Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

21/06/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

 Can Yûsiv

Şêwekar Semer Dirêî; Neynika bedewiyê û giyanê afirîneriyê bû.

Dr. Semer Dirêî yek ji berêztirîn hunermendên şêwekar yên Kurd tê nasîn, ku bi amedebûn û bandora xwe li ser sahneya Kurdistanî û cîhanî diyar e, xwedan tiliyên zêrîne , ku firçeyê bi awayekî delal di nav pêçiyên xwe de digire, wekî ku tiliyên hunermendek li ser têlên tambûrê direqisin, bi vî awayî, reng vediguhere zimanek, tablo dibe welatek, û afirînerî dibe nasnameyek ku qet namire.

Semer Dirêî ji Amûdê ye, bajarekî ku ne tenê cihek bû, lê bû çavkaniya domdar a afirîneriyê, dergûşa çand û berxwedanê, û bîranînek zindî û nayê vemirandin.

Ew keça Amûdê ye, ev bajarê, bi qebareya xwe biçûk,lê  bi mîrateya xwe pir mezine , ku mîraseke dîrokî ya kevnar di xwe de hildigire, wekî dirêjahiya bîranîna Mîtannîyan، Hûrî û Subarîyan.

Wê şopa sînemaya Amûdê, bi êşa wê  ya kûr a ku bi demê re ji holê ranebû, di wijdanê xwe de kom kir, lewra ew êş bû beşek ji dîtina wê, û rehjeneka veşartî ku di reng û tabloyên wê de diherikî.

Ew ji malbateke kurd a neteweyî ,di huner û ramanê de naskirî ye. Ew keça herî biçûk a hunermend û şêwekar Ebdulrehman Dirêî ye, yê ku bandora yekem di avakirina hişmendiya bedewî ya wê de hebû , û ji zaroktiya wê ve deriyên afirîneriyê li pêşiya wê vekir.

Di sala 1973’an de malbat ji Amûdê derket û  ber bi Helebê ve çû , di bin giraniya şert û mercên jiyanê yên dijwar de, ji bo lêgerîna jiyaneke pêtir bi aram û ewletir.

Hunermenda şêwekar Semer Dirêî di 17/6/1977’an de li bajarê Helebê ji dayik û bavek Kurd ( Abdulrehman Dirêî û Biroje Hemo ) hatiye dinyayê , û jiyana xwe di navbera Heleb û Amûdê de derbas kir، di nav malbatek welatparêz ya kevnare ,ku ji aliyê fikir û hunerê de pir dewlemend bû , ku ji heft zarokan pêk dihat: sê keç (Ebîr, Nexem û Semer) û çar kur. (Tariq, Nasir, Macid û Beşar).

Di vê jîngeha malbatî ya tijî afirînerî de,ku wênesazî bi muzîkê re tevlihev bû ,helbest bi wêjeyê re hev himbêz dikir, û huner bi hişmendiya çandî û siyasî re têkildar bû.

Van hemûyan axek bi bereket ava kir ku jêhatiya wê ji zarokatiyê ve tê de geş bû û li çavê wê li cîhaneke berfireh a bedewî û afirandêriyê vebû û hişte ku  bibe navekî berçav di dîmena şêwekariya Kurdî de .

Semer yekem dersên hunerî ji bavê xwe yê şêwekar û muzîkjenê Kurd yê dîtbarî Abdul Rehman Dirê’î wergirt, ku ne tenê bav bû, lê di heman demê de mamoste û rêberê wê yê yekem bû ber bi cîhanên bedewiyê ve, di piçûkatiya xwe de, wî jêhatîbûna wê ya wênesazî û stranbêjiyê keşif kir, û hestê wê yê bilind û şiyana wê ya xwezayî ya girtina awaz û rengan bi hev re fêm kir.

Di qonaxa seretayî de, jêhatiya wê bi awayekî berçav derket holê, ji ber ku wê çar salên li pey hev di warê xêzkirinê de li ser asta  Sûriyê pileya yekem wergirtibû , û gelek xelatên taybet bi dest xistin, di nav wan de ya herî diyar derfeta çûyîna Koreyê da ku beşdarî festîvala wênesaziyê ya zarokan a li ser asta cîhanî bike.

Bi derbasbûna wê bo qonaxa amadehiyê, jêhatiya wê kûrtir û baldartir bû , ew baş fêrî wênesaziyê bi komir ,resas  û tebaşûrê bû , û dest pê kir ku taybetmendiyên xwe yên hunerî bi bawerîyek mezintir ava bike.

Di warê muzîkê de, wê stranbêjiya şehyane a  resen baş dizanî, di bin bandora hawîrdora malê de ya ku  dewlemend bû ji hêla amûrên muzîkê yên cûrbecûr ve,  bi lêdana mondiya (org), akordiyon û gîtarê pir zîrek bû,  karî hevrêziyê bike di navbera nazikiya dengê xwe û rastiya sazbendiyê de , her wisa jî di navbera hestiyariya reng û kûrbûna derbirînê de .

Semer bawernameya hunera jinan wergirt, piştre berê xweda xwendina wênesazî û stranbêjiyê bi taybetî ,û xwe di fêrkirina solfej û lêdana piyanoyê de kûr kirbû, li Enstîtuya Bilind a Muzîkê li Helebê, li wir jî jêhatiya xwe ya akademîk ji bilî hesta xwe ya hunerî ya xwezayî pêşve xist.

Di bîst saliya xwe de ew bi karsazekî kurd re  hate dest nîşan kirin û dest bi qonaxeke nû ya jiyana xwe kir,  di sala 1997’an de zewicîn, paşê ew çû Romanyayê, li bajara Bûkureştê bîst û sê salan li dûrî malbat, hezkirî û welatê xwe jiya ,bi xwe re hewesa hunerê û hesreta girêdanê hilgirt bû.

Li wî bajarê dûr, wê rêwîtiya xwe ya afirîner berdewam kir û bû dayika du keçan (Malva û Jiyan), hebûna xwe ya hunerî û mirovahî domand, tevî dijwariya sirgûnê û dûrbûna dûr û dirêj di navbera wê û koka wê ya destpêkê de.

Semer Dirêî xwendina xwe ya seretayî, amadehî û navîn li bajarê Helebê qedand , û paşê xwendina xwe ya zanîngehê di warê hunerê de li Koleja Hunerên Bedew li zanîngeha Bûkureştê li Romanyayê pisporiya wênesaziyê domand. Li wir, kariyera xwe ya akademîk bi serkeftinê berdewam kir,û di encamê de bawernameya masterê di felsefeya hunerê de wergirt, û dûv re jî doktoraya rexnegiriya hunerî ya felsefî temam kir.

Dr. Semer ji wan hindik hunermendan e ku xurbet kiriye hêza afirîneriyê û salên xwe yên sirgûniyê terxan kir ji bo xwendin, wênesazî û ramanê , ji ber vê yekê serpêhatiya wê bû  têkilheviyek ji zanist û afirîneriyê, û ji hesret û zanînê, bi vî awayî kariyera wê ya hunerî dewlemend kir û dîtina wê ya estetîk kûrtir kir.

Semer di berhemên xwe de hevrêzîyek dike di navbera xweza û laşê jinê, di hevbeşiyek dîtbarî ya balkêş de ku bala temaşevan dikişîne û bi kûrbûn û bedewiyê wê matmayî dike.

Ji ber vê yekê tabloyên wê tenê nayên dîtin, lê têne hîs kirin û jiyan kirin jî, çimkî ew bandorek eşkere li ser dil û hişmendiyê dihêlin, û temaşevan vedixwînin bo raman û kûrbûna di hûrguliyên wan de.

Dr. Samar hebûneke xwe ya berbiçav hebû ku sînorên hunera şêwekariyê derbas dike , ji ber ku ew di sala 2005’an de di festîvala “Aferîneriya Welat” de wek duyemîn cîgira şabaniyên bedewiya Sûriyê hate hilbijartin, her wiha ew wek endam di komîteya dadweriyê ya pêşangehên cil û modelê de li Sûriyê hate hilbijartin, ev jî nîşana çêja wê ya bedewî û pirrengiya pêwendiyên wê ye.

Di dema mayîna xwe ya li Romanyayê de, ew beşdarî kursên hunerî bû ji bo fêrkirina wênesaziyê  ji zarokan re di nav komeleyên taybet de, di nav wan de “Komeleya Ewropî ya Rûya” di navbera  salên 2005 û 2008 de,ku li wir yekrêzîk di navbera afirînerî û hînkirinê de çêkir.

Wê gelek pêşangehên hunerî li çendîn welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê li dar xist, û beşdarî festîvalên cîhanî yên girîng bû, di nav wan de ya herî berçav ew bû ku di sala 2006’an de li Bûkureştê di festîvala wênesaziyê li ser laş (Body Painting) de asta duyemîn bi dest xist.

Di sala 2012 de, ew di nav lîsteyek ji 30 şêwekaran ji nav 400 hate hilbijartin ku karên xwe li muzexaneyên Romanyayê lidarbêxin , ji bilî bidarxistina bi dehan pêşangehên takekesî li Bûkureştê.

Herwiha wek yekem  şêwekara Sûrî ya afrîner beşdarî Festîvala Navdewletî  li Agadîra  Muxribê  dibe , di sala 2013 de,û hate xelatkirin.

Wekî din jî, ew di salên 2013 û 2014’an de beşdarî Dîdargeha Hunerên Navneteweyî li bajarê El Mahres li Tûnisê bûye di heman salê de pêşangehên takekesî li Hewlêr û Dihokê li darxist û   dahata yek ji wan pêşangehan wê ji bo piştgirîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê û malbatên şehîdan terxan kir , di helwesteke mirovî ku kûrahiya pabendbûn û girêdana wê nîşan dide.

Her wiha di sala 2015’an de tevî komek hunermendên Kurd ên berbijêr beşdarî çalakiyên hunerî yên li Amedê bû.

Li ser asta xwecihî, ew li Helebê di çarçoveya Festîvala “Aferîneriya Welat ” de di sala 2016’an de hat xelatkirin.

Navdariya Semer tenê li ser asta kurdî sînordar nema , lê ji wê derbas bû, gihîştiye asoyên Ewropî û cîhanî , bi vê yekê hebûneke hunerî ya balkêş nîşan da ku navê wê di qada şêwekariya hevdem de  bûye nîşanek berbiçav.

Semer tekez kir ku wênesazî ji zaroktiyê ve beşek ji hebûna wê bû ,bi bandora bavê xwe, yê ku mamosteyê wê yê yekemîn bû ,ew dibêje:

«Bavê min huner hînî min kir, û ruhê wî rêya min xêz kir, ez jê pir bandor bûm û ez wî wek mînakeka xwe dibînim.

Wê di tabloyên xwe de, girîngîyek taybet daye hebûna jinan , weke sembola azadî û lêgerîna aştiyê, û di her tabloya xwe de, dîtineke taybet ji nû ve ava dike,ku ji hûrguliyên biçûk cîhanên serbixwe ava dike û ji rengan jî çîrokên zindî diafirîne, ku derbirîna mirovahî, bîranîn û girêdanê dike, û dibêje: “Rengên min ziman û nasnameya min e, hunera min welat û  mîrnişîna  min e.”

Ew bi çandeke hunerî ya bilind û serbilindiyeke kûr bi nasnameya xwe ya Kurdewarî tê naskirin, tevî mayîna xwe ya dirêj li Romanyayê, wê di berhemên xwe de karakterê Kurda yê mirovî bi bandorên Ewropî re tevlihev kir ,da ku ezmûneke hunerî ya taybet û yekta pêşkêş bike ku hem kesayetiya xwe û hem jî girêdana xwe diyar dike.

Semer dibîne ku huner peyamek bilind e ku nirxên azadî û bedewiyê diparêze, û li aliyê pirsgirêk û xemên mirovî disekine.

Çawa Semer wê ne be hunermendeke afirîner û xulqkar di huner, deng û şêwaza xwe de ,ji ber ku ew keça hunermendê şêwekar û lêdêrê bilûrê yê navdar Ebdurehman Dirêî ye, û xwişka her du helbestvanên kurd Ebîr û Nexem e .

Bi vî awayî, helbest bi huner re û peyv bi reng re tevlî hev bûn, da ku berhemên wê bibin wek helbestên dîtbarî ku bi çavan têne xwendin û bi dil têne hest kirin.

Piştî êşeke ku hema hema salekê dom kir bi nexweşiyeke giran، Doktora Semer êvara Pêncşemê, 31ê Tebaxa 2023’an li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawî kir di temenê 46 saliya xwe de û termê wê li wir, dûrî bajarê wê Amûdê, hat veşartin.

Şahbanûya hunera bedew, Dr. Semer ,di bilindahiya dayîn û afirîneriya xwe de koça dawî kir, berî ku tabloya xwe ya dawî temam bike, ew çû û  firçeya xwe ya bedew sêwî hişt, rengên wê yên geş bi xemgîniyê barkirî bûn, û tabloyên wê yên afirîner li ser keviya giriyê rawestî man.

Hebûna wê ji hunerê zêdetir bû; ew giyanek bû ku qadên tarî yên di hundurê mirov de ronî dikir, û gava ew winda bû, ew ronahiyê kêm bû, lê nevemirî.

Şopên wê hê jî di her tabloyê de diherikin û dibêjin ku hunera rastîn namire,  ger ku xwediyên wê oxir kir be jî.

Semer bi laşê xwe bi rêket û çû , lê giyanê wê neçû ,ew hîn jî zindî maye di tabloyên wê de, di nav rengên wê yên bedew de dijî، û di hûrguliyên wan ên bêdeng de nefes dide.

Her tabloyek ji tabloyên wê çîroka wê vedibêje ,her pêşangeh jînenîgariya wê bê gotin vedirêse. Her şopa rengan tiştek ji nebza wê hildigire ku neçûye.

Bi vî rengî, giyanên afirîner bi rastî koç nabin, lê vediguherin bermahiyek domdar ku tê dîtin û tê hîs kirin… û nayê jibîrkirin.

Ji giyanê wê yê pak re rûmet û mandarî,û ji mîrateya wê ya hunerî re, mayînde û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.