Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sema Yuce bi fikir, têkoşîn û biryara xwe bû mîras

17/06/2026
in Serbest
A A
Sema Yuce bi fikir, têkoşîn û biryara xwe bû mîras
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen

Sema Yuce bi fikir û biryara xwe rûpeleke nû li dîroka têkoşîna jinan zêde kir. Sema Yuce ji bo ku bibe bersîva herî xort li hember îtanetê di 21’ê Adara 1998’an de bedena xwe dide ber agir û bi giranî birîndar dibe. Di 17’ê Hezîranê de bi gotina “Ez bûm Newroz, ez bûm Mezlûm” dighêje asta şihadetê.

Ji Kewayê Hesinkar ber bi Mezlûm Doxan û haya Sema Yuca ku di 21’ê Adara 1998’an de agirê newrozê bi têkoşîn, berxwedanî, biryar û çalakiyên xwe girkirin û li pey xwe serdemeke ji têkoşînê hiştin ku kirin mîrasa hemdemî ji gelê Kurd û jinan re.

Kurtejiyana Şehîd Sema Yuce

Sema Yuce di sala 1971’an de li gundê Qerqeliya Jêrîn a girêdayî navçeya Dutaxa Agiriyê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gundê Qerqeliyê, dibistana navîn li navçeya Dutaxê û lîseyê jî Agiriyê dixwîne. Sema Yuce Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) qezenc dike û li wê derê Tevgera Azadiyê nas dike. Dema ku hîn biçûk bû bapîrê wê jê re digot “Leyla Qasim” û vê yekê jî ew ber bi lêpirsîneke kûr ve bir. Jixwe hîn dema biçûk bû jîr bû û her kesekê dizanî ku ew jî şopînera kevneşopa berxwedaniyê ye; ji bo wê di nav malbatê de jî her kesekê bi navê “Leyla Qasim” bang li wê dikir. Sema bi biryardariya xwe di sala 1989’an de derbasî beşa civaknasiyê ya ODTU’yê dibe û derbasê Enqereyê dibe. Polîtîkayên wan salan û gotinên wek “Me ew bin ax kirin û bi betonê ser pêça” ku li her aliyê Kurdistanê belav dibû, bû sedem ku Sema hîn di pola 3’yemîn a beşa civaknasiyê de bikeve pey bersivan û êdî ji bo xwe jiyana asayî nepejirîne. Di wan salan de, li wir ciwanên welatparêz nas dike û di nav ciwanên YCK’ê de cih digire. Di sala 1991’ê de dest ji zanîngehê berdide û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê PKK’ê dibe. Paşê diçe geliyê Bekayê û demekê ligel Rêber Apo dimîne, piştî demeke kin perwerdeyê dibîne û di sala 1992’an de bi komek hevalên xwe re vedigere qada Serhedê û dest bi xebatan dike.

22 sal cezaya

Di havîna 1992’yan de li navenda Agiriyê bi komeke hevalên xwe re di encama îxbaratekî de tên binçavkirin. Li dadgehê, parastina siyasî dike, piştî lêpirsîneke demdirêj sewqî dozgeriyê tê kirin û wê dişînin girtîgehê. Sema Yuce di rûniştina duyemîn a darizandina xwe de bi 22 sal di girtîgeha giran tê dadgehkirin. Destpêkê li Nevşehîr, dûre jî sirgûnî girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin. Di tevahiya pêvajoya ku di girtîgehê de dimîne li ser hişmendî û nasnameya jina azad xwe kûr dike. Herwiha nêzîkatiyek ku derdora xwe jî dikşand vê hişmendiyê nîşan dide û her yek ji hevalên xwe yên jin ên li girtîgehê re ji nêz de eleqedar dibe, ew jî bi xwe re pêş dixistin û di hişmendiya zayendî de kûr dikir.

Agirê newrozê bi bedena xwe gurkir

Sema Yuce li girtîgeha Çanakkaleyê û di 6’emîn sala dîlgirtina xwe de, ji bo ku balê bikşîne ser xeta xiyanetê ya li girtîgehê û polîtîkayên şer ên dewletê, di 21’ê Adara sala 1998’an de bedena xwe dide ber agir û bi vê çalakiyê dixwaze bibe bersiva herî mezin a li dijî xiyanetê. Sema di şeva 21’ê Adara 1998’an de bi gotina; “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adar ê de”, çalakiya xwe ya mezin pêk anî û çalakiya wê li tevahiya welêt deng veda. Sema di encama çalakiya xwe de pir giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Fakulteya niştekarî ya Stenbolê. Demek dirêj li nexweşxaneyê dimîne û di 17’ê Hezîranê de beriya ku bigihe şehadetê wiha dibêje; “Ez bûm Newroz, ez bûm Mezlûm.” Cema Yuce di nameya ku li pey xwe hiştiye wiha dibêje:

“Ez dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pirek. Ji bo ku ez bibim şagirteke zîrek a Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim weke Zekiya bişewitim, weke Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim li ser rêya hevrêyên xwe yên din de ku bûne Newroz bi biryardarî bimeşim. Dixwazim baweriya xwe ya ku jin jî dikare bibe hevrê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim. Armanca min ji vê yekê ew e ku bi pakkirina ji hemû pênaseyên bi esîltiyê têne zanîn, biqêrim ku xawêna wan mirovan e ku ew bixwe basît in lê xewn û xeyalên wan mezin in. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav bigihêjin azadiyê.”

‘‘Şervana azadiyê a mezin’’

Rêberê Apo ji bo Sema Yuca wiha dibêje: “Her şer, bi taybetî jî ji bo rawestandina şerê qirkirina giran a gelê me, kesayeteke mîna Sema ya têkoşer hewce dike. Rastiya Sema, tê wateya evîn, bedewî, xwedî nasnameya bi îdîa. Şervana azadiyê a mezin, tê wateya jina ku teslîmî mêr, bêevînî nebûye. Di vî şerî de ji bilî bidestxistina vê kesayetê tu tiştek nikare we bi rê ve bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.