Farûk Sakik
Di konferansa “Di sedsala duyemîn de veguherîna demokratîk a komarê” de, nîqaş û nirxandinên balkêş derketin pêş.
Min hinek aliyê dîrokî şopand. Di nirxandinekê de, her wekî li hember Kurdan bi civîna Îzmîtê dijminatî hatî destpêkirin. Berevajî. Di wê civînê de Ataturk behsa biratiya herdu gelan dike. Li ser pirsa rojnamevanek behsa ‘xweseriya Kurdan’ dike.
Çima serî li hîleyek bi vî rengî dide? Pêvajoya Lozanê ye. Şertên giran yên peymana Sewrê li ser milê wan e. Pêdiviya wan bi Kurdan heye. Ji bo vê yeke di navbera salên 1919 û 1923’yan de gelek sozan didin Kurdan û ji bo Kurdan îkna bikin axaftinên bi hêvî dikin.
Dema ku di 14’ê Hezîrana 1934’an de, bi hejmara 2510’an ‘Qanûna Îskana Mecbûrî’ ku hat qebûlkirin, her tişt zelal bû.
Metna qanûnî ya herî radîkal, di nav sînorên serweriya dewletê de; di warê ziman, çand û mekan-cîh de ji nû ve organize-dîzayn were kirin.
Bi vê qanûnê re tiştek dinan jî kirin. Kesayetiya hiqûqî ya êşiran hat rakirin. Dest danîn ser milkên serokêşîr, beg û axayan û malbatên van kesan ber bi bajarên rojava ve ji bo îskana mecbûrî hatin sirgûnkirin.
Ji Farqînê ji malbata Azîzoglu jî hatibû koçberkirin.
Farqîn yek ji mekanên xebata welatparêzên Kurd, bû. Malbata Azîzoglu jî malbatek welatparêz bû û di hemû serdeman de di nav xebatên azadiya Kurdistan de cîh girtibûn.
Piştî serhildana Şêx Seîd bi qanûna ‘mecbûrî Îskan’ malbata Azîzoglu jî sirgunî Çanakkale navçeya Babaeskî kiribûn.
Di sala 1939’an de li vêder zarokek malbata Azîzoglu hat dinê. Ji bo ku malbat bi qanûna “mecbûrî Îskan” hatibûn sirgun kirin, navê vî zarokî ‘Îskan’ danîn.
Îskan û malbata xwe piştî sal û demên dirêj ê li sirgûnê, carek dina vegeriyan axa xwe Farqînê.
Di sala 1969an de li vê navçeya Amedê Farqînê zarokek Îskan Azîzoglu hat dinê. Navê wê Delal danîn.
Delal Azîzoglu mezin bû. Ji bo rakirina vê qanûna Îskanê ya mecbûrî û ji bo ku wan sozên li Îzmîtê hatibûn dayin, dest bi têkoşînê kir. Delal di dawiya sala 1992´yan de li Eyaleta Amedê beşdarî nav refên PKK´ê bû. Li çiayê azad û ew jî êdî azad bû. Di gerîlatiyê de navê ‘Raperîn’ girt û di nav tevgerê de jî wek ‘Rapaerîn Amed’ hat nasandin.
Pêşenga Tevgera Jinên Azad a Kurd û Endama Dîwana Serokatiya KONGRA-GEL bû.
Raperîn Amed (Delal Azîzoglu) li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 17’ê Hezîrana 2022’an (Roja Qanûna Sirgunê ket meriyete), di encama êrîşa dewleta Tirk a bi SÎHA’yê şehîd bû.
Raperîn Amed û partiya wê bi salan bû ji bû vê dewletê û vê zîhniyetê biguherîne, bine ser wan soz-kodên salên 1919 û 2023an têdikoşiyan. 52 sal têkoşînek çekdarî dabûn.
Di sala 2025’an de Rêber Ocalan, ji bo ev dewleta îro vegere wan salên sozê dabûn Kurdan ew îknakir.
Di sedsalî de gelek tehrîbatên mezin di her qadên jiyanê de pêkhatine. Telefî û dermankirin pirr zehmet bû. Kurd îroj dixwazin rojek zû, bêçek ev yek werin çareser kirin.
Heger wan ewroj bi Qanûna Îskana Mecbûrî malbata Ezîzoglu neşanda sirgunê wê Raperîn Amed- Delal Ezîzoglu wê şer nekira. Ewê ev komar demokratik buya.
Îroj heval û rêberê Raperîn, şansek nû didin dewletê û dibêjin; em ji mexdûriyeta bapîrên xwe, hun jî ji xetayên bapîrên xwe dersek derxin. Em vegerin ew welatê di sala 1919an de me xeyal dikir, em ji nû de avabikin.






