Stêrk Mihemed/Qamişlo
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim diyar kir ku ew ji aliyê Zanîngeha Szczecinê ya polandî ve hatin vexwandin da ku derbasî Ewropayê bibin û wiha got: “ Mebesta me ji van hevdîtinan xurtkirina têkiliyên zanistî di navbera herdu zanîngehan de ye.”
Di 25’ê Gulanê de Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê ji bo pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî di heman demê xortkirina têkiliyên di navbera zanîngeha Kobanê û Ewropî de derbasî gelek bajarên Ewropî bû. Bi vê derbasbûnê re şandeyê sardana gelek zanîngeh û dibistan kir, herwiha beşdarî gelek komxebat, civîn, nîqaş û panêlan bû.
Daxwaza vekirina korsên Zimanê Kurdî li zanîngeha Szczecinê
Di 25’ê Gulanê de şandeyek ji Zanîngeha Kobanîyê ji bo beşdarbûna xebata 8’emîn a Konferansa Navneteweyî ya Rêveberî û Siyasetê de ku ji aliyê Zanîngeha Szczecin ve tê organîzekirin, çûn Polondayê. Di konferansê de akademîsyon û lêkolînerên ji gelek welatên cuda amade bûn. Ev beşdarbûn di çarçoveya xurtkirina hevkariya akademîk û pevguhertina ezmûnên zanistî di navbera Zanîngeha Kobanê û saziyên perwerdehiyê yên navneteweyî de pêk hat. Herwiha hin panêl lidarketin ku têde gelek hevdîtin bi nûnerên zanîngehên cûr bi cûr re çêkirin. Li ser rêbazên têgihîştin û xurtkirina hevkariya hevbeş hate nîqaşkirin, bi awayekî ku xizmeta pêşvebirin û pêşxistina pêvajoya perwerdehiyê, di heman demê de, hevserokê Zanîngeha Szczecinê daxwaza vekirina korsên Zimanê Kurdî li zanîngeha xwe kir û Zanîngeha Kobanîyê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina van korsan nîşan da.
Serdana dibistan û zanîngehan
Di berdewamiya serdanan de şandeya ji Zanîngeha Kobanê di çarçoveya hewildanên xwe yên ji bo xurtkirina têkiliyên akademîk ên navneteweyî de, bi awayekî fermî sardana Zanîngeha Frankfurtê ya li Almanya kir. Hevdîtin bi rayedarên zanîngehê re hate kirin, ku derfetên hevkariya hevbeş di perwerdehiya bilind, lêkolînên zanistî û danûstandina akademîk de hatin nîqaşkirin. Di dema serdanê de, şandeyê behsa tecrûbeyên zanîngehê di rêveberiya akademîk, hevkariyên navneteweyî û bernameyên wê yên perwerdehî û lêkolînî de, kirin. Herwiha her du aliyan girîngiya pêşxistina têkiliyên akademîk û vekirina rêyên nû ji bo hevkariya di navbera her du saziyan de tekez kirin. Di heman demê de şandaya zanîngeha Kobanê semînereke li ser sîstema perwerdehiyê di zanîngehên Rojava de û makînizmeya entegrasyonê pêşkêş kirin. Di berdewamiya serdanan de Şandeyê serdana Dibistana Luksemburgê ji bo fêrkirina Zimanê Kurdî kir. Herwiha di derbarê parastin û pêşvebiriya zimanê Kurdî di nava civakê de şopandin hate kirin. Hejayî gotinê ye 35 xwendekar li dibistanê zimanê xwe yê dayikê fêr dibin. Şandeya serdena gelek dibistanên bi zimanê Kurdî kirin.
Hevdîtin û civîn
Şandeya zanîngeha kobanê li Navenda Lêkolînên Kurdî bi hejmarek akademîsyen û lêkolînerên Kurd ên li Almanya re civiyan. Herwiha şandeyê Zanîngeha Kobanê serdaneke fermî li Zanîngeha Steinbeis kir da ku ji nêz ve fêrî bernameyên akademîk û projeyên pêşerojê yên zanîngehê bibe. Di çarçoveya serdanê de, civîneke berfireh bi Prof. Dr. Abdulillah Polat û Judith Füsgen re hate lidarxistin. Hate pêşniyarkirin ku xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bikarin bi rêya bernameyên wekî Zoom an Microsoft Teams, beşdarî ders û perwerdehiyên pratîkî yên di warên ji dayikbûnê, anestezî, lênihêrîna intensîv û (odeya şokê) de bibin. Di heman demê de Dr. Eşref Mehmûd rêveberê nivîsgeha têkiliyên navneteweyî li Zanîngeha Kobanê, li baregeha nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiyan.
Şirovekirina rewşa Rojava û Sûriyê
Zanîngeha Kobaniyê Li Almanyayê deriyê hevkariya akademîk berfirehtir kir. Di çarçoveya serdanên Ewropayê de, Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê, Mislim, di 9’ê Hezîranê de serdana zanîngeha EvH Bochum ya li bajarê Bochumê kir. Di hevdîtinê de behsa rewşa giştî ya Sûriyê û Rojava kirin. Herwiha, M. Şervan Mislim Zanîngeha Kobaniyê û armancên gera xwe ya Ewropayê ji nûnerên zanîngehê re pêşkêş kir. Ev gav dikare di pêşerojê de bibe bingehek ji bo avakirina hevkariyên akademîk ên fermî di navbera herdu saziyên perwerdehiyê de. EvH Bochum zanîngehek e ku bi taybetî li ser warên zanistên civakî û teolojiya xiristiyanî dixebite. Li wir nêzîkî 2,700 xwendekar dixwînin û zanîngeh xwedî têkiliyên akademîk ên fireh bi gelek zanîngehên Almanî û navneteweyî re ye. Şande ji hevserokê Zanîngeha Kobaniyê M, Şervan Mislim û Dr. Eşref Mehmûd Rêvebirê Ofîsa Têkiliyan pêk dihat serdana Zanîngeha Azad a Brukselê li Belçîkayê kir. Li wir bi Dr. Gerrit Luts nûnerê zanîngehê re civiya. Herwiha şande li kampusa zanîngehê geriyan, serdana çend fakulte û navendên akademîk û lêkolînê kir ku li ser bernameyên perwerdehiyê û mekanîzmayên xebatê yên ku li zanîngehê têne bikar anîn, nas kirin.
Şandeyên zanîngeeha Kobanê semîner û gotar pêşkêş kirin
Li Zanîngeha Turinyo sempozyûma navneteweyî ya “Sûriya ber bi ku ve?” bi beşdariya komeke ji akademîsyen û lêkolînerên navneteweyî dest pê kir. Şandeyeke fermî ji Zanîngeha Kobaniyê li ser vexwendina organîzatoran beşdar bû. Di rûniştinan de veguherînên siyasî, civakî û aborî yên li Sûriyeyê û perspektîfên qonaxa din hatin nîqaşkirin. Di çarçoveya sempozyûmê de, M, Şervan Mislim gotarekê bi navê “Hevtemamkirina Akademîk û Ezmûna Saziyên Perwerdehiya Bilind li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” pêşkêş kir, ku tê de ew ê vîzyona zanîngehê ji bo perwerdehiya bilind li welêt pêşkêş bike. Roja duyemîn a Sempozyûma Navneteweyî ya bi navê “Sûriye ber bi ku ve?” bi semînera Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê dest pê kir. Di rûniştina yekem de, Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê M, Şervan Mislim semînerek pêşkêş kir û gelek akademisyen û lêkolînerên ji welatên cuda beşdarî bernameyê bûn.
Pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî di navbera her du zanîngehan de
Zanîngeha Kobanê ji Zanîngeha Bochumê ya Almanya nameyek fermî wergirt, ku tê de peywendiya xwe ya ji bo pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî di navbera her du saziyan de nîşan dide. Şandeyek ji Zanîngeha Kobaniyê beşdarî konferansa li ser dîyasporaya Kurd li Almanya bû. Li ser vexwendina fermî ya komîteya amadekar, şandeyek ji Zanîngeha Kobaniyê beşdarî konferansa akademîk a navneteweyî ya bi navê Dîyasporaya Kurd, Bandora Navneteweyî û Vîzyonên ji bo Pêşerojê bû, ku li Bonnê Almanya hate lidarxistin. Komek ji akademîsyen, lêkolîner û kesayetên çandî û civakî yên navdar beşdarî konferansê bûn. Di berdewamiya sardana de Şandeya Zanîngehê serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçandî li Almanya kir. Di heman demê de bi armanca xurtkirina hevkariya zanistî û danûstandina zanîna akademîk. Bi armanca xurtkirina hevkariya zanistî û danûstandina zanîna akademîk. Zanîngeha Kobaniyê peymanek hevkariya hevbeş bi Navenda Lêkolînên Kurdî re li Bochum, Almanya îmze kir. Herwiha serdan û kom xebatên şandeya zanîngeha Koabnê wê heya 20’ê Hizîranê berdewam bikin.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ji Rojanameya me re axivî.

Şervan Muslim da xuyakirin ku berî niha jî zanîngeha Kobanê hevpeymanek bi zanîngeha Szczecinê îmze kir û wiha got: “Em ji aliyê Zanîngeha Szczecinê ya polandî ve hatibûn vexwandin da ku em derbasî Ewropayê bibin û beşdarî kom xebata du rojan a “Aborî û Rêveberî” bibin. Herwiha berî niha jî di 9’ê Kanûna 2025’an de Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin a Polanda hevpeymanek bi armanca weşandina lêkolînên akademîk ên herêmî û navneteweyî, îmze kir. Di heman demê de me gelek nîşaq û xalên cûda li vê lihevkirinê zêde kirin. Ji bo derbasbûna kursên zimanê Kurdî ji zanîngeha Szczecinê di heman demê de derbaskirina kursên bi zimanê polandî bi rêya Zomê ji zanîngeha kobanê re lihevkir hate kirin û di dawiyê de em ê bawernameyan bidin. Herwiha me sardana gelek zanîngeh û propêsoran kir û em ê di dema pêş de jî serdanîn xwe berdewam bikin. Kom xebatên ku ji aliyê zanîngeha Îtalî û gelek zanîngehên din ve lidarxisitin em têde amade bûn.”
‘Mebesta me xurtkirina têlikiyan di navbera zanîngeha Kobanê û Ewropayê de ye’
Şervan Muslim destnîşan kir ku serdanên wan wê heya 20’ê Hizêranê berdewam bike û wiha domand: “Mebesta me ji wê sardanan xortkirina têkiliyên zanîngeha Kobanê bi zanîngehên Ewropî re ye. Hemû zanîngehên ku me serdanî kirine bi awayekî erenî nêz dibûn û piranî wan dixwastin ku di zanîngehên xwe zimanê kurdî were fêrkirin. Hevdîtinên me wê heya 20’ê Hizêranê berdewam bikin, bi taybet li polanda em ê sardana du zanîngehên din bikin. Herwiha em ê belgeyên lihevkirinê îmze bikin hemû hevdîtinên me wê di vê çarçoveyê de bin. Herwiha piştî vegerê jî em ê hemû xalan di warê pratîkê de pêk bînin.”






