Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Parastina taybetmendiyên Kurdan di herêmê de armanca peymanê ye’

17/06/2026
in ROJEV
A A
‘Parastina taybetmendiyên Kurdan di herêmê de armanca peymanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Endamê Rêveberiya Giştî ya PYD’ê Hesen Koçer diyar kir ku bingeha lihevkirina 29’ê Çileyê ew e ku taybetmendiyên Kurdan di herêmê de bên parastin, ji bo wê niha lihevkirin gav bi gav ber bi pêkanînê ve diçe, lê di gavên hikumetê de derengmayîn heye. Koçer tekez jî kir ku pêwîst e ew ji tecrûbeyên berê dersan derxînin û destûrekî demokratîk ji bo Sûriyê pêş bixin.

Têkildarî Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şara’ de, herwiha pêşveçûn û astengiyên wê, endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Hesen Koçer bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Peymana 29’ê Çileyê ket meha xwe ya 5’an, ger ku em van 5 mehan binirxînin; peyman gihaştiye ku de rê û di kîjan qonaxê de ye?

Ji bo têgihiştina lihevkirina 29’ê Çileyê, pêwîst e ku em hinekî li ser rewşa berî wê jî biaxivin. Civîna Parîsê ya ku di 5’ê Çileyê de pêk hat pêwîst e ku mirov bi baldarî binirxîne. Di vê civînê de hêzên herêmî û navnetewî beşdar bûn. Civîn li Fransayê pêk hat û wan hêzên navnetewî ronahiyek kesk da hikumetê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ev mijar bi taybetî di derbarê herêmên ku berê di destê rêjîmê de bûn de derket holê. Me piştî hilweşandina rêjîmê ew herêm girtin, lê paşê ji wan herêman xwe kişandin. Li dûv vê yekê komployek hat amadekirin û êriş pêk hatin. Ev êriş di 6’ê Çileyê de ji Helebê dest pê kir û li wir gelek komkujiyên nediyar hatin kirin. Ev civîn ne tenê li ser Helebê bû, lê belê civînek bû ku armanca wê êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Armanca sereke ew bû ku îradeya gelên herêmê bişkîne, projeya demokrasiyê tesfiye bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Lewra piştî Helebê, êriş ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve fireh bû. Ji ber vê yekê, civîna Parîsê civînek li dijî projeya demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ji xwe beriya vê civînê bi rojekê ku di 4’ê mehê de rûniştina rêveberiyê bi hikumetê re çêbû wan gotibûn ku em ê li ser hin mijaran li hev bikin û herî kêm lihevkirinên heyî bicîh bînin. Lê di 5’ê mehê de wan dest bi êrişan kir. Ji ber vê yekê, girîng e ku gelê me vê lihevkirinê baş fam bike. Yanî êriş, xwevekişandin û komploya wan bi civîna Parîsê ve girêdayî ye û em nikarin vê mijarê ji wê civînê cuda bikin. Ev êriş dewam kirin û hovîtiyeke mezin hat meşandin. Dixwestin komkujiyan li ser civakê bînin û heta gelên herêmê ketin destê wan de, Tebqa, Reqa û Dêrazor jî ketin bin kontrola wan. Hedefa wan ne tenê ew herêm bûn, lê dixwestin ber bi herêmên Kurdan jî werin ku li Rojavayê Kurdistanê jî êrişan pêk bînin.

Ji xwe lihevkirina ku çêbûye jî, hinekî girêdayî rewşa pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kiriye. Ji ber rawestandin şer ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne qute. Ev rawestandina şer, nehişt ku êriş li ser bajarên Kurdan bên kirin. Heger ev êriş pêk bihatana, li ser bajarên Kurdan dê komkujiyên mezin pêk bihatana. Li ser vê bingehê lihevkirina 29’ê Çileyê çêbû. Herwiha lihevkirin jî di nav zext û şertên dijwar de pêk hat. Stratîjiya lihevkirinê ew bû ku hinek taybetmendiyên civak û netewa Kurd di herêmê de bên parastin. Ev lihevkirin gav bi gav ber bi pêkanînê ve diçe. Herwiha di bingeh de, tiştê ku em niha dikin entegrasyon nîne, lê pêkanîna lihevkirinê ye. Heger mirov 14 bendên vê lihevkirinê baş bixwîne, dê bibîne ku taybetmendiyên Kurdan di wan de cih digirin. Di nav van bendan de mijarên leşkerî, hebûna hêzên esayîşa herêmê, avakirina lîwayan û mijarên îdarî hene. Pêwîst e ku mudîriyet bên çêkirin û karmendên Rêveberiya Xweser ên vê herêmê tevlî van saziyan bibin. Herwiha, mijarên ziman û çandê jî divê bên parastin. Li ser vê mijarê, Serokê hikumeta demkî, Ehmed El-Şara, mersûma 13’an belav kir, lê aliyê wê yê destûrî neda pêş. Gotina ku zimanê Kurdî zimanekî neteweyî ye, ne têrkere, pêwîst e ku zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî jî were nasandin. Ji ber vê yekê, zimanê Kurdî divê di destûrê de were nivîsandin û di dibistanan de were hînkirin. Ev yek ji daxwazên me yên bingehîn e. Ev lihevkirin divê li Kobanê û Cizîrê jî were pêkanîn.

Niha tiştê ku em pêş dixin pêkanîna vê lihevkirinê ye. Li ser vê bingehê, pêkhateyên gelê Sûriyê wê çawa di hikumeta Sûriyê de cih bigirin, an jî beşdarbûna Kurdan di hikumet, parlamentoyê, wezaretan û mudîriyetan de wê çawa be, ev hemû di çarçoveya vê lihevkirinê de têne nirxandin û me li ser wê bingehê ev lihevkirin pêk anî.

Girêdayî lihevkirinê jî zehmetî hene wekî; mudaxeleya ji derve li ser heye. Netewperestên Ereb dixwazin wê xerab bikin, dewleta Tirk jî naxwaze ev lihevkirin pêk were. Yanî gelek alî destê xwe dixin nav û dixwazin ku ev lihevkirin pêk neyê. Beşek ji wan netewperestan propagandayê dikin û dibêjin; “Çima taybetmendiyên Kurdan bingeh werin girtin? Çima parêzgeha Hesekê bi vî awayî bê rêvebirin û taybetmendiyên wê bêne parastin?” Her tim êriş li ser vê mijarê heye, lewra pêkanîna vê lihevkirinê jî ne rehete. Niha, di aliyê me de, em dixwazin ku ev lihevkirin pêk were. Lê di aliyê wan de carinan derengmayîn tê dîtin û carinan jî hinek kesan diyar dikin ku dibêjin divê ev bin, û dixin bin zext û zorê de, hem jî mudîriyetan dixin bin zextê û dixwazin li ser herêmê desthilatdariyek wekî dewlet ava bikin. Berê jî me digot ku em naxwazin Sûrî parçe bibe û em dixwazin tevlî dewleta Sûriyê bibin. Lê sîstema me sîstemek bi temamî ji sîstema Sûriyê cudatir hatibû avakirin. Di aliyê me de hinek kêmasî û kurtî jî derdiketin holê. Di aliyê wan de jî derengmayîn heye. Ew dixwazin sûcê her tiştî biavêjin ser me û bibêjin ku me ev pêvajoyê pêk neaniye. Lê hikumet jî gavên pêwîst nagire û tiştên ku divê bi lez bên kirin nakin; mudîriyetan sererast nakin û taybetmendiyên Kurdan wekî bingeh nagirin.

Mijara herî zêde nîqaş li ser tê meşandin kîjane? Weke perwerde, edalet û hwd… herwiha astengiyê derdikevin çi ne?

Derengmayîna di mijara Edeletê de pirsgirêkên hene. Di destpêkê de hikumetê wek helwestek diyar kir ku divê hûn dev ji dadgehan berdin û teslîmî me bikin. Lê bi vî rengî nabe, ji ber ku 14 sal in li vir sîstema dadgehê heye û nikare bi hêsanî bê rakirin. Piştî wê me li hev kir û me got ku hinek ji dadwerên wan û hinek ji yên me bi hev re dadgehê bimeşînin. Piştre mijara tabeleyê derket holê û heta niha jî mijara edaletê sekniye û pêş neçûye. Di aliyê wan de hin tişt tên ferizkirin, lê di aliyê me de ev tişt nayên qebûlkirin, ji ber vê yekê ev mijar bi giranî tê meşandin.

Di mijara ziman de jî gelek xal hatine nîqaşkirin. Gelek xal hene ku mirov dikare çareser bike. Em dixwazin ku di destûrê de were nivîsandin ku minhac bi Kurdî û Erebî be, li herêmên Kurdan Kurdî û li herêmên Ereban Erebî were bikaranîn. Niha em li ser vê mijarê nîqaş dikin. Ji bo me ziman û çand gelek girîng in, civaka me jî divê di vî warî de hişyar be. Ne tenê em ziman dixwazin, me 14 salan bi zimanê xwe li dibistan û zanîngehan xwendiye û beşên me yên zanîngehê jî hene. Lê divê zimanê me di destûrê de bê nivîsandin û wek mafê netewek û civakekê di Sûriyê de were nasîn. Bi xwezayî, di bin sîwana hikumetê û di çarçoveya dewleta Sûriyê de em dixwazin ku çand û zimanê Kurdan bê parastin. Heta ku ev yek bê qebûlkirin jî, dê gelê Kurd têkoşîneke mezin bidin meşandin. Ma heger ziman neyê qebûlkirin, wê Kurd bi çi erkê tevlî hikumetê bibin? Em Kurd in, lê di heman demê de em welatiyên Sûriyê ne. Têgeha hemwelatiyê ya klasîk êdî nemaye, lê ji ber ku sîstema dewletê tim yekalî bûye, her dem mijara hemwelatîbûnê dikeve nav pirsgirêkên neteweyî. Pirsgirêka me bi dewleta Sûriyê re ye, ne bi netewa Sûriyê re. Li ser vî esasî, di aliyê ziman de jî gelek nîqaş hene, lê hîn negihiştine encamek ku tê xwestin. Encama bingehîn ew e ku zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanek fermî. Li gorî daxuyaniyên komîteya lihevkirinê jî, ev mijar hîn bi hikumetê re tê nîqaşkirin. Mimkûn e ku piştî du salan minhaca hikumeta Sûriyê were amadekirin, lê divê Kurdî jî di wê de cih bigire. Herwiha, komên minhacê yên Rêveberiya Xweser û yên dewletê divê bi hev re nîqaş bikin û bigihêjin encamek hevbeş. Hemû nasnameyên me jî divê bên qebûlkirin. Heger ev nasname neyên qebûlkirin, tu nikarî vê minhacê bide meşandin. Ji ber vê yekê, qebûlkirina wan pêwîst e.

Ji bo demên pêş li ser mijara destûr nîqaş wê bin kirin an na?

Rengê destûrê hîna ne zelal e. Lê ji bo destûrekî nû û demokratîk li Sûriyê, pêwîst e ku dewlet li ser bingeha hevbeşî û hemahengiyê were avakirin. Di parlamentoyê de divê her kes cihê xwe bigire, di wezaretan de jî para hemû pêkhateyan hebe. Divê ev hemû di destûrê de bi awayekî zelal werin diyarkirin. Heger ev tişt neyên sererastkirin, em ê dîsa vegerin çargoşeya yekem, di encamê de dîktatorî, kuştin û tevlihevî derkevin. Sedema şoreşa Sûriyê jî berxwedana li hember van bû. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku em ji tecrûbeyên berê dersan derxînin û destûrekî demokratîk ji bo Sûriyê pêş bixin, destûrek ku hemû kes mafên xwe tê de bibînin. Bi taybetî, divê îradeya jinan jî di destûrê de cih bigire. Heger îradeya jinan tê de nebe, ew dewlet nikare bibe dewleteke demokratîk. Ji ber ku heger rêz ji jinan an ji cinsiyetekê neyê girtin, wê çawa rêz ji hemû netewe û pêkhateyan re bê girtin? Lewra pêwîst e ku sîstemek li ser bingeha demokrasiyê, wekheviyê û dadperweriyê were avakirin.

Peyama te ya dawî ji bo gelên Sûriyê çi ye?

Ji bo serkeftina vê lihevkirinê, em ê hewl bidin ku zemîna şer ji holê rakin û aştî were parastin. Lê ger niyeta şer hebe, ev lihevkirin dikare têk biçe. Ji ber vê yekê, niyet gelek girîng in. Hemû pirsgirêk bi diyalog û gotûbêjê tên çareserkirin, ne bi şer. Em li dijî şer in. Ger gelên Sûriyê bikevin nav şerekî nû, pirsgirêkên aborî, ewlehiyê û betalbûna kar dê zêdetir bibin. Lewma divê hemû van pirsgirêkan bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Bangewaziya me ew e ku gelên Sûriyê dev ji netewperestî û olperestiyê berdin, hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin. Bi aqilê berê em nikarin Sûriyê dîsa bixin nav şerekî navxweyî ku tenê yên sûdê li ser şer ava kirine, jê feyde bibin. Ji ber vê yekê, divê xîtaba kînê bê rawestandin û cihê wê bibe xîtabên aştî, hevgirtin û yekîtiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.