Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

13 welat ji ber siyaseta birçîkirinê li heberî qeyraneke mezin in

24/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
13 welat ji ber siyaseta birçîkirinê li heberî qeyraneke mezin in
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji serdemên kevin ve û heya roja îro, hêzên desthilatdar li seranserî cîhan ji bo berjewendiyên xwe pêkbînin bi melyonan mirov dane ber qeyranên kûr. Di dema heyî de jî 13 welat ji ber siyaseta birçîkirinê, pirsgirêkên aborî û şeran rastî qeyraneke mirovî tên.

Di serdema heyî de birçîkirin bûye yek ji rêbazên ferzkirina siyaseta hêzên desthilatdar û pêkanîna berjewndiyên wan. Hêzên desthilatdar di gelek dem û deveran de birçîkirin wekî rêbazekî ji bo bindestkirina gelan, şikandina berxwedanê û pêkanîna armancên xwe yên siyasî bi kar anîne. Ev siyaset bi awayekî rasterast an jî nerasterast li ser civakan tê meşandin û encamên wê gelek caran rewşeke giran li ser jiyana milyonan kesan hiştiye. Birçîkirin wekî amûrek siyasî dema ku hêzek rê li ber gihîştina xwarin, av, derman û alîkariyên mirovî digire derdikeve holê. Armanca sereke ew e ku civakek an komkek mirov di rewşeke lawaz û bêhêziyê de bimîne da ku nikaribe li hember desthilatdaran berxwedanê bike.

Di gelek şer û pevçûnan de, dorpêçkirina bajar û gundan, girtina rêyên bazirganiyê û astengkirina alîkariyên mirovî wekî beşek ji vê siyasetê hatine bikaranîn. Birçîkirin ne tenê pirsgirêkek aborî ye, lê pirsgirêkek mafî û exlaqî ye. Dema ku gelan ji mafê xwarina têr û ewle bêpar dibin, mafên bingehîn ên mirovan têne binpêkirin. Ji ber vê yekê, gelek saziyên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku bikaranîna birçîtî wekî çekek şerê dikare bibe sûcek li dijî mirovahiyê.

Di serdema heyî de, birçîkirin tenê bi dorpêçkirina leşkerî nayê meşandin. Hêzên serwer û hêzên kapîtalîsta nûjen bi cezayên aborî, fetisandina bazaran, astengkirina alîkariyên mirovî an jî bi rêya hilweşandina qada çandiniyê birçîkirina komî pêkbînin. Ev awayên nû yên kontrolê gelek caran ji bo gelan ne hêsan têne dîtin, lê bandora wan li ser jiyana rojane ya gelan gelek mezin e.

Her çend hêzên desthilatdar gelek caran van kiryaran bi navê ewlehiyê, şerê li dijî dijminan an parastina berjewendiyên neteweyî rewa dikin, lê gelek caran qurbaniyên vê siyaseta qirêj sivîlên bêguneh in. Zarok, pîr û kesên nexweş di rewşên birçîbûnê de zirerê dibînin. Kêmxwarin, nexweşî, koçberî û mirin ji encamên sereke yên vê siyaseta dermirovî ya ku hêzên hegemon didin meşandin der tên. Li çaraliyê cîhanê tevî pirbûna xwarinê îro û pêşketinên mezin di sektora hilberîna xwarinê de, hîn jî nêzîkî 800 milyon mirov ji kêmbûna xwarinê cefayê dikişînin, û birçîbûn hîn jî çekek e ku di gelek şerên li çaraliyê cîhanê de tê bikaranîn.

Hin nimûneyên birçîkirina komî

Di serdema nûjen de ango piştî sedsala 19’an yekem birçîbûna komî ji sala 1845’an heya 1847’an ku li Îrlenda hat pêkanîn, ev yek bi destê Birîtaniya hat kirin, di encamê de melyon û nîv kesên Îrlendî bûn qurbanî. Di destpêka sedsala 20’an jî weke yekem birçîkirina komî ku li Rûsyayê di navbera sala 1921-1922’yan de ji ber şerên navxweyî çêbû, di encamê de ji 5 heya 6 milyon kes bûn qurbaniyên wê. Herwiha di sala 1959’an heya 1961’ê de birçîbûna komî li Çînê çêbû ew bi navê Birçîbûna Çînê ya Mezin tê naskirin, di encamê de ji 20 melyon heya 30 melyon kes bûn qurbanî. Sedem ew bû ku Partiya Komînîst ya serwer û siyaseta wê bû, wê plana aborî, dest pê kir, ev plan jî armanca wê pêşxistina qada pîşesazî li ser hesabê qada çandiniyê bû.

Di dema heyî de 13 welat di kirîza birçîbûnê de dijîn

Raporeke nû ya neteweyî hişyarî day ku di Hezîrana 2026’an de, 13 welat rastî rêjeyeke birçîbûnê ya binlind hatine, ev yek jî wê heya Mijdara heman salê berdewam bike, sedema bilindbûna rêjeya birçîbûnê jî ew e ku sîstema xwarinê di kirîzekê de ye, ji ber vê jî rewşa bi mîlyonan kes dê xerabtir bibe. Rapora bi navê ‘Jêderên Birçîbûnê’ salê du caran ji aliyê Rêxistina Xwarin û Çandiniyê (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ve tê amadekirin. Rapora herî dawî Sûdan, Başûrê Sûdan, Yemen û Filistîn wekî deverên birçîbûnê yên herî giran û berbelav ên cîhanê destnîşan dike.

Sûdan, Yemen û Xeza di asta yekem de ne

Di rapora navnetewî de hat diyarkirin ku heta Îlona 2026’an metirsiya birçîbûnê li 14 deverên Sûdanê, li seranserê Darfûra Bakur, Darfûra Başûr û Kordofana Başûr hatiye destnîşankirin û tê payînkirin ku ev rewş di 13 deverên din de wê di demsala çinînê û heta Çileya 2027’an de berdewam bike. Li Yemenê tê texmînkirin ku di sala 2026’an de bidestxistina xwarinê di nav rewşeke herî xerab li ser asta cîhanî de wê bimîne. Texmînên berê nîşan didan ku 18.3 mîlyon mirov ango nîvê hejmara welatiyên Yemen dê di warê kêmbûna xwarinê re rû bi rû bimînin. Çiqasî raporê başbûnek di rewşa Xezzeyê de ji agirbesta Cotmeha 2025’an vir ve destnîşan kir jî, lê ew lawaz ma. Heta nîvê Nîsana 2026’an tevahiya Şerîda Xezzeyê bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ma, 1.6 mîlyon kes ji nepeydakirina xwarinê êşê dikişînin û hewceyî alîkariya lezgîn in, di nav de zêdetirî nîv mîlyon kes bi birçîbûneke xeternak re rû bi rû mane.

Sûriyê û hin welatên Efrîqiyayê jî rastî birçîbûnê tên

Nîjerya ji welatên ku herî zêde xeterî li ser heye, piştî pêşbînî hatin kirin ku nifûsa wîlayeta Borno di mehên pêş de bigihêje astên herî bilin û metirsîdar ên bêistiqrariya sîstema bidestxistina xwarinê. Somal jî di vê kategoriyê de hat dabeşkirin û nifûsa herêma Bay bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ye. Di lîsteyê de Sûriye, Çad, Burkina Faso, Malî, Komara Demokratîk a Kongoyê, Myanmar û Haîtî jî hene.

Rêjeya kelûpelên xwarinê ji bo mirov 59 ji sedî kêm bûn

Li gorî rapora bi navê ‘Jêdera Birçîbûnê’ şerên çekdarî û tundûtûjiyê hîn jî faktoarên sereke yên nebûna ewlehiya xwarinê ya xerab in û ev hemû bandorê li 12 ji 13 xalên ku herî zêde birçîbûn lê derdikeve pêş, dikin. Ev zext ji ber astengiyên aborî û zêdebûna xetereyên têkildarî diyardeya El Nîniyo ya pêşbînîkirî zêde dibin. Ev di demekê de tê ku destekdayîna mirovî bi kêmasiyên yên bêhempa re rû bi rû dimîne û hat texmînkirin ku kelûpelên taybet ji bo mirovan di navbera 2022 û 2025’an de bi qasî 59 ji sedî kêm bûn.

Fao: Nabe hişyariyên derbarê rûdana diyardeya birçîbûnê bên paşguhkirin

Derbarê kêmbûna kelûpelên xwarên û diyardeya derketina birçîbûnê cîgira rêveberê Giştî yê Rêxistina Xwarin û Çandiniyê(Fao) Bes Bêkdol da zanîn ku ew bi pêşwextî dizanin ka wê kengî rewşên awarte yên birçîbûnê yên siberojê derkevin û got, “Asetngî jî di wê yekê  de ye ku çiqasî şiyan û karîna me heye em di dema guncav û li gorî pêwîstiyê tevbigerin? Destekdayîn di demeke pêşwext de werin dayîn, bi taybet alîkariyên girêdayî qada çandiniyê û xurtkirina asta berxwedana sivîlan, girîng e, ew ji rêbazên herî serkeftî ye di warê parastina asta berhemdayîna xwarina xwecihî û xwejiyankirinê de, hem jî rê li ber kirîzên mirovî digire.”

Ji aliyê xwe ve rêveberê Cîbicîkar ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, Carl Skau tekez kir ku nabe hişyariyên di rapora Jêderên Birçîbûnê de werin paşguhkirin. Wî zêde kir ku pevçûn, astengî û karesat malbatan neçar dikin ku biryarên ne gengaz bidin ka kî xwarinê distîne û kî birçî dimîne, û anî ziman ku bêyî tedbîrên bilez, tê payîn ku wê bi mîlyonan kesên din di mehên pêş de bi asta birçîbûnê ya xerabtir re rû bi rû bimînin û di encamê de wê birçîbûna komî rû bide. Skau destnîşan kir ku tîmên bernameya her du rêxistinan amade ne ku bi lez û bez û di çarçoveyeke mezin de bibin bersiv ji diyardeya birçîbûn re, lê ew hewceyî jêderên kelûpelên xwarinê ne da ku  bigihînin kesên hewcedar û xwarinê bidin wan berî ku birçîbûn veguhere karesateke mezin. Her du ajansên Neteweyên Yekbûyî banga çalakiyeke bilez û hemahingîdar kirin da ku alîkariya mirovî zêde bikin, gihîştina ewle ji jêderên birçîbûnê re misoger bikin, veberhênanê ji bo şêwazê xwejiyankirinê bikin û hêza kesên hewcedar xurt bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.