Lîloz Hisên/Qamişlo
Nexweşxaneya Neteweyî ya Qamişlo di mehekê de 6 hezar û 500 serlêdanên gel di beşa lezgîn de pêşwazî kir. Rêveberê nexweşxaneyê jî destnîşan kir ku tevî xebatên sererastkirinê nexweşxane pabend e bi pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî bo nexweşan.
Nexweşxaneya Neteweyî di sala 2006’an bi armanca dabînkirina xizmetên bijîşkî û dermnankirinê ji bo şêniyên bajarê Qamişlo hat vekirin. Lê piştî destpêkirina şerê Sûriyê nexweşxane ji ber paşguhkirinê di hemû aliyan de lawaz bû. Di 5’ê Mijdara 2025’an de nexweşxane ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve, piştî nûjenkirin û sererastkirina wê hat vekirin da ku bikeve xizmeta gel.
Ximeztên ku di nexweşxaneyê de têne pêşkêş kirin

Rêveberê nexweşxaneya Neteweyî Ciwan Hemê derbarê xizmetên ku di nexweşxaneyê de têne pêşkêşkirin ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Em komeke ji xizmetên bijîşkî yên berfireh ji bo nexweşan pêşkêş dikin. Di nav de tomografî (CT), MR, aboratuar û radyolojî, wekî din beşa şûştina gurçikan ku rojane ji bo nexweşan xizmetê pêşkêş dike. Di heman demê de hejmareke mezin ji kilînkên derve yên taybet di nexweşxaneyê de hene, wekî kilînka hundirîn ya gitşî, mejî, sîng, kilînka nexweşiyên livikan, dil û damarên xwînê û neştekariya mîzoyê û gurçikan, herwiha kilînîka jinan, li gel kilînkên neştekariya hestiyan û mejî û ji xeynî wê piraniya hewcdariyên bijîşkî yên nexweşan vedhewîne.”
Kar û xebatên srerastkirinê
Rêveberê nexweşxaneya Neteweyî bal kişand li ser xebatên nûjenkirin û sererastkirina nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Beşên ku niha di kar de ne beşa cîrahiyê, zarokan, jin û şûştina gurçikan herwiha hin yekîniyên taybet, wekî din hin beş hene neçalak in wekî lênihêrîna awarte, beşê şewatê, nexweşiyên hundirîn ên mêran û hin beşên girêdayî zarokan ne di xizmetê de ne.”
Di nexweşxaneyê de ekîbeke bijîşkî ya pispor ku ji 60 bijîşkên ji hemû pisporiyên bijîşkî pêk tê, wekî din 120 bijîşkên ji zanîngehên Sûriyê û zanîngeha Rojava derçûne perwerdeya xwe di nava bernameyên bijîşkî de berdewma dikin, herwiha 120 karmendên hemşîretiyê, li gel ji radyolojî, laboratîf, dermanxane, karmendên îdarî û xizmetê, kar dikin.
Bîlançoya mehekê ya xizmetên nexweşxaneyê
Rêveberê nexweşxaneyê Ciwan Hamê derbarê bîlançoya xizmetên ku di meha borî de hatine pêşkêşkirin wiha eşkere kir: “209 emeliyatên cûrbecûr hatine kirin, di nav de “emeliyata giştî, jinan, guh, mejî û hestiyan”, ji bilî pêkanîna 715 rûniştinên şûştina gurçikan û tomarkirina 30 zayînên xwezayî herwiha pêkanîna nêzîkî 3 hezar û 851 laboratîfê, 618 tomografi û nêzîkî 300 rezonansa manyetîk. Di heman demê de kilînkên derve pêşwaziya 1000 û 225 serlêdanên nexweşan kir û qebûlkirina 486 nexweşên ku di hundirê nexweşxanê de mane. Beşê lezgîn û awarte pêşwasiya nêzî 6 hezar û 500 nexweşan kir.”
Buhayên sembolîk ji bo nexweşan
Ciwan Hemê wiha da zanîn: “Nexweşxane sîstemeke sembolîk a buhayê bikar tîne, ku tê de buhayê lênerîna kilînkên derve 10 deh hezar lîreyên sûrî yên kevin e, lê buhayê qebûlkirina nexweşek bo ku di nexweşxaneyê de bimîne û tê de razê tenê 5 hezar lîreyên sûrî yên kevin e. Buhayên laboratîf û tomografi ew li gorî buhayên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine pejirandin têne destnîşankirin. Ji bo malbatên şehîdan xizmetên tenduristiyê hemû bi awayekî bê dirav têne pêşkêş kirin, piştî ku belgeyên fermi ên şehadetê pêşkêş bikin.”
Rêveberê nexweşxaneya Neteweyî Ciwan Hemê di dawî de behsa pêdiviyên ku nexweşxaneyê hewcdariya wan e kir û wiha qedand: “Nexweşxane pir hewcedarê xebatên lênêrîn û sererastkirinê yên berfireh e, ku ji stasyona oksîjenê ya navendî dest pê dike û digihîje beş û tesîsên cûrbecûr ên nexweşxaneyê. Ji vekirina wê ya sala 2006’an û vir ve avahî nehatiye sererastkirin, ku ev yek bûye sedema xirabûna binesaziyê bi demê re. Rêveberî di qonaxa bê de ji bo ji nû ve vekirina beşa şewitandinê û beşa lênêrîna giran dixebite, ji bilî vekirina yekîneya ERCP-ê ji bo teşxîs û dermankirina nexweşiyên kezeba zirav û rêyên sefrayê bi rêya endoskopiyê.






