Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Ewrûpa dîplomasiya Kurdan

24/06/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di her serdemê de, li Rojhilata Navîn, li dijî Kurdan siyaseteke qirêj tê meşandin. Siyaset nedihat guhertin bi tenê aktor dihatin guhertin.

Di dema Şerê Yekem ê Cîhanê de, li qadê Îngiliz hebûn. Îroj di dewsa Îngilizan de Amerîka hatiye Rojhilata Navîn.

Di Şerê Yekem ê Cîhanê de, kesê ku siyaseta Kurdan a Îngilizan li qadê bi rê ve dibir, rasterast bi serokên eşîran re hevdîtinan dikir û di vî warî de herî zêde derdiket pêş, dîplomat û efserê îstîxbaratê Bînbaşi Noel bû.

Noel, di salên ku li Îranê wezifedar bû de fêrî Kurdî bûbû. Di dawiya Şerê Yekem ê Cîhanê de, ji aliyê Komîseriya Siyasî ya Îngilizan a li Bexdayê ve, ew şandin herêmê. Erka wî; danîna têkiliyên rasterast bi serokên eşîrên Kurd û malbatên nifûzdar re (bi taybetî bi navên mîna Bedirxaniyan û Seyîd Ebdulqadir re) yên li ser xeta Mûsil, Silêmanî, Diyarbekir, Elezîz û Helebê bû.

Noel, di sala 1919’an de li herêmên Bakûr û Başûrê Kurdistan xebatên berfireh ên îstîxbarat û propagandayê meşand. Wî pêkhateya eşîrî, demografî û rewşa civakî ya herêmê rapor kir û ji Londonê re şand.

Di destpêkêde her wek ji bo Kurdan îstixbarat kom dike dihat zanîn, lê piştî Lozanê, di nîqaşên Kurd û Tirkan de, Îngilizan Komara Tirkiyê tercîh kirin.

Îroj Noelê wê demê Tom Barracke. Tom Barrack li qadê bi herkesî û bi her aliyî re di nav danûsandina de ye. Li hewlêrê bi Kurdan re civînan lidardixe. Roj tê hevî dide, roj tê li gor Bexda, Enqere û Şamê tevdigere.  Di destpêka sala 2026’an de dema şerê Rojava dest pê kir me dît ku li gor daxwaz-siyaseta Tirkiyê tevgeriya. Sozê bi salan bû dabûn Kurdan jibîr kirin û êrişî deskeftiyên Kurdan kirin.

Li aliyek jî, Amerîka têkiliyên xwe yên bi Kurdan re, li hember Şam, Enqere, Bexda û Tahranê wek çekek bi kar tine. Dixwaze ku ‘karta Kurdan’ hertim wek şantajek bi kar bîne. Civînên Hewlerê jî parçeyek vê siyasetê ne.

Dema Amerîka û Tom Barrack ev yek dikirin, dewletê Ewrûpa jî xwestin siyaseta xwe ya li hember Kurdan zelal bikin. Di xwestin ku di şerê Rojhilata Navîn de  ew jî bibin xwedî hêzek. Herkesî baş dizanibû ku Kurdistan li Rojhilata Navîn herêma herî stratejîk e. Ji bo vê yekê rojek piştî hevdîtina fermandar Mazlûm Ebdî û Tom Barrack ew vexwendin Ewrûpa. Li Ewropa li gellek welatan hevdîtinên Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed destpêkirin.

Komîserê Rojhilata Navîn Amerîka midaxeleyî vê hevdîtinê kirbû û hin sînor dabû pêş wan, da ku Şam û Enqere aciz nebin. Ji ber vê yekê kes nizanê di hevdîtina de çi derdikebe pêş. Daxuyaniyên ji bo çapemeniyê nayên dayin. Civak jî meraq dike.

Lê em Mazlum Ebdî ji hevdîtina Şamê ya 19’yê Çile de nas dikin. Dema ku Tom Barrack zext-şert ên giran da pêş wî, wî ev yek red kir. Got, Na!! û vegeriya nav gelê xwe.

Îro jî li salon û korîdorên meclîsên Ewrûpa, ji bo parastina statuya Rojava faaliyetên dîplomasiyê dimeşînin.

Di çenteyên her dû dîplomatên Kurdan de, li kêleka dosyayan mafê Kurdan, pirtûka ‘dîroka şerê cîhanê yekem’ a behsa siyaseta Îngilizan dike jî heye.

Em bawer in di hevdîtinan de, ji bo ku dîrok xwe dubare neke, Kurd carek din neyên xapandin, ev pirtûk baş xwendibin. Ka me got; aktor têne guhertin lê siyaseta wan ya li dijî Kurdan nayê guhertin. Ji bo vê yekê divê baldar bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.