Ronahî Sedûn
Herêma Başûrê Kurdistanê berî ku bi fermî wek herêmek federal were nasîn, gelek qonaxên dijwar derbas kir, lê piştî gelek salan ji xebat û têkoşînê gihiştiye statûya federal. Lê siberoja wê hîn jî bi pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê ve girêdayî ye û hewldanên têkbirina destkeftiyên Kurdan tên kirin.
Herêma Başûrê Kurdistanê berî ku bi fermî wek herêmek federal were nasîn, gelek qonaxên dijwar derbas kir. Piştî şoreşa kurdan ya salên 1960’î û 1970’î, rejîma Seddam Huseyîn siyaseta arabîkirinê li dijî kurdan meşand. Di salên 1987 û 1988’an de kampanyaya Anfal bû sedema ku deh hezaran Kurd hatin kuştin û gelek gundan hatin hilweşandin. Piştî Şerê Kendavê yê 1991’an, kurdan bi alîkariya herêma parastina asmanî ya koalîsyonê dest bi rêveberiya xwe kirin. Di sala 1992’an de parlementoya Kurdistanê hate avakirin û bingeha xweseriya siyasî hat danîn. Piştî hilweşîna rejîma Seddam di sala 2003’an de, mafên kurdan di destûra Iraqê ya 2005’an de hate pejirandin û Herêma Kurdistanê bi fermî wek herêmek federal hate nasîn.
Nirxandineke dîrokî (1900-2003)
Herêma Kurdistanê yekîneyeke siyasî û îdarî ya destûrî ye ku li bakur û bakurê rojhilatê Iraqê ye, ji çar parêzgehên: Hewler, Silêmanî, Duhok û Helebce pêk tê. Sînorê wê bi Îran, Tirkiyê û Sûriyê re heye.
Herêma Kurdistanê piştî Şerê Yekem ê Kendavê di sala 1991’an de, piştî vekişîna rêveberiya hikumeta navendî ji herêmê, wekî yekîneyeke siyasî û îdarî derket holê. Piştre, piştî Şerê Duyem ê Kendavê di sala 2003’an de û hilweşîna rêjîma berê ya Iraqê, herêmê rewatiya qanûnî û destûrî bi dest xist.
Deh salan berî ku Herêma Kurdistanê wekî yekîneyeke destûrî di nav Iraqê de were naskirin, Kurdistana Iraqê serdemên girîng ên hem pêşketin û hem jî paşketinê derbas kir. Di sedsala 20’an de, piştî damezrandina dewleta Iraqê, gelê Kurd li ser daxwazên xwe yên mafên neteweyî bi hikumetên navendî re di têkoşînên berdewam de bû. Ev têkoşîn di qonaxên cûda de bûn pevçûnên dirêj di navbera tevgera siyasî ya li Kurdistana Iraqê û hikumetên li pey hev ên li Bexdayê de.
Têkoşîna gelê Kurd piştî avakirina dewleta Iraqê
Berî ku di sala 1921’an de li Iraqê monarşî were damezrandin, gelê Kurdistanê hewlên xwe ji bo bidestxistina serxwebûnê ji Mandata Brîtanî zêde kirin. Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya sala 1919’an yek ji hewldanên cidî yên gelê Kurd bû ji bo avakirina hebûneke serbixwe li Kurdistanê. Serhildanên Barzan ku di destpêka salên 1930’an de dest pê kirin û heta nîvê salên 1940’an berdewam kirin, têkoşîna gelê Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî hîn bêtir geş kirin. Di van salan de pevçûnên berdewam di navbera rêjîma serdest û şoreşgerên Kurd de çêbûn.
Şoreşa Îlonê û Peymana 11’ê Adara 1970’an
Nakokiyên kûr ên ku piştî sala 1960’î di navbera hikumeta navendî û serokatiya siyasî ya Kurd de derketin holê, bûn sedema şoreşek berfireh li Kurdistanê ku di 11’ê Îlona 1961’an de dest pê kir. Vê şoreşê kontrola îdarî li deverên di bin kontrola xwe de girt destê xwe û di heman demê de bi artêşa rêjîmê re rû bi rû ma. Ev berxwedan bû sedema peymana 11’ê Adara 1970’an ku di navbera Kurd û hikumeta navendî de bi serokatiya Mustefa Barzanî di derbarê xweseriyê li Kurdistana Iraqê de, hat îmzekirin. Ev peyman wekî yekem naskirin û pejirandina fermî ya mafên bingehîn ên gelê Kurd ji hêla hikumeta navendî ve hat hesibandin. Lê belê, demek dirêj derbas nebû ku hikumeta navendî peymana Adarê binpê kir, di encamê de danûstandin bi dawî bûn û di Adara 1974’an de şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de ji nû ve dest pê kirin. Piştre peymana 6’ê Adara 1975’an a di navbera Îran û Iraqê de hat, li gorî vê peymanê ew bû ku wê hikumeta Bexdayê beşek ji avên axa Iraqê li Şett el-Erebê di berdêla zexta Îranê li ser hêzên Pêşmerge de da Îranê, ev yek bû sedema têkçûna Şoreşa Îlonê.
Vejîna şoreşê (1975-1991)
Di demek kurt de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, şoreş li çiya û geliyên Kurdistanê ji nû ve geş bû. Li hember vê yekê, rêjîma serdest polîtîkayên êrişkar ên bêhempa ji bo tepeserkirina şoreşê û bindestkirina gelê Kurd pejirand, bi sûdwergirtina ji rastiya leşkerî û hovîtiya dîktatorî ya ku di şerê wê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de serdest bû. Ev yek bû sedema operasyonên Enfalê û karanîna çekên kîmyewî li dijî sivîlên bêçek ên Kurd. Şerê Îran-Iraqê di sala 1988’an de bi dawî bû, piştre dagirkirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve û Şerê Kendavê yê Yekem di sala 1991’an de ku hemîyan rê li ber serhildana gelê Kurdistanê di Adara 1991’an de vekirin. Xala sereke ya werçerxê dema ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî herêmek bêfirîn ava kirin (Biryara Konseya Ewlekariyê 688) çêbû ku rê li ber hikumeta Iraqê girt ku li beşek mezin ji axa Kurdistanê operasyonên leşkerî bike. Ev herêma bêfirîn bû bingeha damezrandina Herêma Kurdistanê û paşê bû yekîneyeke destûrî di Iraqa federal de.
Enfal û Helebce
Di bin navê Enfal de, hikumeta navendî ya Iraqê di nîvê duyemîn ê salên 1980’yî de kampanyayek sîstematîk da destpêkirin, da ku berxwedana gelê Kurd û hêzên Pêşmerge qels bike. Ev kampanyaya leşkerî di qonaxan de pêk hat, ji sala 1986’an dest pê kir û heta dawiya sala 1988’an berdewam kir. Zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurd di dema Enfalê de jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn. Dadgeha Cezayê Navneteweyî ya li lahayî Enfal wekî kampanyayek qirkirineke komî bi nav kir. Di heman demê de bi vê kampanyayê re, Helebce şahidiya yek ji tawanên şer ên herî tirsnak kir ku ji hêla hikumeta navendî ve di 16’ê Adara 1988’an de hat kirin, dema ku wê bajar bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Encam şehîdbûna zêdetirî 5 hezar welatiyan û bandorên demdirêj ên çekên kîmyewî li ser bi hezaran kesên din bû.
Qonaxa Rêveberiya Xweser (1992-2003)
Piştî bidawîhatina Şerê Kendavê û vekişîna artêşa Iraqê ji herêma qedexeya firînê ya li bakur di sala 1991’an de, Eniya Kurdistanê ku ji partiyên siyasî yên Kurd pêk dihat, kontrola Herêma Kurdistanê girt destê xwe. Wê roleke girîng di parastina ewlehiyê û pêşîgirtina li valahiyek ewlehiyê li Herêma Kurdistanê de lîst. Di sala 1992’an de, gelê Herêma Kurdistanê hilbijartinên xwe yên demokratîk ên azad û yekem pêk anîn, yekem parlemento û hikumeta xwe ya xwerêveber hilbijartin û federalîzm wekî çarçoveya têkiliya xwe bi dewleta Iraqê re hilbijartin.
Şerê navxweyî (1994-1998)
Ezmûna xwerêveberiyê li herêmê bê nakokiyên siyasî nebû, ev nakokî di nav hêzên siyasî yên Kurd de bi kûrahî kokên xwe hebûn û di dawiyê de bûn sedema şerê navxweyî ku çend salan dom kir. Ev şer partî û aliyên cûda yên Herêma Kurdistanê tê de beşdar bûn, ev jî yek ji demên herî dijwar ên dîroka herêmê bû. Şerê navxweyî di sala 1994’an de dest pê kir û di sala 1998’an de bi navbeynkariya Amerîkayê bi dawî bû.
Serdema rêveberiya dualî (1998-2005)
Piştî bidawîbûna şerê navxweyî, li Herêma Kurdistanê du rêveberiyên siyasî û leşkerî yên cuda hatin damezrandin. Hewler û Duhok ketin bin yek rêveberiyê, Silêmanî û Germiyan jî ketin bin ya din. Li Hewlêrê û Silêmaniyê du hikumet û rêveberiyên cuda hatin damezrandin. Di heman demê de, civaka navneteweyî cezayên aborî yên tund li ser Iraq û Herêma Kurdistanê ferz kir, şert û mercên jiyanê yên jixwe dijwar li herêmê girantir kir û bû sedema pêlek koçberiyê ya mezin.
Yekbûna herdu rêveberiyan (2005-2017)
Piştî hilbijartinên 2005’an, rewşa du-îdareyan di asta hikumet û parlementoyê de bi dawî bû û hikumeteke Herêma Kurdistanê ya yekgirtî li Hewlêrê hate damezrandin. Di heman demê de û li gorî Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê di salên piştî 2005’an de bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî ya Iraqê bû û bi lîsteyek yekgirtî ya hêzên siyasî yên Kurd beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bû. Di vê heyamê de, Herêma Kurdistanê mezinbûneke girîng a pêşketin û aborî jiya û bazarên wê geşbûneke bêhempa dîtin.
Nûkirina pirsgirêkan bi hikumeta Federal re (2007-2017)
Destûra Iraqê destnîşan kiribû ku pirsgirêka herêmên nakokî li ser wan heye ku di madeya 140’î de bi hûrgilî hatiye destnîşankirin, heta dawiya sala 2007’an çareser bibe. Ev çareserî diviyabû bi rêya normalîzekirina rewşa van deveran, vegera niştecihên wan ên resen bo malên xwe, pêkanîna serjimêriyekê û dû re jî lidarxistina referandûmekê bihata bidestxistin. Nebicîhanîna madeya 140 li gorî dema destûrî, digel nebûna fînansmanê (temwîl) hêzên Pêşmerge wekî beşek ji dezgeha ewlehiyê ya Iraqê û negihîştina rêkeftinan li ser derxistin û firotina petrolê, rê li ber kûrtirkirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de vekir.
Referandûm (2017)
Referandûma li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê û deverên nakokîdar di 25’ê Îlona 2017’an de pêk hat. Di referandûmê de, ji sedî 92 zêdetir nifûsa Herêma Kurdistanê û deverên nakokîdar dengê xwe dan serxwebûnê. Hikumeta federal a Iraqê red kir ku referandûmê nas bike, di encamê de di navbera Bexda û Hewlêrê de careke din nakokî û alozî çêbûn.
Hevjiyan di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de
Herêma Kurdistanê di warê hevjiyaneke aştiyane, rêzgirtina mafên netewe û olan de li Rojhilata Navîn wekî cihekî ewle tê hesibandin. Gelê Kurd û çanda serdest a li herêmê bi tundrewiya olî, mezhebî an neteweperestî nayên nasîn, ev rastiyek e ku Herêma Kurdistanê di herêmê de avantajek daye. Tirkmen, Xiristiyanên ji netewên cûda, Êzîdî, Şebek û Zerdeştî hemû di nav wê de çalakên siyasî û civakî ne. Piraniya van civakan li Iraqê, bi taybetî civaka Xiristiyan, di nav sînorên îdarî yên hikumeta Herêma Kurdistanê de dijîn. Ew di parlemento û hikumetê de têne temsîlkirin, ji mafên xwe yên çandî kêfxweş dibin û nasnameyên xwe yên neteweyî diparêzin. Gelek salan jî Parlamentoya Kurdistanê zimanê Tirkmenî û hem jî yê Suryanî wekî zimanên fermî nas kiriye, dibistanên Suryanî û Tirkmenî li seranserê Herêma Kurdistanê hene. Dîroka Xiristiyan, Êzîdî û Şebekan ji ber cihê erdnîgarî yê herêmên wan tijî çîrokên trajîk e. Ev bi taybetî ji bo Êzîdiyan rast e ku serokatiya Herêma Kurdistanê wan wekî Kurdên xwecihî yan jî resen bi nav dike. Ew di seranserê dîrokê de rastî gelek qirkirinan hatine û ya herî dawî jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji xwe rêveberiya siyasî û Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî piştrast kirine ku herêm welatekî hemû welatiyên xwe ye û divê her kes beşdarî rêveberiya wê bibe û ji maf û berpirsiyariyên wekhev sûd werbigire.
Rewşa niha
Başûrê Kurdistanê di dema dawiyê de, bi taybetî piştî şerê Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê, krîzeke siyasî ya giran dijî. Ji aliyekî ve rastî êrişên Heşte Şaebî û artêşa Îranê dihat, ji aliyê din ve jî di bin zextên hikumeta Iraqê û Tirkiyê de maye. Bi taybetî piştî axaftinên li ser çekdanîna Heşte Şaebî û çekdanîna Pêşmergeyan, ev mijar ji aliyê Tom Barrack ve hate nîqaşkirin. Li aliyekî din, pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de hene, radestkirina Kerkûkê ji bo Turkmenan xetereyeke mezin bi xwe re tîne. Herwiha siyaset û komployên ku niha li ser Başûrê Kurdistanê têne meşandin, ji siyasetên dijminatiya Kurdan û armanca bihêştina wan bê statû ne qûte. Li hemberî vê yekê ji bo ku Kurdên Başûrê Kurdistanê satûya xwe biparêzin pêwîst e ku nakokiyên heyî ji nav xwe rakin û lihevkirinek giştî pêk bînin. Ji ber guhertinên ku niha li Rojhilata Navîn tên jiyankirin, bandoreke mezin li ser hemû deveran heye, Başûrê Kurdistanê jî di nava vê bandorê de ye, lewra girîngiya parastina herêma federal û destkefiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê gelekî mezin e.






