Can Yûsiv
Helbestvan Elî Roj, helbest kiriye amûreke ragihandina êş û hêviyên gelê xwe, wî heq kiriye ku bibe yek ji çiraxên wêjeya Kurdî û dengê helbestê û bîranîna nasnameya Kurdî.
Di serdema nûjen de, nivîskar û helbestvanên Kurd ên pabedîdar rolek girîng lîstin di parastina çand û zimanê Kurdî de û di xurtkirina nasnameya neteweyî de li hember hewildanên tunekirin, qeraxkirin û înkarê ku di qonaxên cûrbicûr ên dîrokê de li ser gelê Kurd hatine kirin.
Wêjeya Kurdî veguheriye qadeke berxwedana çandî ku derbirîna hest û hişmendiya civakî ya gelê Kurd dike, bîra dîrokî ya gelê Kurd zindî dike û hebûna gelê Kurd li hemberî dijwariyan piştrast dike.

Di vê çarçoveyê de, helbestvan Elî Roj wekî yek ji wan dengên helbestî yên pabedîdar tê nasîn ku peyv di xizmeta doza Kurdî de bikar aniye, wî helbest kir amûreke ragihandina êş û hêviyên gelê xwe, herwiha minbereke parastin û berevaniyê ji bo nasname, ziman û çanda Kurdî.
Berhemên wî yên helbestî bi girêdaneke kûr bi rastiya jiyanê û pirsgirêkên civakî hatine diyarkirin, wî girîngiyeke mezin daye xurtkirin û parastina zimanê Kurdî wekî bingehek sereke ya mayîndehiya gel, berxwedan û domdariya nasnameya neteweyî.
Nivîskar û helbestvan Necim Ebdullah bi nasnavê “Elî Roj” tê nasîn, di sala 1977’an de ji dayîk û bavek Kurd (Hisên Necim û Helîme Sofî) li gundê Hemze Begê yê girêdayî bajarê Dêrikê hatiye dinyayê, ku ev herêm ji kevir û şûnwarên wê bêhna dîroka Medî û Sûbariyan jê dibarê, di dirêjahiya dîrokê de jî weke navendeke çand û hunerê maye, herwiha wek dergûşa şaristanî, dîrok û cihêrengiya ol û çandan bûye.
Gundê Hemze Begê xwe dispêre quntara Çiyayê Qerçoxê yê bi heybet, li nêzî bajarê Kurkê Rewal û şûnwara arkolojîk a Keçka Kezî , ku li wir xweza û dîrok di tabloyekê de bi hevdû digihînin, bîra cih û kûrahiya şaristaniya wê herêmê nîşan didin.
Li wir, di nav bêdengiya keviran û kevnariya şûnwaran de, çîrokên lehengan û vegotinên bav û kalan ji nifşekê bo nifşekî din dihatin vegotin, ev çîrok û bîranîn di xeyala wî yên zarokatiyê de şîn dibûn, hişmendiya wî xurt dikirin û ji temenekî biçûk ve ew bi kok, dîrok û nasnameya xwe ve girêdidin.
Elî Roj ji malbateke welatparêz, kedkar û kurdperwer a kevnare û resene , ku eslê wê vedigere eşîra Kiçan, malbat ji sêzdeh kesan pêk tê; heft bira û şeş xwişk.
Ew di himbêza dayîk û bavê xwe de mezin bûye, ku nirxên rûmet, mêrxasî, hezkirina welat û dilsoziya li hember doza gelê xwe di can û dilê wî de çandin û bi nirxên resen ên kurdî ve girêdabûn ku piştre bûn parçeyekî bingehîn a kesayetî û nêrîna wî ya rewşenbîrî û wêjeyî û çavkaniyek domdar ya îlhama wî ji bo parastina çanda gel, ziman û nasnameya wî ya neteweyî.
Wî îlhama tîpên xwe yên yekem ji heybeta çiyayê bilind ê Qereçoxê wergirt, ku di hiş û wijdana wî de wateyên berxwedanê, serbilindiyê û girêdana bi ax û welat re çand. Herwiha, peyvên xwe ji çîrok û gotinên dapîran di şevên dirêj ên zivistanê de vehûnand , bi saya wan pênasî efsaneyên gelêrî û çîrokên lehengan bû; ku bûn beşeke girîng ji hişmendiya wî ya çandî û neteweyî.
Herwiha jêhatîbûna xwe ya helbestî ji stranên şivanan ên li zozan û mêrgan, ji lawikên jinan di dawetan de û ji sirûdên palevanan di demsalên bereket û çinînê de wergirt.
Di ezmûna wî de, dengên xwezayê bi bîranîna cih û giyanê mîrasê re têkil hev bûn, ji vê dewlemendiya mîrasê, kesayetiya wî ya wêjeyî hêdî hêdî giş bû, heta ku helbestên wî bûn dengvedana ruhê Kurdistanê, çîrokên gelê wê, êş û hêviyên wan.
Nîşaneyên yekem ên meylên wî yên wêjeyî û çandî ji temenekî biçûk ve dest pê kirin. Ew di nav jîngeheke Koceran de mezin bû, ku bi dewlemendiya xwe ya hunerî, çandî û helbestî dihate nasîn. Ev jîngeh bû sedem ku hezkirina peyv û nivîsandinê di dilê wî de geş bibe û hesta afirînerî û vegotinê di hundirê wî de şiyar bike, herwiha, ew bi dorhêla xwe ya çandî û bi gelek hunermend, helbestvan û rewşenbîrên ku di qada çandî ya kurdî de şûna xwe ya taybet hiştibûn, bandor bû.
Wekî Muhemed Teyîb Tahir, Silo Koro, Nizar Hac Yûsiv, Yûsiv Misêlîx, Serdar Berojî, Wehîd Murad, Melvan Resûl û gelek afirînerên din, yên ku bi tîp û peyvên xwe helbestên herî bedew afirandin, û bi melodî û awazên xwe stranên herî xweş pêşkêş kirin, ku di dewlemendkirina wijdana Kurdî de roleke mezin lîstin û hebûna çanda kurdî di bîrdanka civakî ya gelê kurd de afirandin.
Ji kaniyên gundê xwe yên dewlemend bi mîrasa gelêrî û ji çavkaniyên helbestî û ramyarî yên Cegerxwîn، Sedayê Tîrêj û Ehmedê Xanî, ew fêrî bingehên helbestê, ziman û nivîsandinê bû, berhemên wan ji bo wî bûn çiraxên ku rêyên yekem ên afirîneriya wî ronî kirin û asoyên afirînerî û hişmendiya neteweyî li ber wî vekirin.
Herwiha, civatên wêjeyî , stranên gelêrî û çîrokên ku ji nifşekê bo nifşekî din hatine veguhestin, dibistana wî ya yekem ava kirin û jêhatîbûna wî ya afirînerî xurt kirin, û di wijdana wî de hezkirina edebiyatê kûrtir kirin, herwiha, girêdana wî bi nasname û çanda kurdî re xurtir kirin; ku her dem di ezmûna wî ya helbestî û rêwîtiya wî ya ramyarî de amade mane.
Elî Roj xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwend, û paşê qonaxên amadeyî û navîn li bajarê Dêrikê domand, lê belê, wî nekarî xwendina xwe ya zanîngehê bidomîne , ji ber ku di temenekî biçûk de tevlî rêfên tevgera rizgariya Kurdistanê bû, dibin bandora şehadeta xalê xwe Omer û pismamên xwe Ceger, Omer û Dilovan de ku bandoreke mezin li ser wijdan û kesayeta wî ya netewî kirbûn.
Ev serpêhatiyên destpêkê bûn sedem ku hişyariya wî ya netewî bi hêz bike û pabendbûna xwe bi pirsgirêkên gelê xwe re xurt bike, ji lewra di nava girseyên gel de tevlî xebatên rêxistinî û civakî dibe ,bi vî awayî zanistên pratîkî û têgihiştineke nêzîk ji rastiya civakê û daxwazên wê bi dest dêxe.
Di sala 1994’an de tevlî refê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û ku ew qonax bû êstgehek girîng di rêwîtiya wî ya ramyarî û têkoşînî de.
Elî Roj di sala 2000 de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û ji wê demê heta niha gelek helbest, gotar, bîranîn, jînenîgarî û serpêhatiyên kesayetî nivîsandine.
Berhemên wî di hejmareke mezin ji malperên elektronîkî, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û heta niha jî, ew bi domdarî di qadên edebî û çandî yên Kurdî de di xebit e, û herwiha li gel vê yekê di warê ragihandinê de jî roleke çalak digire.
Wî çar dîwanên helbestan, bi şêweya helbesta nûjen û azad weşandine, ji wan sê dîwan bi zimanê erebî ne û yek jî bi zimanê kurdî ye, û li hundir û derveyî Rojava hatine çapkirin.
Dîwanên wî yên bi zimanê erebî ev in:
1- Pargînên Rûh.
2- Rondik di axivin.
3- Em bi hev re dimeşin.
Di zimanê kurdî de jî yek dîwanê wî heye:
1- Jana Peyvan.
Her wiha pirtûkeke hevpar bi Şehîd Herkûl re, bi navê “Efsaneya Şehadetê” bi zimanê Erebî û Kurdî li ser jiyana şehîdên Rojava weşandiye.
Di heman demê de, du bîranînên wî bi zimanê kurdî hatine weşandin:
1- Temenê Jiyanê
2- Xewna Şeveke Birîndar.
Ji bilî van berheman, wî hejmareke mezin ji bîranîn, çîrok, ramîn, helbest û nivîsên din ên nehatine weşandin hene, ku hîn jî di qonaxa amadekirin, sererastkirin û çapkirinê de ne.
Bi rêya pirtûk, gotar û nivîsên xwe yên edebî, Elî Roj hewl dide ku bi zimanekî resen ku ji ruhê çiyan û jîngeha kurdî dertê binivîsîne.
Herwiha di helbestên xwe de dixwaze rastiya berxwedanê, lehengiya cangoriyên azadiyê û serpêhatiyên jiyana wan ragihîne.
Her dem, hewl dide ku bîranîna şehîdan vejîne û fedakariya wan zindî bihêle, bi rêya helbest û nivîsên xwe ku bîranîn, çîrok û ezmûnên mirovî yên girêdayî bi rêwîtiya têkoşîn û azadiyê ve, belge bike.
Ew hîn di serdema ciwaniya xwe de ye, bi hezkirin û hewesa xwe ya zûdest a ji bo edebiyat û peyvê pêşve diçe .
Ew ezmûna xwe ya helbestî bi şêwazên cuda yên azad û nûjen bi kar tîne , û her dem hewl dide amûrên xwe yên hunerî pêş bixe û jêhatîbûna xwe ya afirînerî xurtir bike.
Di destpêka xwe de, di bin bandora şêwazên çend helbestvan û nivîskarên ku di wêjeya Kurdî û Erebî de şopek berbiçav hiştine mabû , bi taybetî Cegerxwîn، Sedayê Tîrêj، Cibran Xelîl Cibran û Nizar Qebanî , herwiha li gel komeke bijarte ji nivîskar û helbestvanên kurd.
Ev bandor di zimanê wî yê helbestî û di wêneyên wî yên hunerî de xuya bû, berî ku hêdî hêdî biserkeve di avakirina şêwaza xwe yê taybet de, ku karîbû hevgirtinekî di navbera hestê neteweyî, û pîvana mirovî û bedewiya hunerî de çêbike.
Ew hîn, di bilindahiya xebata xwe ya afirîneriya edebî û helbestî de ye û bê westan û bêzar helbestên xwe bi xêzên ronahiyê vedihûne, ji jiyanê, bîranînê û doza gelê xwe îlhama xwe werdigire؛ ku agirê afirîneriyê di hundurê wî de geş dike,dilê wî hîn jî bi hunereke resen lêdixe, û bi diyariyek ku dîmena wêjeyî û çandî ya kurdî dewlemend dike, diherike.
Elî Roj di xebata xwe ya wêjeyî û çandî de karîbû peyvê bike pirek di navbera paşeroj û îroyîn de, di navbera bîr û nasnameyê de û di navbera mirov û axa wî de.
Helbestên wî ne tenê nivîsên helbestî bûn, lê bûn şahidên zindî li ser qonaxeke tijî bûyer û fedakariyan, û belgeyeke wêjeyî ya ku êş, hêvî û daxwazên gelê xwe yên azadî û rûmetê tomar dike.
Bi rêya dîwan, pirtûk û gotarên xwe, ew beşdarî dewlemendkirina pirtûkxaneya edebî ya kurdî û erebî bûye, di wê baweriyê de ku edebiyat berî ku huner û bedewî be, peyamek û berpirsiyariyek e, ji ber vê yekê, her dem dilsozê ziman, çand û nirxên xwe yên mirovî maye, û helbest kiriye minberek ji bo rastî, azadî û dadperweriyê.
Bi vî awayî, Elî Roj yek ji wan dengên edebî yên kurdî dimîne ku bi dilsozî û sekinandineke xurt xetîreya peyvê hilgirtine, û di parastina bîra civakî û xurtkirina nasnameya çandî ya kurdî de beşdariyek girîng kirine.
Bi saya berhemdariya xwe ya domdar û afirîneriya xwe ya dewlemend, wî heq kiriye ku bibe yek ji çiraxên wêjeya kurdî û dengekî helbestî yê ku di qada çanda kurdî de diherike.
Hêviyên min ji bo helbestvan Elî Roj, serkeftin, serbilindî û geşbûnek zêdetir bidest bixe, û ku berhemdariya xwe ya afirîner û xizmeta xwe ya ji bo wêje û çanda kurdî herdem bidomîne.






