belav bikin, em bi hêvîne ku her malbatek sûdê ji vê komperatîvê bigre. Niha jî buhayê mazotê bilind bûye ev yek bandorê li her tiştî dike û dibe asteng ji bo me ku buhayê her tiştî bilind bebe, em daxwaz dikin ji hemû saziyên têkildar ku bi me re bibin alîkar da ku em debara jiyana xwe bikin.”






