Ronahî Sadûn/Qamişlo
DAIŞ wekî komeke terorê li Iraqê derket holê. Kontrola wê ya erdnîgarî di sala 2019’an de li Sûriyê bi tevahî bi dawî bû û niha ew veguheriye şaneyên veşartî yên belavbûyî. DAIŞ ne tenê xeteriyeke leşkerî, lê siyasî, civakî û fikrî ye jî ku niha hewldanên zindîkirina wê ji nû ve tê kirin.
Derketina DAIŞ’ê
DAIŞ yek ji komên tundrew ên herî xeternak ên sedsala 21’an e. Derketina vê komê ne bûyerekî ji nişkê ve bû, lê encama gelek şertên siyasî, civakî û ewlehiyê bû.
Ji zêdetirî 80 welatî komkirina çeteyên DAIŞ’ê pêk hat
Çeteyên biyanî: DAIŞ xwe dispêre toreke peydakirina endaman a cîhanî ku bi rêya propaganda bi hezaran çeteyên biyanî û cîhadîst ji zêdetirî 80 welatan kom kir.
Destpêka terorê
Bingeh an jî rehên DAIŞ’ê vedigerin sala 1999’an, dema ku Ebû Musab Zerqawî li Urdunê komek bi navê Cema’at el-Tewhîd wel-Cîhad ava kir. Piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve di sala 2003’an de, çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên xwe yên çekdarî kir û di sala 2004’an de bi El-Qaîdeyê re girêdayî bû. Piştî mirina Zerqawî di sala 2006’an de, wê navê xwe guherand û kir Dewleta Îslamî ya Iraqê (DAIŞ). Şer û bêîstîqrariya li Iraqê şert û mercên guncaw ji bo mezinbûna DAIŞ’ê afirandin.
Şerê Sûriyê û berfirehbûna DAIŞ’ê
Di sala 2011’an de, li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir. DAIŞ’ê ji valahiya ewlehiyê sûd wergirt û çalakiyên xwe li Sûriyê berfireh kir. Di sala 2013’an de, DAIŞ’ê navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Di Hezîrana 2014’an de, DAIŞ’ê bajarê Mûsilê kontirol kir û Ebûbekir el-Bexdadî damezrandina “xîlafetê” ragihand. Ev yek bû sedem ku bi hezaran kes ji çar aliyên cîhanê bên beşdarî nava wê bibin.
Tawanên DAIŞ
DAIŞ gelek tawanên giran li ser gelek deveran û sivîlan pêk anîn. Bi awayekî mezin komkujî li ser sivîlan çê kir û hejmareke mezin ji mirovên bê guneh serê wan jê kirin. Bi sedema kiryarên DAIŞ’ê bi hezaran mirov ji cih û warê xwe koçber bûn. Li kêlek van tiştan DAIŞ’ê sûcên herî mezin û bêrêziya herî xerab li hemberî jinan da meşandin, jin bi hejmareke mezin dan firotin an jî ew bi xwe re dizewicandin. Zarok jî bûn qûrbanên xerabiyên wê. Di heman demê de li cihê ku DAIŞ derbasî wê dibû, cihên dîrokî dihilweşandin û gelek xerabiyên mezin ên ku nayên jimartin pêk anîn. Heta ku di sala 2016’an de Neteweyên Yekbûyî kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Êzîdî wekî jenosîd bi nav kir.
Şerê li dijî terorê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî re
Şerê li dijî DAIŞ’ê (Dewleta Îslamî) ji destpêkê heta niha, bi giranî li ser xaka Iraq û Sûriyê (Başûr û Rojavaya Kurdistanê) û herwiha li dijî şaneyên wan ên veşartî hatiye kirin. Ev şer di navbera salên 2014 û 2019’an de gihîşt lûtkeya xwe ya herî dijwar û bi hevkariya hêzên herêmî û Koalîsyona Navdewletî hat meşandin.
Pêvajoya vî şerî û cihên ku lê qewimiye, li gorî herêm û kronolojiyê bi vî rengî ne:
Eniya Başûrê Kurdistanê û Iraqê (2014 – 2017)
Şerê sereke li Iraqê piştî ku DAIŞ’ê di hezîrana 2014’an de bajarê Mûsilê dagir kir, dest pê kir.
Şengal Tebaxa 2014’an: DAIŞ’ê êrişî herêma Şengalê kir û fermanek (komkujî) li dijî Kurdên Êzîdî pêk anî. Şervanên YPG û HPG’ê ketin navçeyê û piştî şerekî giran herêm rizgar kirin.
Eniyên Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê (2014)
DAIŞ’ê xwest nêzîkî paytexta Herêma Kurdistanê (Hewlêr) bibe, lê pêşmergeyan li Mexmûr û Kerkûkê sînor parastin û rê li ber wan girtin.
Mûsil (2016 – 2017)
Operasyona herî mezin a Iraqê bû. Bi piştgiriya Pêşmerge û artêşa Iraqê, bajar di Tîrmeha 2017’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin.
Eniya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê (2014 – 2019)
Li Sûriyê, şerê herî mezin û dîrokî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ve hat birêvebirin:
Şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê
Şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê beşek girîng ji şerê navxweyî yê Sûriyê bû. Dema ku DAIŞ’ê di navbera salên 2013 û 2014’an de dest danî ser deverên mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên herêmî û navneteweyî tevlî şerê li dijî wê bûn.
Destpêka şerê li dijî DAIŞ’ê
Di sala 2014’an de, DAIŞ’ê paytexta xwe li Reqayê ava kir û beşên mezin kontrol kir. Di Îlona 2014’an de, hevpeymaniyeke navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê dest bi êrişên asmanî li dijî DAIŞ’ê kir, bi armanca tunekirina şiyanên wê yên leşkerî.
Berxwedana li Kobanê
Di dawiya sala 2014’an de, DAIŞ’ê êrişeke berfireh li ser bajarê Kobanê da destpêkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya êrişên asmanî yên hevpeymaniyê, berxwedaneke dijwar nîşan dan. Di Çileya 2015’an de, Kobanî bi tevahî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)
Di sala 2015’an de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatin damezrandin. Ev hêz ji çend hêmanan pêk dihatin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêkhateya wan a sereke bû. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî, gelek operasyon li dijî DAIŞ’ê pêk anîn.
Minbic û Tebqa (2016)
QSD’ê herêmên stratejîk ên li ser rêya paytexta DAIŞ’ê wê demê rizgar kirin.
Rizgarkirina Reqayê
Di Hezîrana 2017’an de, QSD’ê operasyona rizgarkirina Reqayê da destpêkirin. Piştî çend mehan ji şerê dijwar, wan di Cotmeha 2017’an de bajar bi tevahî ji destê DAIŞ’ê vegerand. Rizgarkirina Reqayê ji bo DAIŞ’ê têkçûnek mezin nîşan da, ji ber ku bajar navenda siyasî û leşkerî ya çeteyan li Sûriyê bû.
Têkçûyîna DAIŞ’ê
Di Adara 2019’an de, QSD’ê bi piştgiriya hevpeymaniyê, gundê Baxoz, keleha dawî ya DAIŞ’ê li Sûriyê, girt. Bi vê yekê “xîlafeta” ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû ragihandin bi fermî bi dawî bû.
Êrişên DAIŞ’ê bi rêya şaneyên razayî berdewam in
Tevî ku DAIŞ kontroleke erdnîgarî ya sabît bi erdê re tune ye, lê tevgerên wê bi şaneyên razayî yên li Iraq, Sûriyê û hin deverên din ên wekî Afganistan û Nîjeryayê re çalak in. Ji ber vê yekê, şerê li dijî DAIŞ’ê ji aliyê ewlehiyê ve hîn jî bi temamî nehatiye bidawîkirin. Di heman demê de raporên navneteweyî destnîşan dikin ku çete hîn jî dikare êrîşên biçûk pêk bîne an jî bêîstîqrarî çêbike, lê ne bi heman hêza ku di navbera 2014 û 2015’an de hebû.
Metirsiyên şaneyên veşartî
Îro yek ji girîngtirîn pirsgirêkên ewlekariyê, hebûna şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye. Van şaneyan bi gelemperî bi şêweya veşartî dixebitin û dibe ku êrişên biçûk an jî operasyonên neçaverêkirî pêk bînin. Armanca wan afirandina tirs û bêewlekarî di civakê de ye. Ji bo pêşîgirtina van metirsiyan, hewce ye ku alîkariya navbera hêzên ewlekariyê û gelê sivîl were xurtkirin, agahdariya ewlekariyê bi awayekî baş were parvekirin û şertên civakî yên ku dibe sedema tundûtîjiyê werin çareserkirin.
Zêdebûna liv û tevgera DAIŞ’ê piştî hilweşandina rêjîma Baasê
Li Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Baasê, liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê zêde bûn. Bi taybetî bi hatina hikumeta demkî ya Sûriyê re û piştî azadkirina gelek çeteyan ji zindanan, herwiha valakirina Kampa Holê û kampên dîtir ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê de te bûn, êrişên çeteyan zêde bûn, bi taybet li Reqa, Dêrazorê û deverên din. Ev yek fikarên mezin da avakirin ku DAIŞ dîsa xwe bi awayekî xurt zindî dike. Tevî ku hikumeta demkî ya Sûriyê tevlî Koalîsyona navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ’ê bû jî, lê wê rê li hemberî êrişên DAIŞ’ê negirt. Berovajî wê DAIŞ’ê zêdetir xwe derxistiye holê. Di vir de hêjayî gotinê ye di ewqas salên ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de tu êrişeke bi rengê niha ya DAIŞ’ê derneket holê.
Lewra pirsg girîng ya niha ku divê were kirin ew e; Çi plan li ser bêdengkirina zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê heye. Heger DAIŞ dîsa kontrol li ser hin deverên Sûriyê kir, wê çi encamên xerab bi xwe re derxîne. Herwiha hikumeta demkî heya çi astê wê karibe rê li ber zindîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê bigire? Ev hemû girîng in ku xebat li ser were kirin, da ku dîsa komkujiyên berê neyên dûbarekirin.
DAIŞ ne tenê xeteriyeke leşkerî, lê siyasî, civakî û fikrî ye jî
DAIŞ ne tenê xeteriyeke leşkerî ye, di heman demê de xeteriyeke siyasî, civakî û fikrî ye. Şerê li dijî wê gelek serkeftinên mezin pêk anîne, lê ji bo domandina ewlekarî û astengkirina vegera DAIŞ’ê, pêwîst e ku hewldanên demdirêj di warên ewlekarî, perwerdehiyê û pêşxistina civakê de bidomin.






