Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Islama Demokratîk: Divê destûr li gorî taybetmendiya gelên Sûriyê be

21/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Kongra Islama Demokratîk: Divê destûr li gorî taybetmendiya gelên Sûriyê be
Share on FacebookShare on Twitter

 Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevserokê Kongra Islama Demokratîk Mihemed Xerzanî dest nîşan kir ku eger destûr ilmî be, olî be, çi be, ku desthilatdarî xwe li ser gelan ferz bike, yekrengiyê pêkbîne û rêzdariya cihêrengiyê negire wê ev hikumet neyê qebûkirin, lewma divê destûrek li gor taybetmendiya hemû gelên Sûriyê were sazkirin.

Yekem destûra Sûriyê di 11’ê Tebaxa 1930’î de destûr bi dawî bû û di meclîsê de daket dengdanê û hat qebûlkirin. Di vê navberê de gelek guhartin hatin pêkanîn, lê ev destûr heyanî sala 1949 berdewam kir. Di vê destûrê de navê welat bûbû Komara Sûriyê, tê de taybetmendiya gelên Sûriyê li ber çavan dihat derbaskirin.

Sal û 3 meh li ser ragihandina destûrî ya Sûriyê derbas bû, ji ber ku rengê ola radîkal a Islamê tê de li pêş bû, hem jî yekrengî hatibû destgirtin, ango dûrî rastiya dîrokî ya gelên Sûriyê bû, di dema heyî de daxwaza her kesî destûreke demokratîk ku mafê hemû gelên Sûriyê biparêze, ye.

Êdî pirs ev e, bê ola rasteqîn û Xweda çawa vê mijarê digirin dest, gelo ol dijî cihêrengiya civakî, çandî û bîrweriyê ye an desthilata ku ol ji bo xwe bi kar tîne?

Derbarê heman mijarê hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî ji rojnameya me re axivî.

‘Destûra yekalî ya Baas hişt rewşa Sûriyê bigihêje vê astê’

Mihemd Xerzanî diyar kir ku destûra yekalî ya ku Baasê ferz kirbû hişt kirîz li Sûriyê dest pê bike û bigihêje vê astê û wiha got: “Bêguman destûr ji bo rêvebirina welatekî ye, ew welatê xwedî yeknetew, yek ol û yek çand be, dikare li gorî vê yekrengiyê destûrekî saz bike. Lê dema ku welatekî pirnetew, pir ol û pir birdozî be divê hemû gel cihê xwe di vê destûrê de bibînin. Ev nakokiyên ku temenê wê 15 sal bû, şer, wêrankirina malan, koçberkirina bi milyonan kes û kuştina bi sed hezarên kesan bi dirêjahiya vê serdemê re hat kirin. Sedema vê xerabiyê danîna destûreke yekalî ya Sûriyê bû, di wê destûrê de weke xaleke bingehîn ew bû ku Partiya Baas rêveberiya welat û milet bike. Partiya Baas jî xwedî nijadperesiyeke şofînî ya yekalî bû, kesên ku bi vê partiyê re ba wê nanê wan hebaya û dikarîbûn bi xweşî bijîn, kesên ku ne bi vê sîstemê re baya jiyan lê zehmet bû. Weke hat tekezkirin ku destûra yekalî ya ku Baas saz kiribû bû faktoreke xerab û hişt rewşa Sûriyê bigihêje vê astê. Bi hatina hikumeta Sûriyê ya demkî re êdî ragihandina destûrî re hat nivîsîn, ev yek çendîn ne li gorî dilê gelên Sûriyê be jî tiştek bû û derbas bû, lê ya girîng destûra bingehîn e.”

‘Pêxember li Medîneyê sîstemek fedral ava kiribû’

Mihemed da zanîn ku Pêxemberê Xwedê li Medîneyê sîstemeke federal ava kiribû û wiha bi lêv kir: “Dema ku Pêxember Muhemed çû Medîne Elminewere, weke fedraliyetekê li wir da avakirin, di wê demê de li gorî pêkhateyên bajêr ev şêwazê xwerêvebirinê ava kir. Di Medîneyê de kesên ne Misliman, Cihû, Xirstyan, Mislimanên Muhacir û Ensar hebûn, dema ku Pêxember çû Medîneyê serweriya xwe li ser tevahiya wan ferz nekir. Wî behsa her qebîle û rengê pêkhateyekê dikir û tekez dikir ku her beşek li gorî taybetmendiya xwe, xwe bi rê ve bibe, ji ber vê yekê Pêxember lêvegera her beşeke civakî ya Medîneyê mîna axa û serokqebîleyên, çêkirbû. Di nava her pêkhateyekê de wê pirsgirêk bi destê wê werin çareserkirin û ew ê xwe bi rê ve bibin jî. Tişta di Medîneyê de hevbeş, parastina bajêr û berxwedaniya li hember êrişên ji derve bû. Gelên Medîneyê bi hev re parastina xwe dikirin, wekî din her pêkhateye bi rengekî xweser xwe bi rê ve dibirin. Nimûneya Medîneyê nimûneyeke ji rengê rêvebirina wê serdemê, li gorî pêşveçûna cîhanê, guhertinên ku çêbûne, êdî şêwazê rêvebirinê bûye bi rengekî xwaser, li gelek welatan ev yek pêkan e, hin welat hene her herêmeke wê xwedî destûrekê ye, lê destûreke giştî heye ku kar û barên saziyan û hin mijarên din digire nava xwe.”

Divê bi navê Xwedê biryaran negirtin

Xerzanî tekez kir ku divê bi navê Xweda biryar neyên girtin ji ber ku wê neyê zanîn bê wê rast yan şaş were pêkanîn û wiha domand: “Dema ku tevgereke Islamî desthilatdariyê bike û şêwazê wê yekalî be, êdî gelek tevgerên din ên Isalamî yên din wê nerazîbûna xwe li hember bidin nîşandan, wê bigihêja asta rûdana şerên xwînî di navbera wan de. Her beşek û her bîrdoziyeke Isalamî bi rengekî cuda biryar û fitweyan derdixe, ev yek jî bi navê Xwedê tê kirin. Di ola Islamê de hemû mezheb û bîrdozî derheqê her tiştekî girêdayî Xweda, ol û hwd… li hev nekirine, di heman demê de her yek li gorî xwe her tiştî şîrove dike. Ev yek nabe, divê bi navê Xwedê biryar neyê dayîn. Pêxember Muhemed carekê ji serleşkerekî re got eger dijminan ji te xwest ku hukim yê Xwedê û Pêxember bi cih bibe, vê yekê qebûl neke, ji ber ku wê neyê zanîn bê wê rast yan şaş were pêkanîn, lê belê di nav xwe de hukimekî çêbikin û binerin ka heya çi radeyê dikeve xizmeta giştî de, gelo baş e yan na, di heman demê de bêjin ev hukimê yê me ye. Em dizanin ev hikumeta nû di bingeha xwe de li Idlibê hemû kom bi yekrengî, şerîeteke hevbeş, yek ol û yek hêza leşkerî rêveberî didan meşandin. Pişt ev hikumeta nû hat ser desthilatdariyê wê nas kir ku êdî nema sîstema Idlibê guncav e ji bo Sûriyê û nas kir ku divê guhertin çêbibe. Di nava desthilatdariya Sûriyê de nakokî hene, negihaye asta nakokiyên çekdarî, lê gelek hevalên Şeri ji wî ne razî ne. Ew bi xwe dizanin wê bi rengê hişk ê ku li Idlibê dihat meşandin, welat neyê birêvebirin”

‘Eger destûrê Sûriyê demokratîk be wê destûreke pêşketî be’

Hevserokê Kongra Islama Demokratîk Mihemed Xerzanî  dest nîşan kir ku eger destûra Sûriyê mîna Hevpeymana Civakî be wê destûreke pêşketî be û wiha bi dawî kir: “Ragihandina destûrî ya hikumeta demkî bi rengekî lez hat danîn da ku rehetiyek çêbibe, têbîniyê me û piraniya siyasetmedar li ser hebû, ev yek derbas bû, ya girîng ji bo me destûrê ku wê were amadekirin bi çi rengî be. Tekez e ku li gorî daxwaz û taybetmendiya hemû gelên Sûriyê herwiha pirrengiyê destûreke mayînde were amadekirin. Destûreke ku mafê hemû neteweyan tê de parastî be wê dijmin jê re tune bin, lê eger ne li gorî dilê hemû neteweyan were çêkirin helbet wê pirsgirêk derkevin. Eger destûr ilmanî be, olî be, çi be, ku desthilatdarî xwe ferz bike li ser gelan, yekrengiyê pêkbîne û rêzdariya cihêrengiyê negire wê ev hikumet neyê qebûkirin ji aliyê gelan ve. Lewma jî ji bo Sûriyeke hevgirtî ava bibe û mafê her kesî tê de parastî be û ev yek li gorî destûrê be divê hin gav bên avêtin. Divê kombûna nûnerên her netewekê yên Sûriyê li hev bicivin, piştî avakirina parlementoyeke giştî ji gelên Sûriyê kongreyeke niştîmanî li dar bixin û li ser vê bingehê destûrekê amade bikin. Dema ku Hevpeymana Civakî hat derxistin, gihaşt ber destê me, me lê nerî û xwend, tiştekî rasteqîn e ku şêwazê xwerêvebirinê yê herî guncav bû ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku wê taybetmendiya hemû gelan diparast. Hevpeymana Civakî wekî destûreke demokratîk bû, destûreke wiha di dema heyî de were amadekirin wê ji bo Sûriyê destûrekî gelekî pêşketî be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.