Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi jinê re şansê mayîndebûn û serkeftina aştiyê pêkan dibe

24/06/2026
in JIN
A A
Bi jinê re şansê mayîndebûn û serkeftina aştiyê pêkan dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk mihemed

Têkiliya di navbera jin û aştiyê de weke têkiliyên kûr ên di navbera şer û berxwedaniyê de ye. Lêkolînên zanistî, akademîk û nevneteweyî bi awayekî zelal diyar dikin ku beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de, şansê mayîndebûn û serkeftina aştiyê pir zêde dike.

Di her warî de yê ku herî zêde daxwaza aştî û çareseriyê dikin jinin, ji ber ku jin di dema şer de zirarên herî giran weke; koçberî, windakirina kesan, revandin, kuştin, destdirêjî û tundûtûjiyê dibînin, ji ber vê yekê daxwaza wan a ji bo aşitiyê  rasteqîn e.

Rewşa jin li Rojhilata navîn û daxwaza aştiyê

Li herêma Rojhilata Navîn têkiliya di navbera jin û aştî de mijarek e ku di navbera krîzên kûr ên şer û berxwedaneke bêhempa ya jinan de çêdibe. Şer, dagirkerî û tundûtujiya siyasî jinan hem dike qurbaniyên herî mezin hem jî wan dike aktorên herî girîng ên avakirina aştiyê. Jin di dema şer de zirarên herî giran weke; koçberî, windakirina kesan, revandin, kuştin, destdirêjî û tundûtûjiyê dibînin, ji ber vê yekê daxwaza wan a ji bo aşitiyê  rasteqîn e. Jin ji ber sedemên jiyanî, civakî, aborî û felsefî daxwaza aştiyê dikin. Şer herî zêde bandorê li ser jiyan û paşeroja jinan dike, lewma ew aştiyê wekî şertekî bingehîn ji bo berdewamiya jiyanê dibînin. Jin ji ber ku afirînera jiyanê ye û rasterast bargira herî mezin a encamên şer e, dibe dengê herî bilind û dilsoz ê banga aştiyê. Gava ku şer dest pê dike, sîstema jiyanê ya ku jinê bi kedeke mezin ava kiriye hildiweşe.

Rola jinê di pêkanîna aştiyê de

Rola jinê di pêkanîna aştiyê de diyarker û stratejîk e, ji ber ku bêyî tevlîbûna jinan tu aştiya civakî û siyasî nabe mayînde. Jin di her astê de ji nava malbatê bigire heta maseyên dîplomasiyê pira lihevhatinê ava dikin. Statîstîkên gerdûnî nîşan didin ku dema jin di muzakereyên aşitiyê de cih digirin, şansê serkeftin û mayîndebûna peymanan ji sedî 35 zêde dibe. Ev statîstîk rasterast giringiya wekheviya zayendî û rola jinan di avakirina aşitiyeke mayînde de nîşan dide. Lêkolînên navneteweyî peymangeha International Peace Institute diyar kirin ku dema jin beşdarî pêvajoyên aşitiyê dibin, lihevkirin ne tenê zûtir çêdibin, lê belê di heman demê de li gorî hewcedariyên civakê têne dîzaynkirin.

Lêkolîna zanyara siyasetê Laurel Stone ku di sala 2015’an de hatiye weşandin wekî analîzeke girîng a matematîkî û îstatîstîkî tê qebûlkirin. Vê lêkolînê bi awayekî zanistî îspat kir ku rola jinan di çareserkirina şeran de ne tenê mijareke sembolîk e, lê belê rasterast bandorê li ser encamê dike. Lêkolîn bi navê jin pêvajoyên tundûtûjiyê diguherînin analîzeke hejmarî ya li ser Jinên Aşitixwaz amade kir. Lêkolînê nîşan da ku dema jin di pêvajoyên muzakerê de xwedî bandoreke bihêz û rasteqîn bin, şansê gihîştina lihevkirinekê nêzîkî sed ji sed e.

Lêkolînên zanistî, akademîk û navdewletî bi awayekî zelal diyar dikin ku beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de, şansê mayîndebûn û serkeftina aştiyê pir zêde dike. Saziya Council on Foreign Relations (CFR) û lêkolînên Neteweyên Yekbûyî (NY) îsbat kirine ku dema jin di peymanên aştiyê de cih digirin, berdewamiya aştiyê ya herî kêm 15 salan, bi rêjeya ji sedî 35 zêde dibe. Herwiha gelek lêkolîn û diyarde diyar dikin ku bêyî jinê aştî pêkan nebe.

Di qada Navneteweyî de aştî û jin

Di biryara 1325 Neteweyên Yekbûyî (NY) tê diyar kirin ku bêyî tevlîbûna wekhev a jinan, aştiya cîhanî pêk nayê. Tevî naskirina vê rola girîng hîn jî di maseyên muzakeran ên navneteweyî de rêjeya jinan pir kêm e û ev yek rê li ber aştiyeke wekhev digire.

Jinên ku banga aştiyê dikin û bûne mînak

Bertha von Suttner (Awistriya) Nivîskar û çalakvana aştiyê ya sedsala 19’an e. Wê di sala 1905’an de wek yekemîn jin Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt.

Leymah Gbowee (Lîberya) Çalakvaneke aştîxwaz a Afrîkî ye û di sala 2011’an de Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye.

Betty Williams û Mairead Corrigan (Îrlanda Bakur) Du jinên çalakvan in ku di sala 1976’an de Xelata Nobelê ya Aştiyê birin. Piştî ku sê zarok di encama şerê navxweyî de li Îrlanda Bakur hatin kuştin, van her du jinan “Tevgera Aştiyê ya Îrlanda Bakur Community of Peace People) ava kir Wan bi hezaran mirov li dijî tundûtûjiya di navbera Katolîk û Protestanan de meşandin û banga aştiyê pêk anîn.

Malala Yousafzai (Pakistan) Keçeka ciwan a Pakistanî ye ku di sala 2014’an de bû ciwantirîn kes ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye di 17 saliya xwe de li dijî zextên Talîbanê, wê banga mafê xwendina keçan û aştiya civakî kir. Tevî ku rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû jî, rawestiya û dengê xwe gihand Neteweyên Yekbûyî.

Leymah Gbowee (Lîberya) Çalakvaneke aştîxwaz a Afrîkî ye û di sala 2011’an de Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye. Wê rêbertiya tevgera Jinên Lîberyayê Çalakiya Komî ji bo Aştiyê kir. Bi rêya xwepêşandanên bêşidet wê jinên misilmman û krîstiyan anîn gel hev û neçar kir ku şerê navxweyî yê 14 salan li Lîberyayê bi dawî bibe.

Jane Addams (DYA) Çalakvan, feylesof û dayika xebatên civakî ye ku di sala 1931’an de Xelata Nobelê ya Aştiyê stend. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, wê Yekitiya Navneteweyî ya Jinan ji bo Aştî û Azadiyê (WILPF) ava kir. Wê hewleke mezin da ku serokên cîhanê qut bike da ku şer rawestînin û her dem parastina çareseriyên dîplomatîk kir.

Dema ku em li dîrok, civaka Kurdistanê û cîhanê dinêrin jinên ku banga aştiyê kirine û ji bo vê armancê têkoşiyane, bi du awayên sereke derdikevin pêş wek tevgerên komî yên jinan û wek kesayetên siyasî/çalakvan.

Tevgerên jinan ên sereke ku banga aştiyê dikin

Dayikên Aştiyê Kurdistan ev tevger ji dayikên kurd pêk tê ku zarokên wan di şer de Şehîd bûne an di girtîgehan de ne. Ew salan e ku bi desmalên xwe yên spî (ku sembola aştiyê ye) banga rawestandina şer, çareseriya siyasî û aştiyeke rûmetdar dikin.

Tevgera Jinên Azad – TJA (Kurdistan) Ev tevger bi berdewamî daxuyaniyan dide û çalakiyan li dar dixe da ku banga aştiya civakî û destûreke bingehîn a demokratîk bike ku tê de mafên jinan û kurdan werin parastin.

Kongra Star (Tevgera Jinên Rojava): Ev bingeha hemû rêxistinên jinan li Rojava ye. Ev tevger bi awayekî sîstematîk di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de (kurd, ereb û xiristiyan) peymanên aştiya civakî ava dike û jinan perwerde dike da ku di qada siyasî û parastinê de bibin biryardarên aştiyê.

Ev jin û tevger li her çar parçeyan nîşan didin ku jinên kurd ne tenê qurbaniyên şer in, lê belêpêşengên bingehîn ên aştiyê ne

Hin ji jinên Kurd ku banga aştiyê dikin

 Li Bakurê Kurdistanê

Leyla Zana: Yekemîn jina kurd e ku ket parlamena Tirkiyeyê. Wê di sala 1991’an de di dema sondxwarina xwe de bi kurdî banga “biratî û aştiya navbera gelê kurd û tirk” kir. Di hemû jiyana xwe ya siyasî de, tevî girtîgehê jî herdem wek parêzvaneke xurt a aştiyê ma.

Aysel Tuğluk: Siyasetmedar û parêzvana mafên mirovan e ku di avakirina modelên aştiya civakî û parastina mafên demokratîk ên gelê kurd de pêşengî kir.

Li Başûrê Kurdistanê

Hapsa Xan (1891–1953) Jin û rêberek navdar a Kurd e ji Silêmaniyê ye. Wê ne tenê ji bo mafên perwerdehiya jinan, di heman demê de ji bo çareserkirina aştiyane ya nakokiyên navxweyî yên di navbera eşîr û şervanên kurd de roleke mezin a navbeynkariyê lîst.

Xanim Letîf: Çalakvana mafên jinan e ku li Başûrê Kurdistanê ji bo rawestandina tundûtûjiya li ser jinan û kêmkirina nakokiyên civakî têkoşiyaye. Wê herdem parastiye ku aştî ji nav malbat û civakê dest pê dike.

Rojhilatê Kurdistanê

Jîna Emînî Her çend Jîna bi xwe rasterast bangek nexistibe jî, kuştina wê di sala 2022’an de bû sedema serhildana mezin a bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”. Jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi vê dirûşmeyê banga wekheviyê, mafên mirovan û aştiya civakî li dijî zext û darvekirinên rejîma Îranê dikin.

Zeyneb Celalyan: Girtiya siyasî ya kurd e ku salên dirêj e di girtîgehê de ye. Wê bi name û peyamên xwe yên ji girtîgehê her dem parastiye ku rûmeta mirovî û azadî tenê bi rêya aştiyeke dadperwer tê avakirin.

Rojavayê Kurdistanê

Hevrîn Xelef: Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Ew wek Endezyara Aştiyê li herêmê dihat naskirin. Wê baweriyeke mezin bi jiyana hevpar a kurd, ereb, asûrî û sîriyanan danî. Di qada navneteweyî û herêmî de her dem banga aştiya Sûriyeyê dikir, heta ku di sala 2019’an de ji aliyê komên çeteyan ve hat şehîdkirin.

Îlham Ehmed: Îlham Ehmed, wekî siyasetmedareke pêşeng a Kurd û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, xwedî roleke navendî ye di banga aştiyê, dîyalogê û çareseriya polîtîk de li Sûriyê û Rojhilata Navîn e.

Bangawaziya Ji Bo Dîyalog û Danûstandinan

Dîyaloga bi Tirkiyeyê re: Îlham Ehmed bi berdewamî bang dike ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re dest bi danûstandinan bikin da ku aştiyek mayînde li herêmê ava bibe, ji ber ku aramî û aştiya her du aliyan bi hev ve girêdayî ye.

Çareseriya Siyasî li Sûriyeyê: Ew tekez dike ku krîza Sûriyeyê tenê bi rêyên siyasî, dîylog û aştiyê di heman demê de bi beşdariya hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan) çareser dibe, ne bi rêya tundî û navendîbûnê.

Wê li gelek welatên cîhanê (wek Amerîka, Ewropa û Rûsyayê) hevdîtinên dîplomatîk kirine da ku piştgiriya navneteweyî ji bo aramî û aştiya li herêmê peyda bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.