Ehmed Hesen
Hevpeymana Medîneyê ji aliyê hizretî Mihemed ve di nava salên 622 û 623´an de hatiye çêkirin. Hevpeymane Medînê weke “şûraya Medînê” jî tê bi navkirin. Di wê demê de di destpêkê de hevpyemanê bi wê dawî li şer û pirsgirêkên di nava aşîrên Hws û Hazreç´ê têne. Armanca hevpeymane Medînê ew bû ku Cihû jî, Mesihî jî û komên din ên cuda yên bawerî jî di nav de di bin sêwane ´ummetê´ de bigihêne hevdû bû. Bi hevpeymane Medînê Mafê komên civatî yên ji hev cuda û baweriyên din jî ên ku hene, di nava cîhana îslamê û ummetê de hatiya misogerkirin. Piştre ku Îslamiyet pêşket û serdest bû, bi hinek xalên ku hatine lê zêdekirin re têkiliya nava misilmanan û ne misilmanan wê bi hevdû re çawa bê, bi wê hatiya dayîn kifşkirin. Hevpeymana Medînê, di çerçoveya ummetîyê de hebûna civakan bi çandî û sîyesî nas dike û diparêze. Her wisa mafên xwe jiyandin û domandinê yên baweriyên cuda jî nas dike. Bi vî rengî, hevpeymana Medînê weke “destûra bingehîn” a îslamê û pergale wê ya ummetê jî hatiye bi navkirin. Ev hevpeyman tevî ku zêdetirî 1400 sal di ser wê re derbas dibe jî, lê heta roja îro jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî derbasdar e û dikare bibe hêza çareseriyê, rêber Apo jî di vê derbarê de behsa vê peymanê dike û weke kilîta çareseriyan dibîne. Di roja îro de çendîn mile û misliman behsa vê peymanê bikin jî, lê di rastiya xwe de li ser rûyê erdê nayê meşandin. Ger hatibûya pêkanîn, belkî îro rewşa Rojhilata Navîn û gelên misliman ên şerpezebûyî, koçberbûyî û rojane li ber qirkirinê ne, ne ev rewş bûya.
Armanca hevpeymana Medînê ew bû ku Cihû jî, Mesihî jî û komên din ên cuda ên bawerî jî di nav de di bin sêwana ´ummetê´ de bigihîne hevdû bû. Bi hevpeymane Medînê Mafê komên civatî yên ji hev cuda û baweriyên din jî yên ku hene, di nava cihane îslamê û umetê de hatiya misogerkirin. Piştre ku Îslamiyet pêşket û serdest bû, bi hinek xalên ku hatine lê zêdekirin re têkiliya nava misilmanan û ne misilmanan wê bi hevdû re çawa bê, bi wê hatiya dayîn kifş kirin. Hevpeymana Medînê, di çerçoveya ummetiyê de hebûna civakan bi çandî û sîyesî nas dike û diparêze. Her wisa mafên xwe jiyandin û domandinê ya baweriyên cuda jî nas dike. Bi vî rengî, Hevpeymane Medînê weke “destûra bingehîn” a îslamê û pergale wê ya ummetê jî hatiye bi navkirin. Mirov dikare di çarçoveya avakirina sîstemeke civakî ya demokratîk de vê peymanê weke modeleke serkeftî ya ji bo civakên rojhilata navîn bibîne û li şûna sîstemên dewleta netewe weke alternatîfa sereke bibîne.
Di heman demê de li dijî hemû pirsgirêkên şer û pevçûnan ên ku taybet civakên li Rojhilata Navîn jiyan dikin, pêwîstî bi sîstemeke rasteqîn a wiha heye, ev yek jî bi naskirina demokrasiya hemdem tê arastekirin.






