Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pîvanên serkeftin û têkçûnê di şeran de çi ne?

21/06/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Dema ku şer bi dawî dibin, pirsa yekem ku tê kirin ew e: kî bi ser ket? Bi gelemperî jî bersiv li gorî jimara kuştiyan, kapasîteya wêrankirinê, rûpîvana cografîk a hatiye desteserkirin û jimara çekên hatine rûxandin tê dayîn. Dîroka şeran jî girîngiya van pîvanan inkar nake, lê di heman demê de tekez dike ku ew tenê têr nakin ku mirov serkeftina rastîn destnîşan bike.

Serkeftina leşkerî her tim ne serkeftina siyasî ye. Dibe ku aliyek windahiyên mezin bide, lê di wî şerî de bigihêje armancên xwe yên siyasî. Ji ber vê yekê, yek ji girîngtirîn prensîbên fikra stratejîk a nûjen ev e ku: şer bi serê xwe ne armancek e, lê amûrek e ji bo bicihanîna armancên siyasî.

Li gorî teorîsyenê leşkerî Klawzovîtz, şer bi rêbazên din berdewamiya siyasetê ye. Li ser bingeha vê nerînê, dadweriya dawî ya encamên şeran xwe naspêre tenê qewimînên qada şer, lê belê pirsa bingehîn ev e: gelo armancên siyasî yên bûne sedema şer hatine bidestxistin an na? Pisporên leşkerî jî asta siyasî û stratejîk wek girîngtirîn astên şeran dinirxînin.

Di dîrok de gelek serkeftinên leşkerî hatine nivîsandin. Lê çima armancên siyasî pêk neanîne, weke serkeftin nehatine hesibandin. Mînak; Amerîka li dijî Vêtnamê teknolojiyeke gelek pêşketî û hêzek cibilxaneyî ya bêhempa bi kar anî. Armanca wê ya siyasî û bingehîn ew bû ku herdu beşên Vêtnamê di bin serweriya hikûmeta Bakur a komûnîst de nebin yek. Ev yek pêk nehat û piştî vekişîna Amerîkayê, dewleta Vîetnamê bû yek welat û komûnîst bûn desthilatdar.

Dema ku Napolyon êrişî Rûsyayê kir, qezencên gelek mezin bi dest xistin. Lê nekarî împaratoriya Rûsyayê tûşî xweradestkirinê bike. Berevajî wê yekê, pêşketinên leşkerî barê lojîstîk li ser wî zêde kirin. Ji ber vê yekê jî binkeftinên mezin jiyan kir û vekişiya. Li wir jî armancên stratejîk û siyasî yên Fransayê pêk nehatin û têk çûn.

Amerîka heman tişt li Afganistanê jî jiyan kir. Tevî ku zêdeyî 20 salan xwe wek serkeftî nîşan dida, lê di dawiyê de Tevgera Talîban ji nû ve serwer bû û Amerîka ji aliyê siyasî û stratejîk ve têk çû.

Bi van mînakên dîrokî re mirov tê digihêje ku, çendîn serkeftinên teknolojîk û leşkerî mezin bin, dema ku negihin armancên xwe yên siyasî û stratejîk, bê mane dibin. Yanî dibe ku dijminê te xwedî hêza leşkerî û teknolojiyê ya herî pêşketî be, lê dema ku nikaribe îradeya xwe li ser te ferz bike, bi ser nakeve.

Pirsa kevn ku îro xwe nû dike ya hesabên têkçûn û serketinê ne girêdayî mantelîteya kî ji kê zêdetir wêranî û ziyan gihandiye yê din, lê belê kê armancên xwe yên stratejîk û siyasî pêk anîne. Mantelîteya pîvanê ev e. Li gorî vê pîvanê jî mirov dikare wate bide lihevkirina demkî ya du mehan a Îran û Amerîkayê. Gelo Amerîka çiqas armancên xwe yên siyasî pêk anîn û karîbû bandorê li ser reftarên Îranê bike?

Tecrûbe û encamên şer û pevçûnan tekez dikin ku dibe aliyê bi hêz di gelek pevçûnan de bi ser bikeve, lê dema ku armancên siyasî pêk neyên, di şer de bi ser nakeve. Bi gotineke din, aliyê lawaz her tim ne hewce ye ku dijminê xwe ji aliyê leşkerî ve têk bibe ta serkeftî were hesibandin, lê tenê bese ku nehêle dijmin armancên xwe bi cih bîne ta wî binxîne. Ji bo nirxandin û manedanê jî divê mirov her tim têkîliya navbera şêwaza leşkerî û armancên siyasî de binirxîne, ta ku hişmendiya rasteqîn a pêvanê bi dest bixe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.