Hafiz Ahmet Turhalli
Civaka kû îro bi navê bawerî û çandê jiyanekê dijî, ji prensîbên bingehîn yên mirovbûnê dûr dikeve. Mirovbûn divê bi xwe re jiyanekî bi wate bîne. Ger mirovbûn tenê jiyanekî xwarin, vexwarin, razan û zarokçêkirinê were jiyîn, tu cudahî navbera ruhberên dîtir û mirovan de namîne! Mirov bi eql û îrade û bi pîvan û têghiştin kare bibe mirov. Ew nirxên kû mirov ji ruhberên dîtir cûda dike, divê werin zanîn. Kesê/Kesa dixwaze jiyanekî birumet weke mirov bijî, bêguman divê pîvanên ku mirovî ji ruhberên dîtir cudatir dikin hebin.
Kapîtalîzma wehşî bi taybet êrîşa nirxên civakê dike û civakê bê parastin dihêle.
Ji kesayetan jixwere bendeyan (Koleyan) binavê karkerî û karmendî perwerde dike û hemû enerjiya mirovî ji bo wê xerc dike.
Ger mirov ji erken xweyê bingehîn were cûda kirin, Mirov dibe beşer û tenê weke rihberekî dijî.
Heya û Şerm: Ligor ola Îslamê tişta herî binirx heya û şerme. Tiştê mirovî ji rêderketinê diparêze şerme, heyaye. Di Qur’an a pîroz de weke heya û şerm gotin nehatine bikaranîn. Lê weke Îffet, hesta jixwe şermkirinê hatiye vegotin û kesê xwedan heya, weke têkiliya navbera xwe û Xweda ji dil avakiriye. Ayetên ku bi giringî behsa hestên şermê kirine evin: “Ji zilamên û jinên bawermendanre beje; bila çavên xwe ji heramê durxînin. (Nur 30 û 31) Ji kiryar û ramanên nebaş şerm bikin.”
“Kesê/Kesa dixwaze bêşermbûnê di nava civaka bawermendande belav bike, li dinya û axretê ji bo wanan ezab heye.” (Nur 19)
Gelî Mirovan! Ji bo hûn cîhên xweyên veşartî bipêçin, me ji were çek û ciluberg şandin. Lê cilûbergên Teqwayê (Berpirsiyarî) ji wan cilubergan bi xêrtire.” (Araf 26)
Di dawîya vê ayeta han de, behsa şermê û heyayê weke cilubergan hatiye vegotin. Kesê/Kesa di jiyana wêde Şerm û heya nîn be, çiqas cilubergên buha û xweşik jî li xwe bike, tê wateya ev kesayet ji rê derketiye û tenê zerara wê digîhije civakê.
Gotinên Pêxember: “Heya şerm perçeyek ji baweriyêye”. “Heya tene qenciyê diafirîne.” “Her baweriyekî rawiştekî wê heye, naveroka Rawişta Îslamê heya ye.” “Ger tu şerm nakî, tu çi dixwazî pêk bîne.” Evana gotinên Resulullah’in.
Bê guman ger kesayet heya û şerma xwe hunda bike kare her tîştî bike. Ji bo wê kesayetê tu perde namîne û dikare hemû cureyên nebaşiyan pêk bîne.
Dinava Civaka me Kurdistaniyan de ji ber şerm hebû, mirov di aramiyê de bûn.
Kesekî dizî bikira dinava civaka Kurd de nedihatan hebandin, millete Kurd deriyên wan vekirîbûn û her kesekî karibun mal û samanê xwe liderve bihiştana. Ger gur û heywanên goştxwar tunnebiyan, pezê gelê Kurd 6 mehan li çolan diman.
Ji şerman û tirsan kesê çavê xwe bera namûs û malê xelkê nedidan.
Kesên derewker tu qîmeta wan di nava civakê de çênedibûn.
Kesên camêr û xwedan taybetmendiyan, ji derew û diziyan dûrbûn.
Kesên nebaşî bixwestana jî ji civakê û derudora xwe şerm dikir.
Mixabin neha ev nirxên giranbuha weke heya û şerm ji nava me hatine rakirin. Di rastiyê de Kapîtalîzma wehşî û desthelat, şuna şerm û heyayê; xapandin, derew û dizî bicîh kir.
Civaka ku ji hêla van desthelatan ve hate perwerdekirin, şerm ji holê rakir.
Divê em nuh de şermkirin û heyayê di nava civaka xwe de ava bikin. An na dê civak birize û têk biçe.






