Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5 stasyonên elektrîkê yên herî mezin li Sûriyê

17/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
5 stasyonên elektrîkê yên herî mezin li Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Pênc stasyonên elektrîkê yên herî mezin di Sûriyê de hene, ev stasyon navenda sereke ya elktrîkê ya ji bo tevahî Sûriyê temsîl dikin û rola herî girîng di piştgiriya tora elektrîkê  ya welêt de dilîzin.

Tevî rola van pênc stasyonên elektrîkê yên herî mezin li Sûriyê di dabînkirina elektrîkê de, ew bi pirsgirêkên mezin ên têkildarî qirêjî, kêmbûna sotemeniyê û bandorên şer re rû bi rû dimînin, lê belê hîn jî ew hêmaneke sereke ya binesaziya neteweyî ne.

Ev stasyon ji bo pêkanîna pêdiviyên herêmên cûda, bi awayekî stratejîk hatine avakirin, ku xwe dispêrin teknolojiyên cûrbecûr, di nav de gaz, buxar û hîdroelektrîk.

Li gorî daneyên ji sektora elektrîkê ya Sûriyê li platforma enerjiyê ya taybet (ku navenda wê li Washingtonê ye), stasyon ji hêla kapasîteyên hilberînê ve ji hev cuda ne, stasyona Dêr Elî ji ber kapasîteya xwe ya mezin ya herî berbiçav e. Di heman demê de Bendava Tebqayê nimûneya herî balkêş e ji bo enerjiya hîdroelktrîkê.

Di vê çarçoveyê de, ev rapor li ser her yek ji 5 stasyonan nêrînek berfireh pêşkêş dike, kapasîteyên wan ên hilberînê, teknolojî û pirsgirêkên herî berbiçav ên ku ew pê re rû bi rû dimînin rave dike.

Stasyona Dêr Elî

Satasyona Dêr Elî, dikeve başûrê Şamê, yek ji mezintirîn tesîsên elektrîkê li Sûriyê ye, ku kapasîteya hilberîna giştî heta 1500 megawat e.

Stasyon ji du dorhêlên hevgirtî pêk tê, her yek ji wan du turbînên gazê û turbîneke buxarê dihewîne, bi kapasîteya 250megawatt ji bo her turbînekê.

Projeya duyemîn a berfirehkirina stasyona elektrîkê di sala 2011’an de dest pê kir û di sala 2019’an de hate ceribandin, 750 megawat zêdetir li torê hat zêdekirin, bi lêçûnek giştî gihîşt nêzî 670 milyon euro (697.62 milyon dolarê Amerîkî).

Dêr Elî ji ber karîgeriya xwe ya bilind û kapasîteya xwe ya hilberînê, di nav 5 stasyonên elektrîkê yên herî mezin ên Sûriyê de ye û wekî ya herî girîng tê hesibandin. Stasyon bi giranî bi gazê dixebite û îhtîmala bikaranîna mazotê jî heye.

Stasyona Hêzê ya Cender

Stasyona elektrîkê ya Cender 30 kîlometre li başûrê parêzgeha Humsê ye û kapasîteya wê ya giştî 1290megawatt e.

Stasyona Cender bi teknolojiya çerxa tevlihev ve girêdayî ye, ku tê de germahiya ji hêla turbînên gazê ve tê hilberandin ji bo çêkirina buxarê tê bikar anîn û turbînên buxarê yên din dixebitîne.

Stasyona elektrîkê 4 turbînên gazê û 2 turbînên buxarê dihewîne, ji ber karîgerî û cûrbecûr teknolojiyên wê, ew dike yek ji 5 stasyonên elektrîkê yên herî mezin li Sûriyê.

Stasyona Helebê

Stasyona Helebê yek ji stasyona stratejîk li bakurê Sûriyê ye, ku elektrîkê dide deverên derdorê. Ew ji 5 yekîneyên buxarê pêk tê ku kapasîteya wan bi tevahî 1100 megawat e, ev yek jî wê dike yek ji stûnên sereke di nav 5 stasyonên elektrîkê yên herî mezin ên Sûriyê de.

Di şerê Sûriyê de gelek zirar gihaşt stasyona elektrîkê, ji ber vê yekê di sala 2015’an de hat rawestandin. Paşê, yekîneya pêncemîn di sala 2022’an de bi kapasîteya 200 megawat vegeriya xizmetê.

Bendava Tebqayê

Bendava Tebqayê, ku wekî Bendava Firatê jî tê naskirin, yek ji girîngtirîn projeyên hîdroelektrîkê li Sûriyê ye.

Bendav di sala 1978’an de hatiye avakirin, kapasîteya wê ya giştî 880 megawat e. Ew ji 8 yekîneyên hilberînê ve pêk tê, ku her yek ji wan kapasîteya 110 megawat e.

Ji bilî rola wê di hilberîna elektrîkê de, bendav dibe alîkar di avdanî û rêxistina avê de, ev yek wê dike beşek girîng ji binesaziya enerjiyê ya Sûriyê û mînakek sereke ya serkeftina projeyên hîdroelektrîkê.

Stasyona Banyasê

Stasyona elektrîkê ya Banyas li bakurê rojavayê Sûriyê ye û yek ji pênc mezintirîn stasyonên elektrîkê yên li Sûriyê ye. Ew di du qonaxan de hatiye avakirin, ya yekem di sala 1982’an de û ya duyem jî di sala 1989’an de ku hatiye vekirin, bi kapasîteya giştî ya 680 megawat.

Ev stasyon bi sotemeniya giran dixebite, ji ber vê yekê ew berpirsiyarê rêjeyek mezin ji qirêjiya herêmê ye.

Stasyona elektrîkê ya Banyasê ji ber belavbûna gazên wê di hewayê de, rastî pirsgirêkên jîngehê yên mezin rûbirû ye, herwiha li hemberî rexneyên berfireh hatiye. Tevî vê yekê, stasyon hîn jî hêmaneke girîng e di dabînkirina elektrîkê ji bo Sûriyê de ye.

Stasyona El-Zara

Stasyona elektrîkê ya El-Zara li Hemayê yek ji nûtirîn stasyonên Sûriyê ye, bi kapasîteya giştî ya 660 megawat dixebite û li ser 3 yekîneyên buxarê hatiye belavkirin.

Stasyona El-Zara bi giranî xwe dispêre gazê û dema ku pêwîst be dikare sotemeniyê bikar bîne, ew xwedî pergalên pêşketî yên birêvebirin û lênêrîna elektrîkê ye, ku ew dike modelek pêşketina teknolojîk di nav 5 stasyonên elektrîkê yên herî baş ên li Sûriyê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.