Cemîl Xoce
Di mehên dawî de, bûyereke balkêş qewimî. Pakîstan, ku bi salan e di bin gumanên Amerîkayê de dijiya, ji nişka ve bû navbeynkar di navbera Washington û Tehranê de. Fermandarê artêşa wê gelek caran serdana Tehranê kir. Serdana Washingtonê jî kir . Li Koşka Spî şîv xwar. Ev guhertin ne tesaduf e. Li pişt vê guhertinê maden, çek û wekî her car gelên ku berdêla vê didin, hene.
Ji Dijminatiyê Ber Bi Şîva Koşka Spî Ve
Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê, Amerîkayê bi guman li Pakîstanê dinêrî. Ew bi piştgirîkirina Talîban û El-Qaîdeyê tawanbar dikir. Piştî ku Usame Bin Ladin di sala 2011’an de li Pakîstanê hat kuştin, ev guman hîn bêtir zêde bû.
Lê belê ev wêne bi tevahî serûbin bû. Piştî şerê Sibata 2026’an ê li ser Îranê û agirbesta Nîsanê, Pakîstan bû cihê muzakereyên di navbera Amerîka û Îranê de. Fermandarê Artêşa Pakîstanê, Asim Munîr, çend caran di navbera Tehran û Washingtonê de çû û hat. Beşdarî şîvxwarineke fermî ya li Koşka Spî bû. Ev tiştekî wiha ye ku berê ji bo fermandarekî artêşeke biyanî bi vê şêwazê çênebûbû. Ev dîmen gerên dîplomatîk ên Henry Kissinger ên salên heftêyî yên di navbera Îsraîl, Misir û Sûriyeyê de tîne bîra mirov.
Peymana Madenan, Berdêla Wê Belûçî Ne
Di îlona 2025’an de, Amerîka û Pakîstanê ji bo derxistina madenên kêmpeyda wekî lityûm, kobalt, tûngsten, sifir û zêr, peymanek îmze kir. Ev maden di pîşesaziya çekan û teknolojiya nûjen de tên bikaranîn.
Piraniya van madenan li herêma Belûçistanê ne. Di heman demê de, Amerîkayê “Artêşa Rizgariya Belûçistanê” xiste lîsteya terorê. Ev rêxistin bi salan e li dijî hikûmeta navendî şer dike. Encam eşkere ye, xêr û bêrên di bin erdê Belûçan de ji bo şîrketên mezin û welatên dûr biçe ye. Di heman demê de, berxwedana xwediyên axê wekî “teror” tê pênasekirin. Ev model ne nû ye. Her gelekî ku li ser dewlemendiyeke mezin a xwezayî dijî, vê çîrokê baş dizane. Dewlemendî tê derxistin, gel jî xizan û dorpêçkirî dimîne.
Peymana Siûdî Erebistan-Pakîstanê Nexşeyê Diguherîne
Di 17’ê Îlona 2025’an de, Siûdî Erebistan û Pakîstanê peymaneke parastina hevpar îmze kir. Her êrîşeke li ser yek ji van welatan were, wekî êrîşeke li ser welatê din tê hesibandin. Ev peyman çend roj piştî êrîşeke Îsraîlê ya li ser Dohayê hat îmzekirin. Vê êrîşê welatên Kendavê pir tirsand.
Ya herî girîng jî ew e ku Pakîstan welatekî nuklerî ye. Ev peyman di pratîkê de tê wê wateyê ku Siûdî Erebistan niha di bin sîwana nukleerî ya Pakîstanê de ye. Ev yek, serdestiya nuklerî ya ku Îsraîlê bi dehsalan ji bo xwe parastibû, dişkîne. Ji ber vê yekê, Îsraîlî piştî vê bûyerê dest bi axaftina li ser “eniyeke sunî” ya nû kir ku li dora wan ava dibe.
Armanca Rastîn: Dorpêçkirina Îran û Çînê Ye
Çima Amerîka bi vê yekê razî dibe? Sedem ji Îran û Siûdî Erebistanê mezintir e. Amerîka dixwaze ewlehiya Asyaya Başûr bi Rojhilata Navîn ve girê bide. Armanca yekem dorpêçkirina Çînê ye. Çîn 65 milyar dolar di korîdoreke aborî de ku digihêje peravên Pakîstanê veberhênan dike. Ji bo ku xwe ji Tengava Melakayê ya xeternak dûr bixe, hewcedariya wê bi vê korîdorê heye. Armanca duyemîn jî zextkirina li ser Îranê ye piştî şerê dawî.
Armanceke sêyem a girîng jî heye. Hindîstan petrola Rûsyayê ya erzan dikire. Ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên sînorî, dest bi nêzîkbûna bi Çînê re kiriye. Amerîka dixwaze Hindîstanê ji Rûsya û Çînê dûr bixe. Nêzîkbûna nû ya bi Pakîstanê re, wekî kartekî zextê ye li ser Hindîstanê.
Berdêla Rastîn Kî Dide?
Hemû peyman bi navê “Ewlehiyê” tên îmzekirin. Lê belê, ewlehiya kê Çekên nuklerî, hevalbendiyên leşkerî û peymanên madenan, ji bo tu kesî ewlehiyeke rastîn ava nakin. Ew tenê rageşiyê ji herêmekê vediguhêzin herêmeke din û dikin ku herêmên gelên bindest û marjînal bibin qadên nû yên rûbirûbûna di navbera hêzên mezin de.
Gelê Belûç îro berdêla madenên bin axa xwe dide. Sibê jî, dibe ku Gelê Kurd li Îranê berdêla her tevgereke nû ya li dijî Tehranê bide. Ewlehiya rastîn ji bombe û peymanên nehênî nayê. Ji mafê her gelekî ku xwe bi xwe bi rê ve bibe, tê.
Pakîstan îro ne tenê navbeynkara di navbera Amerîka û Îranê de ye. Ew perçeyek e di lîstikeke mezin de ku Amerîka, Çîn, Îran, Hindîstan û Siûdî Erebistan li hev dicivîne ye. Maden, çekên nuklerî û hevalbendî, ev hemû li ser nexşeyeke nû ji nû ve tên birêkûpêkkirin. Pirsa herî girîng bê bersiv dimîne. Welatên mezin peymanan îmze dikin û li pêşberî kamerayan dikenin. Gelên mîna Belûç û Kurdan jî li kêlekekê li bendê ne û wekî her carê, gelo ew ê dïsa baca wê yekê didine?






