Lîloz Hisên/Qamişlo
Wekî beşek ji projeyên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya 2026’an, projeyek zifitkirina kolanan ji bo nûjenkirin û çêkirina gelek kolanên sereke yên bajêr tê pêkanîn.
Bi armanca baştirkirina binesaziyê û hêsankirina herikîna trafîkê, Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo, projeya ziftkirina rêyan di destpêka meha Nîsanê de da destpêkirin.
Di demsala çile de, ji ber barana zêde gelek rêyên serke û duyemîn hatibûn hilwişandin, nemaze di encama zêdebûna tevgera avakirina avahiyên niştecihbûnê rêyên kolana bi awayekî berbiçav xirabûbe, ev gav hat destpêkirin da ku hunekî barê li ser şêniyan û bi taybet ajokran sivik bike.
Nivîsgeha Raghandinê ya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ji me re diyar kir ku ev proje di nava projeyên şaredariya bajarê Qamişlo ya sala 2026’an de bû, herwiha bi armanca baştirkirina binesaziyê û hêsankirina tevgera trafîkê, projeya ziftkirina hejmareke ji kolanên serke û duyemîn ên barêj tê pêkanîn.
Xebata çêkirina rêyan sala 2026’an
Di destpêka meha çaran a sala 2026’an de, xebatên amadekirina rêyan ku ji paqijkirin, qeşirandinê û rakirina beşên zirardar a hejamreke ji kolanên sereke destpêkir, di nav de rêya ku ji çerxerêya Sîvan heya çerxerêya Şehîfên Efrînê dirêj dibe, kolana Pira Keramê, rêya ji çerxerêya Bazara Goş heya çerxerêya Nisêbînê dirêj dibe.
Li gorî Nivîsgeha Raghandinê ya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo, lêkolîna teknîkî û texmîna lêçûna projeyê di dawiya sala 2025’an hate amadekirin. Bi lêçûnek texmînkirî ya 1,300,000 dolarê Amerîkî û danîna bi tevahî 15 hezar û 950 metrekup tevliheviya ziftkirinê.
Kompaniya pêkaîna projeya ziftkirinê (kompaniya Zagros), piştî wergirtina fermana fermî ji bo pêkanîna projeyê, di dîroka 18’ê Gulana 2026’an de dest bi danîna ziftê li ser rêyan kir.
Avakirina komîteyên taybet ji bo pejirandina rêyê herî zirardar
Derbarê pêşîniya sererastkirin û ziftrkirinê de, komîteyek pispor hate damezrandin, ev komîte bi meclisên taxan û komênan re hevrêzî kir da ku bernameyên berfireh amade bike, ji bo ku kolan û taxên ku herî zêde zirar dîtine û hewceyê lênêrîn û nûjenkirinê, destnîşan bike.
Mîna van projeyên sererastkirina rêyan bi awayekî rasterast bandorê li ser jiyana şêniyan nîşan dide, ji ber ku dibe alîkar di başkirina tevgera trafîkê herwiha demên veguhestina di navbera taxan de kêm dike. wekî din başkirina rêyan dihêle ku xirabûna erbeyên veguhestinê kêm bike, ku ji ber çal û xirabûna hin rêyên ku zirar lê hatiye bi taybet di demsala çile de, erebeyên veguhsetinê û yê şêniyan pir xirab dibû. Di heman demê de ev proje dihêle ku başûbûn di rastiya xizmetguzariyê û jîngehê de çêbibe, herwiha xweşikbûnekê dide dîmenê kolan û taxên bajêr.
Proje dê 120 rojan berdewam bike
Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo di rêya vê projeyê hewil dide ku rêzepilanên xwe yên xizmetguzariyê temam bike. Pêşxistina toreya rêyan beşeke sereke ji pilanên şaredariyê ye ji bo bilindkirina asta xizmetên giştî û pêkanîna pêşketina bajêr ya hevseng li gorî pêdiviyên bajar yên zêdebûyî.
Derbarê dema projeyê de, wê 120 roj e dirêj bike, di nava pilanên şaredariyê ku armanca bilindkirina asta xizmetguzariyan û başkirina rasatiya rêyên bajarê Qamişlo, dike.
Amadekarî ji bo danîna ziftê li Kolana Şehîd Rênas
Li gorî malpera fermî ya Şaredariya Bajarê Qamişlo li ser fêsbûkê, niha tîmên teknîkî dest bi amadekirina kolana Şehîd Rênas ji bo danîna zifitê dikin.
Kar ji bo misogerkirina amadekirina rê û pêdiviyên teknîkî yên pêwîst berî destpêkirina xebatên ziftkirinê, xêzkirin û paqijkirina tevahî ya rûyê kolanê û rakirina beşên zirardar tê kirin.






