Ronahî Sadûn
Endamê Dîwana Serokatiya Civaka Îslamiya Kurdistanê Hafiz Turhalli diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi navê olê kuştin û şer berdewam in, ji ber vê yekê pêdivî ye ku nirxên Îslama demokratîk werin pratîzekirin û ol ji destê desthilatê were derxistin.
Derbarê Konferansa 3’emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) û girîngiya peyama Rêber Apo ji konferansê re, endamê Dîwana Serokatiya Civaka Îslamiya Kurdistanê Hafiz Ahmet Turhalli bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Li gorî peyama Rêber Apo ya ku ji Konferansa Îslama Demokratîk re şand, Îslam di cewherê xwe de li ser kîjan nirxan hatiye avakirin?
Îslamiyeta ku îro tê nîqaşkirin divê mirov wê bi du beşan veqetîne: Yek ola ku desthilat ava kiriye, ya din jî ola ku bi navbênkariya Hizretan ji bo mirovan hat şandin, da ku mirov hem li dinyayê û hem jî li axiretê aramî, huzûr û dilxweşî bibîne. Ev ola ku piştî wefata Pêxember Mihemed, bi taybe `tî di serdema Îmewiyan de bi cih bû, dema ku mirov bi kûrahî li ser wê lêkolînê dike, dibîne ku di navbera Quranê û vê olê ya ku îro heye de gelek cudahî hene, di vir de mirov digihîje vê encamê ku ji ber çi ev ol hat guherandin (tehrîfkirin). Li gorî vê nêrînê ola Quranê ji holê hate rakirin û li şûna wê oleke din ku li ser hedîsan, dîtin û nêrînên feqih û kesên ku bi desthilatan re têkildar bûn û li ser sûfra wan rûniştibûn, hate avakirin û hate pêşkêşkirin.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji Konferansa Îslama Demokratîk re şandî de xwest rastiya Îslamê rave bike û cudahiya di navbera Îslama desthilatê û Îslama civakî de bide nîşan. Li gorî wî gelek nakokî li Rojhilata Navîn ji ber bikaranîna olê ji aliyê desthilatê ve çêbûne. Armanca wî ew e ku Misilman vegerin ser bingehê rast ê Îslamê. Di dînê Îslamê de sê wezîfe an jî erkên bingehîn hene ku hem hizretan pênase dikin û hem jî Quran bi israr li ser wan radiweste. Lê desthilatê xwestiye Îslameke li gorî xwestekên xwe ava bikin wekî ku Îslam kêm e, di Quran de kêmasî hene an jî dîn nehatiye temamkirin. Ji ber vê yekê dibêjin pêdivî heye ku ew bi xwe dînekî temam çêbikin. Lê di Sûreta Maîde de hatiye gotin: “Îro min ola we temam kir, navê wê kir Îslam tu kêmasî tê de nema” Ev nîşan dide ku di Îslamê de kêmasî tune ye. Eger wisa be, ev kî ne ku dixwazin Îslamê temam bikin? Piştî hizretan hin kes dest bi avakirina oleke din kirin. Lê erkê bingehîn ê hemû hizretan ew bû ku biçin nav civakê û ola ku ji rastiyê hatiye berovajîkirin eşkere bikin. Ew perdeyên ku li ser dîn, rastî û prensîbên wê hatine kişandin, rakin û rastiya Îslamê bi gel re parve bikin. Dema hizretan dest bi ragihandina rastiya olê dikin, desthilat û hêzên serdest li dijî wan têkoşînê dest pê dikin. Armanca wan ew e ku hizretan û şagirtên wan betal bikin. Ev yek di jiyana Hizret Mûsa, Hizret Îbrahîm û Hizret Nûh de jî xuya ye. Dema mirov dîroka olan dixwîne, vê rastiyê dibîne. Jiyana Hizret Mihemed jî bi heman awayî bû. Tu hizret li hember bêdîniyê bêdeng neman. Hemû li dijî batilê rabûn û têkoşîn kirin. Ji ber ku bi navê Xwedê û Îslamê dînekî nerast hate avakirin, hemû hizretan ew erk li ser milê xwe girt ku ew dînê sexte eşkere bikin û rastiya dînê Xwedê ji bo civakê rave bikin.
Niha dema mirov li ola Îslamê dinêre, bi taybet jî di destpêka wê de dibîne ku ew dîn ji kesên bêxwedî, kole, belengaz û bêkes bûye. Destê wan digire, bi wan re dimeşe û wan dike hevalên xwe. Herwiha em dizanin ku dînê Hz. Îsa jî di nav belengazan û kesên bindest de belav bû û bi vî rengî peyama xwe pêş xist. Dema ku ev dîn pêş dikevin, mirovên li dora pêxemberan kom dibin û bi têkoşîna wan rêya xwe didomînin. Lê dema desthilat dibîne ku ew li ber têkçûnê ne, li hember van dînan disekinin, şer dikin û dibêje: “Em jî misilman û Îsewî ne.” Di dîroka Îslamê de malbata Ebû Sufyan mînakek ji vê rewşê ye. Ebû Sufyan heta roja dawî li dijî Hz. şer kir, lê piştî demekê malbata wî gihîşt desthilatê. Muawiye kurê Ebû Sufyan bû serok. Li vir pirs derdikeve holê, çima kesek ku heta dawiyê dijminê Îslamê bû, paşê bû xwediyê desthilata nav Îslamê? Ger armanca dîn eşkerekirina rastiyê be û peyxember ji bo azadkirina mirovan hatibin, divê ev pirs bê pirsîn. Li gorî bîr û baweriya min, perensîpa sêyemîn ev e ku dîn tenê ji bo mirov e. Wateya vê yekê ew e ku mirov bi îxlas û ji dil ve bi Xwedê ve girêdayî dibe. Xwedê xaliqê hemû hebûnê ye û dibêje rojê 17 caran bibêjin hemd ji bo Xwedê ne ji bo komekê an mezhebekê taybet. Lê dema ku desthilat dîn dixe bin kontrola xwe, vê rastiyê diguherîne û dibêje: “Tenê em xwediyê rastiyê ne, tenê em diçin bihiştê û tenê yên ku li ser rêya me ne jî dê biçin bihiştê.” Li gorî nêrîna Rêber Apo, ev têgihiştin bi cewherê rastîn ê Îslamê nakok e. Armanca wî ew e ku vê rastiyê eşkere bike û nîşan bide ku di cewherê Îslamê de ne mumkin e ku civakek an aliyekî din were bindestkirin an mezlûmkirin bi navê dîn. Bi taybet li Rojhilata Navîn, mirov dikare gelek nimûneyên vê rastiyê bibîne.
Rêber Apo çima dibêje ku divê Îslam nebe amûra dewlet û desthilatdariyê?
Di roja îro de dînê Îslamê bûye amûrê desthilatê û bi navê wê gelek mirovên bêguneh hatine kuştin, mafên wan jî hatine desteserkirin. Herwiha bi navê dîn Kurd hatine erebkirin, tirkkirin û fariskirin. Di vê rastiyê de, ew rastiya ku bi navê dîn hatiye lîstin, îro Rêber Apo dibêje: “Vê rastiyê bibînin ku pê hatiye lîstin. Heqîqet û cewherê dînê Îslamê hatiye berovajîkirin, careke din lê vegerin.” Rêber Apo ev jî aniye ziman; Çima ola Xwedê ya ji bo hemû mirovan hatiye şandin, bibe amûrê destê desthilatê? Divê em van pirsan zêde bikin. Ji ber ku dema em van pirsan bipirsin, em ê heqîqeta dîn baştir bibînin ku armanca wê ew e ji bo mirovan di vê dinyayê de jiyaneke bi aram û rehet, hem jî di axretê de jiyaneke bi huzûr pêk bîne. Lê heta niha ne tenê di Îslamê de, di Cihûtiyê û Xirîstiyaniyê de jî, dema ku dîn ketiye destê desthilatê, aramî, edalet, hevkarî û wekhevî ava nebûne. Ez jî di heman baweriyê de me ku divê ol ji destê desthilatê were derxistin. Binerin îro li Îran, Sûriyê, Erebistana Siûdî, Tirkiyê û Afganistanê bi navê olê çi li ser mirovan tê kirin. Ji ber vê yekê wekî Rêber Apo jî gotiye, divê Misilmanên rast û durist têkiliya navbera desthilat û olê baş fam bikin û ji hev veqetînin. Dema ku ev were kirin, li gorî bîr û baweriya min, ne tenê civak, lê ol jî dê rizgar bibe. Lê niha ol ketiye bin destê desthilatan û ew nahêlin ol bi awayekî azad di nava civakê de xwedî tevger be û nahêlin ola rast were famkirin. Çima vê dikin? Ji ber ku dema ola rast were famkirin, rastiya wan jî tê eşkerekirin.
Em dema behsa Îslama Demokratîk dikin, bawer dikim ku ji Kongreya Yekem heya Kongreya Sêyemîn di her sê kongreyan de Rêber Apo peyam û name şandine û xwestiye bi fikrên xwe beşdarî vê xebatê bibe, da ku ev xebat li ser bingehê heqîqetê were avakirin. Dema ku mirov bi vî awayî tevlî xebatekê dibe, berpirsyariyekê li ser milê xwe hîs dike û li gorî wê tev digere. Ew dibîne ku di Rojhilata Navîn de heqîqetek heye, lê ev heqîqet ji rêya xwe hatiye derxistin û berojavîkirin. Ji ber vê yekê divê heqîqet vegere çavkaniya xwe û careke din li ser esasê rastiyê were şînkirin. Armanc ew e ku mirov bi ixlas bi dînê xwe ve werin girêdan, ne ku bi navbênkariya desthilat û dewletan ji olê dûr bikevin.
Çima Rêber Apo gelek caran bal kişandiyê ser Wesîqeya Medîneyê? Herwiha li gorî perspektîfa Rêber Apo ya Îslama demokratîk, çareseriya kirîz û pevçûnên li Rojhilata Navîn çi ye?
Rastî Wesîqeya Medînê divê îro bêtir were gotin û lêkolînkirin. Rêber Apo gelek caran vê wesîqeyê anîye ziman û pirs kiriye ku çima di nav cîhana Îslamê de behsa vê wesîqeyê kêm tê kirin? Çima ew tê piştguhkirin û kes naxwaze wê bîne rojevê? Ev rewşa bêguman sedemên xwe hene. Desthilata ku bi malbata Emewiyan hat avakirin, ji bo parastina desthilata xwe têgihiştineke din a olê ava kir. Ji ber vê yekê jî naxwaze ku ev rastî werin nîqaşkirin. Lê divê em van pirsan bipirsin. Di mijara rêvebirinê de Hz. Mihemed mirov çawa anîne cem hev? Li gorî têgihiştina min, Hz. Mihemed ne hakim bû, lê hekem bû. Ev her du gotin di wateya rêvebirinê de ji hev cuda ne. Hakim ew desthilatiyê li ser mirovan dike, lê hekem di nav mirovan de navbênkarî dike, wan tîne cem hev û aştiyê ava dike. Lewra pirs ev e gelo Wesîqeya Medînê dikare îro Rojhilata Navîn bi tevahî rê ve bibe? Ez bi xwe vê baweriyê nînim. Lê baweriya min ev e ku ev wesîqe dikare bibe pencereyek û zemînekî baş ji bo ku gelên Rojhilata Navîn li ser wê zemînê ji bo pêşeroja xwe çareseriyên nû ava bikin.
Wesîqeya Medînê çi ye? Di wê de Cihû, Mesîhî û Mişrik jî hebûn. Hinek ji wan mişrikan li Mekkeyê ji ber dijminatiya wan a li hember Hz. Mihemed şer dikirin, lê bi mişrikên Medînê re lihevkirin hebû. Ji ber vê yekê, armanca Hz. Mihemed ne ew bû ku her kes bibe ji ola wî. Şerê li dijî mişrikên Mekkeyê jî ne şerê olî bû. Ew ji ber ku wan hevalên wî kuştin û wî ji Mekkeyê derxistin. Lê îro gelek desthilat ev şer wek şerê olî pêşkêş dikin. Di rastiyê de, ew şer bersivek bû li hember zilm û zordariya ku li Hz. Mihemed û hevalên wî hatibû kirin. Di dînê Îslamê de şerê li ser xelkê tune ye, tenê destûra xweparastinê heye. Lê desthilatdar gelek caran bi navê dîn êrişî xelkê dikin, welatan dagir dikin û mirovan dikujin. Ji ber vê yekê Wesîqeya Medînê gelek girîng e. Di wê de tê gotin: “Em neteweyek in ango civakek ku di navbera xwe de aştiyê ava dike, hev diparêze û zextê li ser hev nake.”
Îro li Rojhilata Navîn bi navê olê kuştin û şer berdewam in. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku nirxên Îslama demokratîk werin pratîzekirin, wekî ku Pêxember di Wesîqeya Medînê de kir. Divê em dîsa rûmeta Îslama rastîn eşkere bikin. Di mijara jinan de jî, li gorî Quranê hem jin û hem zilam ji heman bingehê hatine afirandin û di mirovahiyê de wekhev in. Tepsekirina jinan ne ji dîn e, girêdayî desthilatê ye. Ji ber vê yekê divê em vê rastiyê eşkere bikin û ji bo azadkirina dîn ji desthilatdariyê xebat bikin.






