Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Pêjder Altan got ku yekrêziya Kurdi êdi ne tenê daxwazek siyasî, lê pêdiviyeke dîrokî, siyasî û stratejîk e. Li gorî wî şert û mercên niha ferz dikin ku hêzên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û hemû pêkhateyên civaka Kurd li ser berjewendiyên neteweyî helwestek hevpar pêş bixin.
Li ser girîngiya yekrêziya Kurdî, astengiyên li pêşiya wê, rola partiyên siyasî, rewşenbîr û rojnamevanan, herwiha derfetên ku di qonaxa niha de, ji bo avakirina stratejiyeke hevpar hene, Rojnamevan Pêjder Altan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
Hûn wek rojnamevan kar û xebatên ku îro ji bo yekrêziya kurdî tên meşandin çawa dinirxînin?

Bêguman em hemû kar û xebatên ku ji bo yekrêziya Kurdî tên meşandin bi nirx û girîng dibînin. Ji bo fêmkirin, çawanî û bingehek xûrt avakirin, sazkirina çalakî, konferans, platform an jî komcivîn girîng in; lê divê êdî ev bikevin pratîkê. Ji sala 1970’ê û şûnde li her çar parçeyên Kurdistanê, gelek komcivînên mezin ku hemû partî, tezgehên kurd beşdar bûne hatine çêkirin. Lê yê kêm mayî pratîkkirina wan e, her tim nîvço mane.
Di esasê xwe de ev mijar, di sedema fesihkirina PKK’ê û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo bi awayek vekirî daniye holê.
Ji ber vê yekî jî êdî gelê kurd hebûna xwe îsbat kiriye û ji bo statuyê jî van têgihiştinên ku di encama konferans, çalakî û komcivînên yekrêziya Kurd de derketine holê bizivrînin çareseriyeke pratîkî. Tevî sedsalan înkar, wêrankirin, parçekirin û bêstatûbûnê, gelê Kurd bi bedelên giran îradeya xwe ya azadiyê parastiye. Îro, ew di qonaxek dîrokî ya girîng, krîtîk û potansiyel mezin re derbas dibin. Sedsala tarî ku Kurd tê de hatin paşguhkirin, îradeya wan nehat dîtin û ji maseya danûstandinan li Rojhilata Navîn hatin dûrxistin, êdî li paş ma ye. Derfetên jeopolîtîk ên ku ji hêla vê serdema nû ve hatine afirandin, berpirsiyariyên pir girantir û girîngtir jî ferz dikin. Parçebûna dînamîkên Kurd li hember êrîşên piralî yên ji pergalên mêtînger û hêzên hegemonîk êdî nayê domandin. Hevgirtin bûye meseleyek lezgîn a jiyan û mirinê. Felsefeya yekîtiya neteweyî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin û têkoşîna bênavber a 50 salan a Tevgera Azadiya Kurd, vê hevpariyê ji tifaqek demkî an xwestekek retorîkî veguherandiye pêdiviyek dîrokî, sosyolojîk û stratejîk a berbiçav. Ev îradeya damezrandinê destkeftî û statuyan li beşên parçebûyî yên heyî ewle dike, ji bo pêşeroja gelê Kurd mertalek parastinê ya mutleq peyda dike.
Di her du salên dawiyê de du konferansên yekrêziyê hatine lidarxistin û pênc partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya xwe ragihandin. Gelo ev xebat û helwestên ku tên meşandin Wê çiqas encamgirbin?
Ji bo ev kar û xebatên di vê mijarî de encamgir bin, pêwîstî bi istiqrar û berdewamî heye. Ji ber ku rageşî û pêşketinên sedsala 21’emîn naşibin sedsalên derbasbûyî. Pir tişt hatin guherandin û veguherandin. Hebûna leşkerî, siyasî û dîplomatîk a aktorên cîhanî di hevkêşeya şer û kaosê ya heyî ya li Rojhilata Navîn de nayê înkarkirin. Di nîqaşên îradeya kolektîf de hevsengiya herî nazik ew e ku pêşî li van hevpeymaniyên demkî û taktîkî yên bi van hêzan re were girtin ku veguherînin têkiliyên girêdayîbûnê ku beşên an tevgerên Kurdan li dijî hev bi cih dikin. Ezmûna dîrokî nîşan daye ku tu gaveke dîplomatîk a li ser pejirandin û berjewendiyên dewletên mêtînger û hêzên serdest azadiya mayînde neaniye. Hêza stratejîk a rastîn divê ne di piştgiriya derve an korîdorên dîplomatîk ên paytextên biyanî de, lê di hêza gel bi xwe, di rêxistina bingehîn û di hişmendiya parastina xwe ya civakî de ku ji hêla jin û ciwanan ve tê rêvebirin, were gerandin. Di rêvebirina têkiliyên navneteweyî de, li şûna dîplomasiyeke parçebûyî ku teslîmî polîtîkayên sînorê mêtînger ên hêzên serdest bûye, divê îradeyek dîplomatîk a hevpar û helwestek neteweyî ku pêşeroja hevpar a her çar beşan dihesibîne were nîşandan.
Li gor şopandina we, astengiyên sereke yên li pêşiya yekrêziyê, çine?
Îro, astengiyên li pêşiya vê armanca girîng ne nîqaşên teorîk ên razber an jî cudahiyên îdeolojîk in; ew nakokiyên realpolîtîk ên li ser erdê û sînorên çêkirî yên ku ji hêla zîhniyeteke mêtînger a sedsalî ve hatine afirandin in. Bi wêrekî destnîşankirin û rûbirûbûna van xitmandinan ku di lîteratura siyasî ya Kurdî de pir caran têne nîqaş kirin, gava yekem û herî girîng e li ser rêya yekîtiyê. Ya herî berbiçav ji van xitmandinan, hebûna du paradîgma û nêzîkatiyên rêveberiyê yên bi awayekî dijberê-zitê hev a di nav qada siyasî ya Kurdî de ye. Ji aliyekî ve, nêzîkatiyên kevneşopî yên netew-dewletî hene ku têkiliyên pragmatîk ên aborî û dîplomatîk bi pergala hegemonîk û dewletên navneteweyî re wekî garantiya yekane ya hebûna xwe dibînin; ji aliyê din ve, Tevgera Azadiyê heye ku hêza xwe ji civakîbûnê digire ku li ser bingeha demokrasiya bingehîn, jiyana ekolojîk a rizgariya jinan û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk e ku rexneyên bingehîn û radîkal li vê pergala hegemonîk dike. Her çend cudahiya zîhniyetê di navbera van her du xetan de dibe ku wekî ferqek kûr xuya bike jî, lê diyalektîka lihevhatina neteweyî, ne jiholêrakirina hevûdu, berevajî şiyana wan a hilberandina reflekseke parastinê ya hevpar, li ser bingeha xaleke hevpar li wan ferz dike. Nêzîkatiyek realîst, li şûna ferzkirina yekrengiya îdeolojîk, ew e ku mirov gihîştîbûna ku wekî laşek yekane li hember gefên li ser yekîtiya neteweyî tevbigerin nîşan bide, di heman demê de rêz li şert û mercên bêhempa û modelên rêveberiyê yên her pêkhateyê bigire.
Gelo partiyên Siyasî yên kurd, çiqas amadene ji bo yekrêziya Kurdî?
Destpêkê, divê hemû partî, tevger û saziyên kurdî vê yekî fêm bikin; ev mijar di bin yekdestiya tevgerek siyasî, partî an jî aliyekê îdeolojîk de nayê meşandin. Tu ji kîjan rêveberên partî û saziyên kurdan dipirsî hemû jî dibêjin divê em kurd bibin yek, lê heya niha di pratîkê de pêşketinek wisa berbiçav çênebûye. Sedema wê jî me li jor anî ziman. Lê Rêber Apo di peyama xwe ya ji 24’emîn Lîjneya Giştî ya KNK’ê re şandî vê rastiyê di hêla felsefî û siyasî de bi kurahî danî holê. û Got: “Stratejiya hevpar encax bi keda hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û saziyên civakî yên Kurd dikare ava bibe.”
Di vê çarçoveyî de, lihevkirineke neteweyî ya demokratîk nayê wateya jiholêrakirina sînor û cudahîyan. Berevajî vê, hevkariya rastîn ne li ser helandina cudahîyan di selikek yekreng de ye, lê li ser şiyana wan a hevdîtina li ser zemînek demokratîk e dema ku taybetmendiyên xwe yên bêhempa diparêzin. Armanc ne afirandina yekrengiyek ji jor ber bi jêr e, pêşxistina helwestek hevpar, refleksek hevpar û helwestek bêtawîz li ser mijarên bingehîn ên derbarê çarenûsa neteweyî de ye. Girtin helwestek hevpar li ser berjewendiyên dîrokî û civakî yên gel, pêşîgirtina li hişên mêtînger ku Kurdan wekî çek li dijî hev bikar bînin û parastina destkeftiyên ku bi xebata sedsalan hatine afirandin bi hişmendiyek hevpar rêgezên exlaqî yên vê stratejiyê ne.
Rola rojnamevan û rewşenbîran di avakirina yekrêziyê de çiye?
Hem di hêla giştî de hem jî di mijarên wiha de, di dîrokê de yê xwedî helwest, rola esasî ya ku hemû civakan tîne cem hev rojnamevan û rewşenbîrin. Mixabin bi taybetî di çend salên dawî de di mijara yekrêziya kurdî de rojnamevan û rewşenbîran rola xwe ya esasî nelîstin û helwestek e xûrt nîşan nedan. Berovajê wî, ew jî her yek bûn aliyek û ketin bin bandora partî û tevgerên ku nêzî fikra wan in. Ango di hêla rê û rêbaz, tecrûbeyên dîrokî yên di heremên cîhanê de qewimî ne, tesbîtkirina pirsgirêkan û çareserkirina wan de pir lawaz man. Lêkolîn û zanîna derbarê vê mijarî de ji civakê re ragihandin û îrade xistina destê civakê de rola xwe zêde nelîstin û civakê nav pencê şerê taybet de hate hiştin. Ev jî hişt ku di serê civakê de netewperestî û yekrêziyê, demokrasî û dîktatoriyê, ol û olperestiyê, parastina cewherî û dagirkeriyê tevlîheviyê çêbike û şîlobûnê ava bike.
Di dawiyê de hun dixwazin çi peyamê bidin hêzên siyasî, rojnamevan, rewşenbîr û gelê kurd?
Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk a kurdan, parastina deskeftiyên netewî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya hevpar a hemû kesan e.
Ev helwest garantiya herî mutleq a mafê çarenûsî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd e. Stratejiya hevpar a Kurdan tekane hêz e ku dikare hemû têgehên perçebûn û xirabî yên sedsalî li ser erdnîgariya me pûç bike. Di vê çarçoveyê de, divê her rewşenbîr, nivîskar, pêkhateya siyasî, jin, ciwan û saziyên civakî ya Kurd ji vê qonaxa dîrokî û berpirsiyariya giran a li ser milên xwe haydar be. Anîna îradeyên belavbûyî, parçebûyî û nakok di îradeyek hevpar a mezin de ne tenê bi bangên ji platforman, lê di heman demê de bi çareserkirina nakokiyên li ser erdê, avêtina gavên berbiçav û bi hişmendiyek neteweyî ya hevpar jî pêk were. Her gaveke wêrek a li ser vê bingehê, her diyalogeke avaker, dê reng û rêça pêşeroja me ya hevpar diyar bike. Yekîtiya neteweyî ya Kurd peywira îro ye. Bi qasî ku ev peywir were bicihanîn, gelê Kurd dê çarenûsa xwe xurttir bigire destê xwe û di pêşeroja azad a erdnîgariya xwe de roleke damezrîner û diyarker bilîze.






