Ronahî Sadûn/Qamişlo
Biryara 1617/943 gavek girîng e ji bo naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser û parastina mafên bi hezaran xwendekaran. Lê serkeftina rastîn bi fermîkirina zimanê Kurdî, pejirandina pirzimanî û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûra nû de, pêk tê.
(Biryara 1617/943)
Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê di 19’ê Hezîranê de biryara 1617/943 derbarê bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de, da.
Di vê çarçoveyê de pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li parêzgehên rojhilat jî li ber çavan were girtin. Ev biryar beşeke ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e, ji bo avakirina pergalek perwerdehiyê ya yekgirtî, piştî bicîhanîna materyala xwendinê ya yekgirtî ya hikumeta Sûriyê li hemû parêzgehên Sûriyê.
Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar tê dayîn:
Madeya 1: Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê yên Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di ezmûnên bawernmeyên giştî (amadehî, Perwerdeya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, têne di salên 2025-2026 û 2026 2027’an de beşdarî ezmûnên bawernmeyan (amadehî û perwerdehiya bingehîn) bibin.
Madeya 2: Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.
Madeya 3: Ev biryar tê weşandin û ji bo bicihanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.
Babetên girîng
Di çarçoveya vê mijarê de em ê di rapora xwe de hinekî balê bikşînin li ser girîngiya pirzimanî ji bo Sûriyê, sîstema Rêveberiya Xweser a xwendinê û hwd… ji babetên girîng ên girêdayî wê.
Rojhilata Navîn û sîstema yekzimanî
Di piraniya welatên Rojhilata Navîn de cihêrengiya zimanan heye, lê desthilatdaran stratejiya yekzimanî dane meşandin. Sûriyê jî gelek çand û netewan dihewîne. Lewra pêwîstiya wê bi qebûlkirina pirzimanî heye û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanê ku divê sereke û fermî bibe. Ji ber ku Kurd hem gelên resen ên Sûriyê ne, hem jî beşeke mezin ji Sûriyê temsîl dikin. Di heman demê de bi salan dibistanên Rêveberiya Xweser hatine avakirin û bi hezaran xwendekar ji van dibistanan der çûne, lewra li ser vê bingehê, girîngiya qebûlkirina bawernameyên Rêveberiya Xweser şertekî bingehîn a Sûriya nû ye, hem jî siyaseta înkarê dema xwe çûye.
Siyaseta paşguhkirinê ya zimanan li Sûriyê ji kengî ve dihat meşandin?
Siyaseta paşguhkirin an jî asmîlasyonê ya zimanan li Sûriyê bi taybetî li dijî zimanê Kurdî, bi awayekî berfireh piştî desthilatdariya mala Eseed di sala 1970’an de zêde bû, lê bingehên wê berê jî hebûn. Di nav wan siyasetan de ev rêbaz dihatin meşandin: Qedexekirin an sînordarkirina hînkirina zimanê Kurdî di dibistanan de. Astengkirina çapkirin û belavkirina pirtûk û rojnameyên bi Kurdî. Qedexekirina gelek çalakiyên çandî û hunerî yên bi zimanê Kurdî. Siyasetên Erebîkirinê, bi taybetî di herêma Cizîrê de ku armanca wan guhartina demografîk bû. Lê piştî destpêka şerê Sûriyê di sala 2011’an de, di hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rêveberiyên herêmî dest bi hînkirina Kurdî û zimanên din kirin. Lê di herêmên ku di bin kontrola rejîma hilweşiyayî de bû û niha di bin kontrola hikumeta demkî de ne, zimanê Erebî hîn jî zimanê fermî yê sereke ye û rewşa zimanên din hîn ne zelal in. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojavayê Kurdistanê sîstemeke xwendinê ya bi salan hatiye avakirin û zimanê xwe yên sereke hene ew hemû jî di bin sîwan Rêveberiya Xweser de têne birêvebirin.
Rêveberiya Xweser
Di sala 2012an de “Şoreşa 19ê Tîrmehê” dest pê kir. Rêjîma Sûriyê ji Kobaniyê hat derxistin û paşê ev rewş dirêjî Cizîr û Efrînê jî bû. Êdî li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke civakî, hişmendî, leşkerî û hwd… pêk hat, da ku mafê pêkhate û niştecihên herêmê biparêze. Lewma ji bo avakirina welatekî demokrat, pêwîstî pê hebû ku ev herêm di bin sîwana rêveberiyekê de xwe bi rê ve bibe û rêxistina xwe ava bike, ew rêveberî jî Rêvebriya Xweser bû. Di 21’ê kanûna paşîn de di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser hat ragihandin. Li ser vê axê pêkhateyên cuda dijîn, ew jî Kurd, Ereb, Suryan û Ermen in, herwiha rêjeyeke biçûk ji Tirkmenan jî lê heye. Ji bo parastina mafê van pêkhateyan xala herî bingehîn ku Rêveberiya Xweser xwe spartiyê, mijara fêrbûna bi zimanê dayîkê bû. Ji xwe zimanê fermî yê Rêveberiya Xweser Kurdî, Erebî û Suryanî ye.
(Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2024’an)
Lewma di Hevpeymana Civakî de ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye nivîsîn, perensîba herî bingehîn ku di “benda 6’an” de hatiye nivîsîn, wiha bû: “Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ziman hemû di her warê jiyana civakî, zanistî û çandî de, wekhev in. Heqê her gel an komeke çandî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe bi rê bixe û karûbarên xwe bi rê ve bibe.” Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ango siyaseta ziman a Rêveberiya Xweser li ser hîmê pirzimanî ye.
Destpêka dibistanên Rêveberiya Xweser û bi roja îro re
Dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) di çarçoveya guhertinên şoreşê de dest pê kirin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî di sala 2012-2013’an de li dibistanên seretayî bi awayekî fermî dest pê kir. Piştî avakirina rêveberiyê, desteyên fermî yên wekî Desteya Perwerde û Fêrkirinê hatin damezrandin. Sîstema nû ya perwerdehiyê gav bi gav berfireh bû û li gorî mufredatên rêveberiyê hat nûkirin. Herwiha di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirin û vekirina dibistanên ku li gorî pergala nû ya perwerdehiyê dixebitin piştî destpêka Rêveberiya Xweser gav bi gav pêk hat.
Destpêk sala 2012 û 2014’an
Piştî ku hêzên rêjîma Sûriyê ya hilweşyayî di sala 2012’an de ji gelek herêmên Kurdan xwe bi paşde kişandin, rêveberiya herêmî dest bi sazkirina dezgehên xwe kir. Di vê demê de piraniya dibistanan hîn jî bi bernameya hikumetê dixebitîn, lê komîteyên perwerdehiyê li ser amadekirina pergala nû kar dikirin. Di sala 2014’an de, piştî ragihandina kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrîn, Rêveberiya Xweser dest bi avakirina pergala perwerdehiya xwe kir. Ev qonax wekî destpêka fermî ya dibistanên Rêveberiya Xweser tê hesibandin.
Vekirina dibistanan (2015–2016)
Di salên 2015’an û bi taybetî 2016’an de, gelek dibistan li herêmê Rêveberiya Xweser bi fermî bi bernameya nû dest bi xebatê kirin. Taybetmendiyên wan ev bûn: Perwerdehiya bi zimanê dayikê (Kurdî, Erebî û li hin deveran Suryanî). Bernameyên nû yên dersan ku dîrok, civaknasî û çanda herêmê jî di nav de digirt. Herwiha bi hezaran mamoste jî, ji bo pergala nû hatin perwerdekirin.
Berfirehbûn xebatê ji 2017’an û heta niha
Piştî ku Rêveberiya Xweser herêmên din jî ji çeteyên DAIŞ’ê rêzgar kirin û ew herêm birêve birin, sîstema xwe ya perwerdeyê li wir jî dana meşandin. Li ser wê bingehî jî hejmara dibistan, xwendekar û mamosteyan her sal zêde bûn û zanîngeh jî hatin vekirin.
Berxwedana 14 salan û destkeftiyên bi xwîna hezarên şehîdan
Di dîroka her civakekê de, berxwedan ji bo parastina maf, nasname û azadiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Dema ku gel bi berxwedanek dirêj û bi hêz li hember zehmetiyan radiweste, gelek encamên erênî pêk tên. Yek ji wan jî deskeftiyan qebûkirina bawernameyên Rêveberiya Xweser li ser asta Sûriyê ye, ev yek jî ji bo kesên xwendî û karmendên saziyan girîngiyeke taybet heye. Berxwedana 14 salan nîşana îrade, yekîtî û fedakariyê ye. Di vê demê de gelek kes li ser kar û xizmeta civakê mayîn û hewl dan ku pergala rêveberiyê bidomînin. Ev hewldan di dawiyê de bû sedema ku gelek belge û bawername bi awayekî fermî werin pejirandin. Qebûlkirina bawernameyan tenê nirxdayîna belgeyan nîne, lê belê nirxdayîna hewldan, xebat û fedakariya wan kesan jî ye ku di şertên dijwar de kar kirine û xwendine. Ev gavek dikare derfetên nû ji bo xebat, xwendina bilind û beşdarbûna di saziyên fermî de biafirîne. Herwiha ev pêşketin dikare baweriya gel bi saziyên rêveberiyê zêde bike û rê li ber pêşveçûna perwerde, rêveberî û karûbarê fermî veke. Dema ku mafên kesan bi awayekî fermî tên parastin, civak jî bi hêztir û aramtir dibe. Lê gava herî sereke ku divê were avêtin fermîkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyê ya nû de ye.
Pêwîst e siyaseta ziman a dewleta Sûriyê bi çi awayî be?
Di encamê de em diakin vê yekê bînin ser ziman ku Sûriye welatekî pirneteweyî û pirzimanî ye. Li vî welatî Ereb, Kurd, Suryanî/Aramî, Tirkmen, Çerkez û Komên din dijîn, her yek ji wan ziman û çanda xwe heye. Ji ber vê yekê, avakirina siyaseteke ziman ku hem yekîtiya welat biparêze û hem jî mafên hemû gelan biparêze, yek ji bingehên pergala demokratîk e. Di salên borî de, siyaseta fermî ya Sûriyê zêdetir li ser zimanê Erebî ava bû. Ev rewş bû sedem ku gelek zimanên din, bi taybetî Kurdî, di perwerdehiyê, medyayê û dezgehên fermî de bi astengiyan re rû bi rû bibin. Di Sûriya nû de divê ev nêrîn biguhere û mafê ziman wekî mafekî bingehîn were pejirandin. Siyaseta zimanê ya pêwîst jî divê li ser van bingehan ava bibe: Mafê her kesî ku zimanê dayikê xwe fêr bibe, bixwîne û di jiyana giştî de bikar bîne. Pejirandina pirzimanî wekî dewlemendiyek, ne wekî metirsiyek. Herwiha divê di rêveberiya herêmî, dadgeh, perwerdehî û xizmetên giştî de bi zimanê herêmê jî kar were kirin. Di asta neteweyî de, pêdivî ye ku zimanên sereke yên welat bi qanûn werin parastin û pêşvebirin. Di warê perwerdehiyê de, modela baş ew e ku zarok di qonaxên destpêkê de bi zimanê dayikê xwe bixwînin. Di heman demê de zimanê fermî yê welat û zimanên din jî fêr bibin. Lêkolînên zanistî nîşan didin ku fêrbûna bi zimanê dayikê hem serkeftina xwendinê zêde dike, hem jî hesta hevparbûnê xurt dike. Herwiha divê medya, zanîngeh, çalakiyên çandî û weşanxaneyên bi zimanên cihêreng bêne piştgirîkirin. Ev gave ne tenê mafên mirovan diparêzin, lê di heman demê de yekîtiya civakê jî xurt dikin. Di encamê de, siyaseta ziman ya Sûriya nû divê li ser maf, wekhevî, pirzimanî û demokratîbûnê were avakirin. Welatek ku hemû zimanên xwe wekî beşek ji dewlemendiya xwe bibîne, dikare aştiya domdar, hevjiyana neteweyan û pêşketina civakî baştir misoger bike.






