İsyan Karadeniz
Di vê sedsala ku ber bi sedsala jinan û şoreşên jinan ve diçe de, tevgera femînîst a ku xwedî dîroka têkoşînê û tecrubeyan e, xwedî taybetmendiya paradîgmaya azadîxwaz û hevgirtiyeke modernîteya jinan e. Li dijî pergala kedxwar a qirkirina jinan û civakê û pergala kedxwar a kapîtalîst; berpirsyariya hêzên modernîteya demokratîk ew e ku bi hev re têbikoşin û çareseriyan bibînin. Ji Abya Yala heta Ewropayê, ji Asya heta Efrîqayê, ji Efganistan, heta Belucistanê, ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, jin û gel û jinên ku ji bo jiyana azad û cîhanê di lêgerînê de ne, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dengê xwe kirin yek û bi çalakiyan hatin ba hev. Rojeva sereke ya çalakiyên deh salên dawî yên jinan, berhema vê lêgerîn û hesreta ku ji bo cîhana ji kedxwarî, tundî, bîrdoziyên zayendperest û pergala mêr-dewletê paqij bûyî ye. Pirsgirêka jinan, bi polîtîkayên modernîst û lîberal çareser nabe. Çareseriya wê, guherîna ji kokê ya ferasetê, demokratîkbûna kesayet û jiyanê û guherîna civakî dixwaze. Ji bo vê yekê gavê girîng ew e ku têkoşîna bîrdozî, polîtîk û rêxistinbûyî radîkaltir û daîmî bibe.
Şêrê cîhanê yê sêyemîn ku mohra xwe li çaryeka vê sedsalê daye, bi hemleyên nû berfireh dibe. Ji ber wê hem ji bo gelan, hem jî jinan ji derveyî îsrara ji bo jiyana azad û berxwedana li vê dinyayê tu vebijêrk tuneye. Jin di vî şerê ku bi pergala desthilatdar a mêr, paradîgmaya dewletî û li dora paradîgmaya civaka demokratîk mezin dibe de, aliyek in. Ji bo ku bi paradîgmaya civaka demokratîk û azadiya jinê re bi pêş bikeve û derfetên hebûn û azadiyê çêke, divê têkoşîneke hevpar hebe.
Nîvê mirovan jin in û ji bo azadiyê têdikoşin, nîvê din (mêr) divê ku ji desthilatdarî, feraseta serdest werin paqijkirin. Rêber Apo tesbîta Sîmon De Beauvoir a “Wek jin jidayîk nabî, lê dibî jin” pênase dike û dibêje: “Mêr wek hebûnek serdest tê dinyayê, lê mêrê azad jî dikare bibe.” Têkoşîna azadiya jinan û rêvekirina şoreşa jinan ji bo civaka demokratîk, ekolojîk girêdayî çareseriya pirsgirêka azadiyê ya mêran e. Têkoşîna jinan a ku mêran ji derve bihêle dê bibe têkoşîneke ku civakê ji derve dihêle û nagihîje serkeftinê. Rêber Apo diyar dike ku di bingeha pirsgirêka jinan de pirsgirêka mêran heye û ji bo vê têgeha “kuştina mêr” formulasyona demokrasî û sosyalîzmê ya ji bo derbaskirina desthilatdariya dewlet û desthilatdariyê ye. Beşên femînîst ên ku mêr hevgirtiyên xwezayî yên demokratîk û civaka azad dibînin jî ev tesbît rê nîşan dide.
Wek zanista şoreşa jinan û hevjiyana azad jineolojî, dema ku sosyolojiya azadiya dihûne, hem tevgera femînîst ji bo xwe bingehîn dibîne, hem jî ji bo xalên xitimandî rast tesbît bike û derbas bike, dibe bingeh. Di têkoşîna azadiya jinan de cihekî girîng ê tevgera femînîst heye. Ji bo hînbûna tecrubeyên ku bi têkoşîna jinan çêbûne, ji têkçûn û destkeftiyan dersên wekhev werin girtin, hevgirtina jinan a demokratîk bi pêş bikeve; peywireke dîrokî û rojevî li pêşiya tevgerên jinan ên dinyayê heye. Di vê sedsalê de pêdiviya herî lezgîn ew e ku ev hevgirtin bibe bingeha konfederalîzma jinan a demokratîk.
Modernîteya demokratîk, serdema modernîteya jinan û şoreşên jinan e. Bi kûrkirina rêxistinkirinê, bi pêşxistina rêbazên dewlemend ên têkoşînê, pêdiviyên vê serdemê dikarin werin bicîh anîn. Li dijî faşîzm, kapîtalîzm û pergala mêtinkariya cîhanî em dikarin xwedî li ked, beden, çand û axa xwe derkevin. Ji çandên cuda, erdnîgarî, bawerî û neteweyan, jin dikarin bi rêxistinbûnên xwe yên xweser, paradîgmaya azadiya jinan jiyandar bikin. Ev yek dê dewlemendiya konfederalîzma jinan a demokratîk derxe holê. Tevgera femînîst bi cîhgirtina avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê de dê bikaribe tecrubeyên xwe yên dîrokî, ji bo jiyandarkirina paradîgmaya azadiyê bi kar bîne, di têkoşîna azadiya jinan de û avakirina jiyana azad de roleke mezin bilîze.






