Stêrk Mihemed/Kobanê
Piştî 5 mehan ji rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê bi hewildaneke nû di 25’ê Hizêrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî Kobanê kirin û li dijî gel komkujî pêk anîn. Di encamê de nêzî 250 sivîl şehîd û 273 jî birîndar bûn.
25’ê Hizêrana 2015’an dîrokeke bi êş ku di dilê gelê Kurd maye û nayê jibîrkirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrişî gundê Berx Botanê yê girêdayî Kobanê kirin û di encamê de nêzî 250 sivîl şehîd bûn û 273 jî birîndar bûn. Îro komkujiya ku bi destê DAIŞ’ê li Kobanê û gundewarên wê hatine kirin 10 salan li pey xwe dihêle û derbasî sala xwe ya 11’emîn dibe.
Di derbarê 11’emîn salvegera komkujiya Kobanê ku bi destê DAIŞ’ê hate kirin, du şahidên bûyerê yên bi navê Piling Kobanê û Barîn Sorxwîn ji Rojnameya me re axivîn.
‘Ez di êrişa çateyên DAIŞ’ê li ser Kobanê de birîndar bûm’

Piling Kobanê diyar kir ku ew şahidê komkujiya ku di 2015 li Kobanê li ser destê DAIŞ’ê pêkhatî bû û wiha got: “Ez di komkujiya li ser destê DAIŞ’ê ku 25’ê Hizêrana 2015’an de li Kobanê rûdaye, amade bûm herwiha ez di wê şerî de jî birîndar bûm. DAIŞ’ê çare yekemîn di 2014’an de xwast ku Kobanê têkbibe lê belê ew têkçûn, xwastin ku careke din bi planekî cûda di 2015’an de êrişî Kobanê bikin û gel ji rêxistin û hêza wê dûrbixin herwiha baweriya di navbera gel û şervanan de qels bikin. Ev komkujî tam piştî 5 meh ji rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê pêkhat ji bo tola xwe hilînin êrişî gundê Berx Botan ya girêdayî Kobanê kirin û têde qetilam û komkujî pêkanîn.”
‘Êrişa li ser Kobanê plana dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê bû’
Piling Kobanê destnîşan kir ku di komkujiyê de nêzî 250 sivîl şehîd bûn û wiha domand: “Di 25’ê Hezîrana 2015’an de, di saetên berbanga sibehê de bi taybet di meha Remezanê de, zêdeyî 100 çeteyên DAIŞ’ê ku kincên YPG’ê û Artêşa Sûriyeya Azad li xwe kirin da ku sivîlan bixapînin derbasî gundê Berx Botan yê girêdayî Kobanê bûn. Çeteyên DAIŞ’ê di tariya şevê de ji sê aliyan ve ketin navenda bajêr û gundê Berx Botanê. Wan rasterast malên sivîlan dan ber fîşekan û gule li her kesê ku dîtin reşandin. Ji ber ku gelekan bawer kir ku ew şervanên YPG’ê ne, derî ji wan re vekirin û di malên xwe de hatin qetilkirin. Di encama vê bûyerê dijmirovî de nêzî 250 sivîl di nav de jin, zarok û pîr hatin qetilkirin, herwiha nêzî 273 sivîl birîndar bûn. Piştî wê bi 3’ê erebeyan xwastin ku derbasî navenda bajarê Kobanê bibin, li milekî din Hazirtiya wan ji aliyê dewleta Tirk ve jî hebûn, bi planekê di navber wan û dewleta Tirk de ku çeteyên DAIŞ’ê di milê gundê Berx Botan de êriş bikin û derbasî bajarê Kobanê bibin û leşkerên dewleta Tirk jî di milê din re derbas bibin da ku di Kobanê de komkujiyan pêk bînin. Herwiha bi planekê din çeteyên DAIŞ’ê erbeyek li ber derî teqandin da ku çateyên DAIŞ’ê yên dîtir derbasî Kobenê bibin û armanca xwe pêkbînin.
Gelek hazirtî û planên wan di Kobanê de hebûn, cihên herî istiratîjik girtibûn da ka ku kes nikaribe di Kobanê de tevbigere. Sivîlên ku ji malê xwe derdiketin ew rastî êriş, soqastî û qetilkirinê dihat. Dema ku hin dayîk dengê mermiyan bihîst kirin tilîlî, di fikira wan de ye ku Sirîn ji destê çeteyan rizgar bûye, dema ku ew çeteyên DAIŞ’ê dengê tililiya wan dayîkan bihîstin ew dayîk qetil kirin.”
‘Bi awayekî hovane û dijmirovî komkujî li Kobanê kirin’
Piling Kobanê daxuyakirin ku ji bo xelaskirina sivîl û birîndaran ji êrişan gelek hewildan kirin û wiha pê de çû: “Di wê rojê de di birbanga sibê de bi taybet seat 4 bûn, dengê mermiyan hat, ez li navenda xwe bûn dema ku min dengê mermiyan bihîst, ez derketin û çûm kolana 48 dema ku ez daketin serê kolanê min dît ku gelek sivîl li erdê ne û birîndarin, min xwast ku ez wan sivîlan xelas bikin, dema ku ez hewaldidin wan sivîlan xelas bikin çateyên DAIŞ’ê li pêşiya me derketin û êriş kirin. Herwiha çateyên DAIŞ’ê gelek şervan û malbet di malekê de komkiribûn û derî li ser wan girtibûn, da ku wan qetilbikin û komkujiyan li ser pêkbînin. Hevalên di wê malê de bi awayekî xwe gihandin me û em di derbarê rewşê de agahdar kirin. Me gelek hewildan kirin da ku em wan heval, sivîl, jin û zarokan rizgar bikin, di dawiyê de ji ber israra me ya mezin me karîbû ku wan kesan xelas bikin. Herwiha bi gelek awayêm cûda û dijmirovî çateyên DAIŞ’ê hewildan ku êriş û komkujiyan di hundir Kobanê de pêkanîn.”
‘Berxwedaniya gelê Kobanê hertim biserdikeve’
Piling Kobanê tekez kir ku berxwedaniya gel û têkoşîna şervana biserket û wiha anî ziman: “Di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hejmareke mezin û destekdayîna dewleta Tirk bi awayekî hovane û dijwar êrişî Kobanê kir bi her awayî xwastin ku Kobanê têkbibin, îradeya gel û şervana bişkînin, lê nikarîbûn ji ber ku hestê berxwedaniyê û israra li ser serkeftinê yê şervanên YPG’ê, YPJ’ê û gel ew têkbirin û Kobanê rizgar kirin. Di 2015’an de careke din hewildan ku vîna gel û têkoşîna şervanan bi awayekî din bişkînin, lê dîsa nikarîbûn ji ber ku hêza gel li hember her cûre êriş wê biserbikeve.”
‘Hewildan ku keleha berxwedanê têk bibin, lê nikarîn’

Barîn Sorxwîn diyar kir ku ew tevahî Şehîdên Komkujiya Kobanê bibîrtînin û wiha got: “Dîroka êrişa li ser Kobanê xwe dûbare dike, di 2014’an de DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrişî Kobanê kir û hewildan ku keleha berxwedanê Kobanê têk bibin, lê nikarîn. Careke din xwastin ku xewn û xeyalên di 2015’an de li Kobanê pêk bînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi destekdayîna dewleta Tirk xwastin ku gelê Kurd di şexsê tevahî gelê Kobanê de bitirsînin û îradeya wî gelê bişkînin, lê belê li gorî hemû cûreyê êriş û komkujiyên ku li Kobanê û gundewarên wê di 2015’an de li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin, nikarîn ku îradeya wî gelî bişkînin, lê îrandeya wan hîn xorttir bû.”
‘Îrade û berxwedaniya şervanan çeteyên DAIŞ’ê têkbir’
Barîn Sorxwîn da zanîn ku em dest ji axa ku bi xwîna şehîdan hetiye parastin û rizgarkirin berdadin û weha pê de çû: “Ez weke şervaneke Yekîneyên parastina Jin (YPJ) di Şerê di 2015 li Kobanê rûdaye hazirbûm û beşdarî wê şerî jî bûm, di heman demê de ez di wê şerî de birîndar bûm. Çeteyên DAIŞ’ê bi hizniyeteke tundrew û hovane êrişî sivîlan kir, li cihê herî girîng û guncaw ê Kobanê de xwe girtibûn da ku hakîmiyetê li tevgera gel û şervana bikin, lê nizanîbûn ku şervanên YPJ’ê û YPG’ê gavekê bi paş de na avêjin û wê hertin li ser biryara xwe bin. Îrade û berxwedaniya şervanan hiştin ku careke din DAIŞ di Kobanê de were şkandin, ji ber ku em tu carî nahêlin dijmin bi hêsanî derbasî ser axa me bibe. Axa ku bi xwîna şehîdan hetiye parastin û rizgarkirin em dest jê berdadin.”
‘Gelê Kobanê xwe ji nû ve rêxistin kir û berxwedaniya xwe domandin’
Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku gelê û şervanan bi têkoşîn û berxwedaniya xwe xewn û xeyalên dijminan bin ax kirin û wiha domand: “Di wê êrişê de bi sedan sivîl di nava wan de zarok, ciwan, jin û kesên bi temen mezin bûn qurbaniya vê şerî û zihniyeta tundrew a DAIŞ’ê. Lê dîsa jî gelê Kobanê careke din xwe ji nû ve avakir û li ser xeta berxwedaniyê meşiya, bi wê têkoşîn û berxwedaniyê re xewn û xeyalên dijminan bin ax kirin. Herwiha heya roja me ya îro gel û şervanên me, li hember hemû cûreyên êrişan dibin mertala zindî û liberxwe didin. Çiqasî dîroka gelê Kurd bi taybet ya Kobanê li Rojavayê Kurdistanê bi êş be, lê li beramberî wê berxwedan û lehengiya wan di pelên dîrokê de hatine nivîsandin û hîn jî tê nivîsandin.”






