Gulîstan Xalid
Di demekê de ku pirsgirêka Kurd hîn jî yek ji dirêjtirîn û tevlihevtirîn pirsgirêkên siyasî yên Rojhilata Navîn e, daxwaza ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji Neteweyên Yekbûyî re kir ku gelê Kurd wekî neteweyek were naskirin û statuya “çavdêr” ji bo nûnerên Kurd were dayîn, gelekî balkêş û girîng e. Ev ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê her weha hewldaneke qanûnî û dîplomatîk e ku armanc dike deng û hebûna gelê Kurd di asta navneteweyî de bêtir were qebûlkirin û bihîstin.
Ev gav di heman demê de nîşana guhertineke di awayê têkoşîna Kurdan de ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi salan bi şer, astengkirin û siyaseta redkirinê hat rêvebirin, niha hewl tê dayîn ku ev mijar bi rêyên qanûnî, siyasî û dîplomatîk li ser maseya navneteweyî were danîn.
Di pergala Neteweyên Yekbûyî de statuya “çavdêr” rewşeke taybet e ku ji hin dewletan an rêxistinên ku ne endamên tam in re tê dayîn. Bi vê statuya, aliyê ku tê nasîn dikare di civîn û nîqaşan de beşdar bibe, fikr û nerînên xwe ragihîne û têkiliyan bi sazî û dewletan re pêş bixe, herçiqas mafê dengdanê tune be jî.
Ji ber vê yekê, daxwaza KNK’ê ne daxwaza endambûna Kurdistanê di NY’yê de ye. Belkî armanca wê ew e ku gelê Kurd wekî gel û neteweyeke bi taybetmendiyên xwe, bi ziman, çand, dîrok û daxwazên siyasî yên xwe, di asta navneteweyî de cih bigire û bi awayekî fermî nûnertî were kirin. Ev daxwaz di bingeh de li ser prensîbên mafê gelan ji bo nasname, mafê çandî û mafê biryardana li ser çarenûsa xwe ava dibe; prensîbên ku di gelek belge û peymanên navneteweyî de jî cih digirin.
Ji aliyê qanûnî û siyasî ve, pêkanbûna vê daxwazê ne hêsan e. Neteweyên Yekbûyî bi bingehî rêxistineke dewletan e û gelek biryarên wê bi hevsengiya berjewendiyên siyasî yên dewletan ve girêdayî ne. Lê dîrok nîşan dide ku hin netewe û gelên ku dewletên serbixwe nebûn jî di hin şertan de karîbûn cihêkî nûnertiyê di asta navneteweyî de bistînin. Ji ber vê yekê, herçiqas ku bi kurtayî pêkanbûna vê daxwazê dijwar xuya bike jî, pêşxistina wê bi xwe gelek girîng e. Ji ber ku her daxwazeke wisa pirsê Kurdan dike mijareke navneteweyî û bala raya giştî ya cîhanê ber bi vê mijarê ve dikişîne.
Daxuyaniya hevbeş a însiyatîfên gel ên li Rojava ku piştgirî da daxwaza KNK’ê, girîngiyeke taybet heye. Ev piştgirî nîşan dide ku daxwaz ne tenê daxwaza rêxistineke siyasî ye, belkî têkildarî hêvî û daxwazên beşeke fireh a civaka Kurd jî ye. Li Rojava, ku di salên dawî de tecrûbeyeke rêveberiya herêmî, xwe-rêvebirin, hevjiyana gelan û rêveberiya civakî pêş ket, gelek kes vê daxwazê wekî gavêkî ber bi naskirina hebûna siyasî ya gelê Kurd ve dibînin.
Her weha, piştgirîya civakî ji bo daxwazeke navneteweyî peyameke girîng dişîne cîhanê ku Kurd tenê daxwaza mafên kesane nakin, lê daxwaza ku wekî neteweyekê bi maf û nasnameya xwe di nav civaka navneteweyî de werin qebûlkirin jî hene.
Giringiya vê rojevê tenê di encama ku dikare were bidestxistin de nîne. Giringîya wê di vê yekê de ye ku pirsê Kurdan careke din di asta navneteweyî de tê nîqaşkirin. Ev daxwaz dikare derfetê bide ku maf, statû, nûnertî û çarenûsa gelê Kurd di çarçoveya qanûna navneteweyî de bêtir werin gotûbêjkirin.






