Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mafê hêviyê bûye mijareke navnetewî û pêwîstiyeke serdemî

17/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Mafê hêviyê bûye mijareke navnetewî û pêwîstiyeke serdemî
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo di serdema heyî de bûye daxwaza her mirovekî azadîxwaz. Deng û daxwazên navnetewî ji bo pêkanîna mafê hêviyê jî bûye rojeveke sereke. Di pêvajoyeke wiha hestyar de jî pêwîstî bi vî mafî heye ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê bi rê ve bibe û aştiyeke rasteqîne pêk bê.

Mafê hêviyê têgehek zagonî ye ku di zagonên mafên mirovan ên Ewropayê de gelek girîng tê hesibandin. Ev maf li ser vê bingeha ku her girtî, tevî kesên ku cezayê girtîgeha heta hetayê lê hatiye birîn jî, divê derfeteke rewa ya venêrîn û azadbûnê hebe. Mafê hêviyê yasayekî girîng e ji bo kesên dîlgirtî, nexasim kesên ku di bin sûcên azadî û wekheviyê de ji bo civakê hatibin girtin û cezakirin. Ev têgeh yekm car Dadgeha Ewropayê ya Mafê Mirovan di sala 1950’î de derxist, bi wateya ku maf ji bo kesên girtî yên ku hukmê mayînde li wan hatibe birîn, tê dayîn piştî ku demeke destnîşankirî ew kes azad bibe, ev dem jî ji welatekî cudatir e ji welatekî din. Herwiha yekem car mafê hêviyê sala 1977’an di dadgeha destûrî ya Elmaniyê de hat pêkanîn. Li gorî standardên ku DMME’yê diyar kiriye, divê piştî 25 salan rewşa girtî were nirxandin. Li gorî DMM’yê Armanca vê nirxandinê ew e ku bê zanîn ka girtî guheriyaye? ji bo civakê metirsîdar maye yan na û gelo domandina cezayê hîn jî pêwîst e? Wekî tê zanîn ku ji 1999’an ve Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye, li gorî biryarên DMME’yê, êdî Rêber Apo maf dar e ku derfeta mafê hêviyê bi dest bixe.

Xelatgirên nobelê 3 caran daxwaza mafê hêviyê dikin

Piştî banga wî PKK’ê ragihand ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî aniye û weke organîzasyonekê xwe fesix kiriye. Di vê çarçoveyê de par 88 xelatgirên Nobelê û bi sedan sazî û kesayetan ragihandin ku ew piştgiriyê didin hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo jiyana bi hev re. Di salvegera banga 2025’an de Birêz Ocalan daxuyaniyeke nû weşand ku tê de dilsoziya xwe ya bi aştiyê û demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê careke din destnîşan kir.  Di heman demê de 82 xelatgirên Nobelê careke din di 9’ê Pûşpera 2026’an de bi nameyeke nû banga pêkanîna biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo û mafê hêviyê, kirin. Koma ji 82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hate xwestin ku biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bê bicihanîn û “mafê hêviyê” bê garantîkirin. Ev bang bû banga sêyemîn ku di nava sê salên dawî de ji aliyê Xelatgirên Nobelê ve li Komîteya Wezîran tê kirin. Di nameyên beriya niha de işaret bi mercên tecrîda giran ên ragirtina Rêber Apo hatibû kirin, piştgirî ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re hatibû dayin û hatibû xwestin ku “mafê hêviyê” jî di nav de mafên wî yên hiqûqî bêne naskirin.

Helwesta DMME’yê ji mafê hêviyê û Rêber Apo?

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dibêje ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e û divê girtî ji vî mafî bê par nemînin. Her mirov, sûcekî çi qasî giran kiribe jî, xwediyê mafê guhertinê ye. Divê hêviya azadiyê ji wan neyê standin. Nehiştina vî mafî weke êşkenceyê tê dîtin. Di pratîkê de tê çi wateyê? Mafê hêviyê, ji bo kesên ku cezayê girtîgeha heta hetayê lê hatî birîn û ji mafê azadiya rewa bê par in, rêbazeke hiqûqî ye. Li gorî vê yekê piştî 25 salan rewşa girtiyan tê nirxandin. Di heman demê de komîsyonên taybet vê nirxandinê dikin û derfeta azadiya rawa tê dayîn. DMME’yê derbarê Rêber Abdullah Ocalan tekez dike ku girtina bêyî hêviya azadiyê ya heta dawiya jiyanê li dijî mafên mirovan e. Ev yek binpêkirina xala 3’yan a peymana mafên mirovan e û Tirkiye van biryaran pêknaîne. Lewma jî di sala 2014’an de DMME’yê têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan li dijî Tirkiyê de biryarek girîng da. Dadgehê diyar kir ku cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî ya ku li ser Rêber Ocalan tê sepandin, ji ber ku tu mekanîzmayeke venêrînê nîne, berdewamiya vê yekê jîî li dijî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran berê di civîna Îlona 2025’an de dosyeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de bû û bi navê “Grûba Gurban” tê naskirin nirxandibû. Wê demê ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku li ser guherandinên qanûnî agahî bide. Lê di civîna Hezîrana 2026’an de mijara “mafê hêviyê” nehat rojevê û li ser vê mijarê nirxandinek nehat kirin. Ev yek jî gumanan li ser zelalbûn û pêkaîna biryarên DMME’yê ava dike, di demekê de ku sala 2014’an xwest mafê hêviyê pêkbîne, xist rojeva xwe, lê di dema heyî de ku hewcedarî bi pêkanîna vê biryarê heye ji bo Rêber Apo, DMME’yê naxe rojeva xwe û zagona xwe bi destê xwe bin pê dike.

Parêzerê Rêber Apo li ser mafê hêviyê wiha dibêje:

Parêzerê Rêber Apo dema ku Ajansa ROJ NEWS pê re çêkirbû, derbarê mafê hêviyê de wiha got: Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê piştî di Îlona 2024’an de biryara ‘Mafê Hêviyê’ dîsa xist rojeva xwe û got ku divê di nava salekê de têkildarî vê biryarê gav bê avêtin û divê di nava salekê de Tirkiyê têkildarî mijarê me agahdar bike. Tevî vê yekê jî di navbera Îlona 2024 û Îlona 2025’an de jî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser vê biryara komîteyê tu gav neavêtin. Komîte di Îlona 2025’an de dîsa civiya û gotin ku di demek ku li Tirkiyê pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin û ji bo birêvebirina vê pêvajoyê li meclisê komîsyonek hatiye avakirin, ev komîsyon dikare biryara ‘Mafê Hêviyê’ pêşkeşî meclisê bike û divê êdî li ser vê yekê demildest gavên şênber bên avêtin. Herwiha komîteyê ji Tirkiyê re got heta Hizîrana 2026’an di vê derbarê de te çi gav avêtibin, wan agahdar bike. Vaye em di meha 6’an a 2026’an de ne hîna jî tu gav nehatine avêtin. Komîsyona ku di bin banê Meclisê de hatibû avakirin jî di rapora xwe de rasterast bal nekişand ser mafê hêviyê. Di hinek mijaran de mînak divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan were bicihanîn. Konseya Ewropayê her serê sê mehan civînên xwe li dar dixin, berî civînê ji xwe rojeva xwe diyar dikin. Mafê hêviyê vê civînê nexistibû rojeva xwe. Divê civîna bê tim di rojeva wan de mafê hêviyê hebe. Banga me ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ew e ku di civînên siberojê de heta ku biryara mafê hêviyê bê dayîn, tim yek ji mijara esasî ya wan mafê hêviyê be.

Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêwîstiyeke serdemî ye

Zêdeyî salekê ye ku pêvajoya aştiyê ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, piştî salvegera vê pêvajoyê Rêber Apo bal kişand ser xetimîna vê pêvajoyê û girîngî da wê yekê ku dewleta Tirkiyê êdî gavan bavêje. Her kes dibêje dê gavên dewleta Tirk çawa bin? Gav dê bi vî rengî bin, piraniya hêzên siyasî yên Kurdî li ser asta Kurdistanê dibêjin divê mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ku ev maf ji bo wan rewa ye, were pêkanîn. Di heman demê de gav di warê zagonî de ji hêla dewleta Tirk ve werin avêtin, makezagoneke nû bi rengekî demokratîk were derxistin. Ev gav li ser Tirkiyê gelekî zehmet in, ji ber ku ew ji demokratîkbûnê gelekî dûr e, hewcedariya pêvajoyê bi Rêber Apo heye, bi guhertina rewşa wî heye ku bikaribe rewşa gelê Kurd li Bakur, rewşa gelên din li Tirkiyê û tevahiya herêmê ji nêz ve bibîne, binirxîne û bikaribe pirsgirêkan çareser bike. Doza Rêber Apo ne tenê mijar rewşa kesekî normal ku girtî be, ev doz bûye pîvanek ji bo nirxandina asta pêkanîna biryarên DMME’yê li Tirkiyê, ango bê çiqasî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dixwaze vê mijarê çareser bike, gelo dikare zextê li dewleta Tirk bike ji bo pêkanîna biryara 2014’an a mafê hêviyê. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 9-11’ê Hezîranê li bajarê Strasbourg ê Fransayê, civîna 1563yemîn a Mafên Mirovan lidar xist. Di civînê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ku nehatine bicihanîn, jinûve hatin nirxandin “xemgîniya xwe ya kûr” derbarê girtina berdewam a Kavala û nebicîhanîna biryarên DMME’yê de anîne ziman û daxwaza be. Di biryara derbarê Osman Kavala de ku ji sala 2017an vir ve di girtîgehê de ye, biryarên berê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku endaman rdana Kaval kirin e. Gavên wiha ku li ser asta navndewletî dibin cihê nîqaşê, pir baş in, lê kêm dimînin, ji ber ku kesê vê pêvajoyê bi rê ve dibe, ji biryarên DMME’yê mehrûm dimîne, ev yek jî li dijî zagonên DMME’yê ye. Ji şerê cîhanê yê yekem ve heya roja îro hatiye tekezkirin ku şer û çek nebûne bersiv ji gelan re, lê belê aştî û demokrasî rêya çareseriyê ne. Di dema heyî de rewşa Rojhilata Navîn di nav de Kurdistan û Tirkiyê rastî tevlîheviyeke mezin tê, şer û pevçûn tên domandin, lewma Rêber Apo pêvajoyeke aştiyê daya destpêkirin, ev pêvajo jî kêm maye, ji ber ku yê vê pêvajoyê bi rê ve dibe di bin tecrîdeke girankirî de ye, rewşa Rojhilata Navîn ji nêz ve naşopîn, da ku ev yek pêkwere û pêvajo bi rengekî baş pêş ve biçe, divê mafê hêviyê were pêkanîn ji bo Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku mafê hêviyê pêwîstiyeke serdemî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.