Lîloz Hisên/Qamişlo
Deryaya Spî, şahida herî mezin a şaristaniyên kevnar e, bi rûbarê xwe ku nêzî 2,5 milyon km2 e, bûye xala herî girîng a stratejîk ku parzemînên Asya Efrîka û Ewropayê dighîne hev. Herwiha bûye pira di navbera çandên gelan de.
Deryaya Spî yek ji deverên herî cihêreng û girîng yên cîhanê ye. Ew xalek hevgirêdanê di navbera parzemînên Afrîka, Ewropa û Asyayê de temsîl dike, ev yek wê dike qadeke erdnîgarî ya bêhempa ku bandorek mezin li ser şaristaniyên mirovan di seranserî serdeman de kiriye.
Ji ber firehiya xwe, ev nav ji bo wê hat danîn, ji ber ku ava wê bi rengekî vekiriye, dişbihe avên okyanûsên mezin. Ji ber ku di navbera parzemîna Ewropayê li bakur û parzemînên Afrîka û Asyayê li başûr û rojhilat de ye, wekî Deryaya Spî hatiye binavkirin.
Rûbera wê: Rûbera Deryaya Spî dighêje bi qasî 2,5 milyon km2, ji du hewzên sereke pêk tê rêzeke kevirî ku dirêjahiya wê 140 km wan ji hev cuda dike.
Hewza rojava ya Deryaya Spî bi rêya Tengava Cebel Tariq ve bi Okyanûsa Atlantîk ve girêdayî ye, ku Afrîka û Ewropayê ji hev vediqetîne, di heman demê de hewza rojhilat ber bi aliyê rojhilat ve heta peravên Şamê ve dirêj dibe.
Kurahiya wê: Kurahiya Deryaya Spî ji herêmekê bo herêmeke din cuda ye, li ber sînorê Tûnis kurahiya wê dighêje nêzî 400 metre herwiha zêdetirî 5000 metre li ber sînorê wê bi Yûnanîstanê re ye.
Welatên hewza Deryaya Spî
Hewza Deryaya Spî devereke dewlemend a erdnîgarî û çandî ye, gelek welatên peravê yên li ser Deryaya Spî dihewîne. Di nav van welatan de yên herî berbiçav ev in:
Tirkiyê: Tirkiyê bi rêya Nîvgirava Anatoliyê li ser Deryaya Spî ye û bajarên wekî Antalya û Mersînê dihewîne.
Spanya: Xeta peravên Spanyayê li seranserê Deryaya Spî li herêmek bi navê Costa del Sol (Perava Rojê) dirêj dibe û bajarên wekî Barcelona û Valencia dihewîne.
Fransa: Perava başûrê Fransayê li ser Deryaya Spî deverên peravê yên mezin ên wekî Nice û Marsîlya dihewîne.
Îtalya: Xeta peravê ya navdar a Îtalyayê ji başûrê welat ber bi Deryaya Spî ve dirêj dibe, di nav bajarên peravê yên wekî Romayê, Napolî û Sîcîlyayê re derbas dibe.
Yewnanistan: Yewnanistan beşek mezin ji peravên rojhilatê Deryaya Spî pêk tîne û gelek giravên xweşik ên wekî Kret û Rodos dihewîne.
Misir: Deryaya Spî li perava bakurê Misrê dirêj dibe,û bendera Îskenderiyeyê yek ji benderên sereke yên li ser vê peravê ye.
Tûnis û Lîbiya: Peravên Tûnis û Lîbyayê li perava bakurê Deryaya Spî dirêj dibin û gelek bajarên peravê dihewînin.
Mexrib: Xeta peravê ya Mexrib li ser Deryaya Spî ji bajarê Tance heta bajarê El Hosema dirêj dibe.
Girava Qibrisê: Girava Qibrisê li rojhilatê Deryaya Spî wekî beşek ji hewza Deryaya Spî tê hesibandin.
Lubnan û Sûriyê: Lubnan û Sûriyê peravên rojhilatê Deryaya Spî parve dikin û xetên peravê yên wan bajarên wekî Beyrût û Tartusê ne.
Dîroka Deryaya Spî:
Di dîrokê de, gelek şaristaniyên mezin li derdora Deryaya Spî hatin avakirin, ji ber nirx û cihê wê yê statîjîk ê mezin, bi sedê salan û heya niha yek ji girîngtirîn dergehên avê û bazirganiya navdewletî ye.
Di demên kevn de ereban wekî Deryaya Romanî bi nav dikirin, di zimanê Înglîzî de û zimanên ku bi eslê xwe latînî ne bi “Deryaya ku di naveresa erdan de” dihat nasîn. Gelek nav lê hatin kirin wekî: Deryaya me bo Romanan, Deryaya Spî bo tirkan, Deryaya Mezin bo cihyan herwiha Deryaya Navîn bo Almanan, îhtîmaleke bi guman heye ku Misriyên kevn jê re digotin Keska Mezin.
Deryaya Spî 9 hezar sal berî zayînê dergûşa şaristaniyên mezin ên cîhanî ku ji destpêka avabûna komên mirovahiyên li Erîha, bû. Girêdaneke wêyî nêzîk bi pêşketina mirovahiyê di seranserî dîrokê hebû, ji ber ku ew cihê daketina peyamên ezmanî bû ku li herêmên rojhilatê wê de dihatin dîtin. Di heman demê de ew çavkaniya şaristaniyên mirovahî wekî şaristaniya Babîlî, Aşûrî, Misrî, Îgrîk, Farisî, Romanî, Fînîqî û Îsalmî bû, wekî din şaristaniya Rojavayî ku îro cîhanê birêve dibe.
Deryaya Spî rolên sereke di danûstendinên di navbera gelan herwiha dansûstendinê di astên rewşenbîrê û afrîner de, lîst. Derya hawîrdorek berdar a pêşketina huneran di hemû warên wê de wekî edebiyat, felsefe, mûzîk, stronomî û niha jî teknolojî, bû.
Şaristaniyên mezin li seranser û li ser qiraxên wê ji rojhilat ber bi rojava herwiha ji bakur ber bi başûr ve, ji Mezopotamiya(welatê di navbera her du çeman de) heya Misirê, ji Anatoliya û Tirwada heya Makedonyayê, ji bajar-dewletên Yewnanî heta şaristaniya Fenîkî, ji Kartacayê heta Romayê, ji Bexdayê heta Endelusê, ji Bîzansê heta Împeratoriya Osmanî û ji Îskenderiyeyê heta Bolognayê, belav bûn
Wekî din li ser qiraxên wê yek ji mezintirîn pirtûkxaneyên cîhana kevn (Pirtûkxaneya Îskenderiya li Misrê 300 berî zayînê) hat avakirin. Herwiha li ser peravên wê yekemîn pêşketinên fikrî li rojhilatê Deryaya Spî hat avakirin, ji serdema Helenîstîk heta derketina fîlozûfên wekî Thalesê Mîletosî, Anaksîmandros, Anaksîmenes, Pythagoras, Ksenophon, Diogenesê Apollon, Hîpokrat, Sokrates, Platon, û Arîstoteles (sedsalên 6, 5 û 4’an berî zayînê).
Deryaya Spî herêmeke dewlemend bi çand û dîrokê ye
Di herêma Deryaya Spî de gelek cihên dîrokî yên navdar li ser qiraxên wê hene, wekî Atîna, Romayê, Parîs, Stenbol, Qahîre, Barselona, Marsîlya û gundên xweşik ên peravê yên wekî Santorini li Yewnanistanê û Centro li Îtalyayê.
Gelek cihên çandî û mîratî hene wekî Akropolis li Atînayê û bajarê kevnar ê Pompei li Îtalyayê.
Di herêmê de geleke çand, ziman û olên cuda û cihêreng hene, ku pirrengiya wê ya çandê zêde dike û wê dike ciheke bêhempa ji bo lêkolîn, keşfkirin û têkiliyan çandî.
Girîngiya Deryaya Spî ya bazirganî û stratîjîk
Deryaya Spî ji hêla erdnîgarî ve di naveresta cîhanê de ye, îro ji ber bazirganî û çalakiyên keştîvaniyê, ew wekî yek ji deryayên herî qerebalix ên di cîhanê de tê hesibandin. Ew di navbera sê parzemînên girîng de cih digire wekî Ewropa, Afrîka û Asya.
22 welat hene ku sînorên wan ên deryayî beşek ji Deryaya Spî ne, 13 welat ji parzemîna Ewropayê li aliyê bakurê deryayê, pênc welat ji parzemîna Afrîkayê li aliyê başûr û çar welat ji parzemîna Asyayê li aliyê rojhilat in.
Deryaya Spî navenda herî mezin a barkirin, valakirin û veguhestina berhemên petrolê ye, ku bi rêjeya ji sedî 18 veguhestina cîhanî pêk tîne. Li peravên Deryaya Spî nêzîkî 600 bender hene, hin ji wan di nav benderên herî girîng ên cîhanê de ne.
Ji demên kevnar ve, Deryaya Spî girîngiyeke stratejîk a mezin bi dest xistiye, ji ber ku tengavên wê, wek Cebel Tariq û Dardanel ku wekî rêyên girîng tên nasîn, rastî gelek pevçûnên navneteweyî ji bo kontrolkirinê, hatin. Di encamê de, herêm bi cihêrengiya etnîkî, zimanî, olî, çandî û şaristanî ya mezin hatiye taybetmend kirin.
Bi keşfkirina cîhana bû di dawiya sedsala 15’an de di nav de her du Emerka başûr û bakur, girîngiya Deryaya Spî pir zêdetir bû. Deryaya Spî bi saya geşbûna mezin a bazirganiya navneteweyî, nemaze piştî vekirina Kanala Suweyşê di sala 1869’an de, ku rê li ber danûstandina deryayî di navbera Deryaya Spî û Deryaya Sor de vekir, bû “navenda cîhanê.
Girîngiya stratejîk a herêma Deryaya Spî tevî pêşketina veguhastinê û geşbûna herêmên dûr ên wekî Amerîka, Asya û Awistralyayê jî eşkere ye. Zêdetirî ji sedî 30 ji hemû keştîyên ku li okyanûsan dixebitin ji Deryaya Spî derbas dibin, herwiha zêdetirî ji sedî 40 ji tankerên petrolê vê herêmê wekî rêyek transît bikar tînin, ev yek bi saya nêzîkbûna wê ya bi Rojhilata Navîn re, ku ji sedî 70 zêdetir hinardekirina petrol û gazê ya cîhanê pêk tîne.
Welatên herêma Deryaya Spî salane zêdetirî 200 milyon geştiyaran dikişînin û ji hêla stratejîk ve, hêzên mezin dixwazin li vê herêma girîng hebûna xwe ava bikin, çi bi rêya avakirina baregehên leşkerî, navendên çavdêriya fezayê, an navendên sîxuriyê.
Qirêjiya Jîngehî li Deryaya Spî
Hewza Derayay Spî yek ji herêmên herî cihêreng ên jîngehî di cîhanê de ye, avhewaya Deryaya Spî bi germahiyên navîn, demsalên hevseng û mîqdara baranê ya nerm tê xuya kirin, ku ew ji bo çalakiyên bazirganî û hilberîner guncav dike.
Lêbelê, Deryaya Spî bi xetereya qirêjbûnê re rû bi rû ye. Li gorî lêkolînek ku di sala 2015’an de hatiye kirin, nîşan da ku zêdetirî 250 milyar perçeyên plastîk ji ber pêl û herikînên deryayê di nava avên wê de belav dibin, hin ji van plastîkan di kûrahiya deryayê de kom dibin. Ev qirêjî ji ber bandora zirardar a plastîkê li ser jîngeha xwezayî gefek mezin li ser jîngeha deryayê çêdike û ji bo demek dirêj, plastîk heta 1000 salan di nav avê de dimîne.
Di heman dmê de Deryaya Spî ji ber çalakiyên tankerên petrolê jî rastî qirêjiyê tê, ji ber ku ev keştîyên mezin salane zêdetirî 200 hezar ton sotemenî li peravên Deryaya Spî tê valakirin.
Rola Deryaya Spî di kontrolkirina hewa û avhewaya herêmê
Hebûna Deryaya Spî wekî çavkaniyeke avî li nêzî herêma Şamê, avhewaya wê ji çûlbûnê veguherand avhewaya navîn, ev tê vê wateyê ku nebûna Deryaya Spî d bibaya sedema xwedî avhewayeke çolbûnê ya hişk ba. Herwiha Deryaya Spî çavkaniyeke şilbûnê ye, ji ber zextên avhewayê yên ku ji Ewropayê tên û berî ku bighîje herêma Şamê enerjiyeke zêde bidest dixe.
Deryaya Spî dibe alîkar ku di rojên havînê de li herêma Şamê hewaya germ hinekî cemidî bike, ji ber ku ew herikînên hewaya şil peyda dike ku hewayê nerm dike û dibe sedema xuyabûna ewrên nizm.






