Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Binpêkirina zagonên tirafîkê jiyana mirovan dixe xeteriyê’

21/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Binpêkirina zagonên tirafîkê jiyana mirovan dixe xeteriyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Rêveberê Navenda Trafîkê ya bajarê Girkê Legê Rêzan Ehmed diyar kir ku her mirovekî ku zagonên tirafîkê bin pê dike jiyana xwe û ya derdora xwe dike xeteriyê. Ehmed tekez kir ku ewê di demên pêş de biryara qedexekirina motoran bi cih bînin.

Li seranserî Rojavayê Kurdistanê qezayên tirafîkê zêdebûne, bi taybet li bajarê Girkê Legê û gundewarên girêdayî wê ku di vê mehê de 25 qezayên tirafîkê rûdane û 12 ji wan qezayan bi rêya matoran bûn, ev yek jî xeteriyekê li ser jiyana ajokar û welatiyan çêdike.

Di derbarî qezayên tirafîkê yên ku rû didin û biryara qedexekirina matoran, rêveberê Navenda Trafîkê ya bajarê Girkê Legê Rêzan Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Binpêkirina zagonan dibe sedema qezayan’   

Rêzan Ehmed anî ziman ku karê tirafîkê rêxistinkirina cûnûhatinê ye û wiha got: “Rojane tîmên tirafîkê derdikevin nava bajêr da ku rê li ber qezayan bigirin û erebeyan bi rêk û pêk bikin. Ji bilî di hundirê bajêr de tîmên me li derveyî bajêr jî disekinin. Di milê ewlehiyê de têkiliya me bi  Asayîş û polîsên leşkerî re jî heye, di heman demê de têkiliya me bi saziyên mîna şaredarî, meclis û navenda çûnûhatinê jî re heye. Karê me di vê dema dawî de girantir bûye ji ber ku şaredarî dest bi karê zivitkirina riyan kiriye û tîmên me jî di xizmetê de ne da ku rê bi dispilîn bikin û astengî ji gel û ji şaredariyê re çênebe. Li kêlek vê yekê tê dîtin ku qezayên tirafîkê zêde bûne ev yek encama binpêkirina zagonên tirafîkê ne ku gelek ajokar hene temenê wan hîn negihiştiye 18 salî û bi awayekî lez erebeya diajonin, ew him zirarê dighînin xwe him jî ajokarê pêşberî xwe. Herwiha gelek kes hene dema erebeyan diajonin li derdora xwe nanerin û bilez rê qut dikin ev yek jî dibe sedema qezayên tirafîkê.”

 ‘Biryara qedexekirina matoran wê didemê pêş de pêk were’

Rêveberê Navenda Trafîkê ya bajarê Girkê Legê Rêzan Ehmed axaftina xwe wiha qedandin: “Gelek kes hene li ser riyên giştî diçin û bi telefonê mijûl dibin, hişê wan ne li rê ye û zagonên trafîkê jî binpê dikin, di encama vê xemsariyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha ji parêzgeha Hesekê biryara qedexekirina matoran derket di bajêr de û ji derveyî bajêr, ev biryar derket ji ber ku piraniya kesên ku matoran diajonin temenê wan di bin 18 salî re ye û gelek caran matoran bi awayekî şaş û xeternak bikar tînin, ev yek jî dibe sedema qezayên Tirafîkê. Li aliyekî din bi rêya matoran gelek dizî çêdibin,  gel jî gilî dikin ji ber dengê motoran û  ji ber ku ew dibin sedema neramîbûnê. Heya niha me biryar pêk neaniye di, demên pêş de wê biryara qedexekirina motoran pêk were û sîstema pêkanîna wê hîn ne diyare, ji ber ku gelek endamên saziyan malên wan jiderveyî bajêrin û bi riya matoran diçin û tên lewma ji bo wan helbet wê çareseriyek hebe. Em bi hêvîne gel jî amade be ji bo vê biryarê û bi me re bibin alîkar ji ber ku ev erkê me ye lewma em neçarin vê biryarê pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.