Esma Mistefa
Endama Kongra Star û Jin Rojava Diparêzin li Ewropa Mizgin Ibin da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd û YPJ’ê ji mîrasa têkoşîna jinan li cîhanê ya sedsalên borî ne qut e û got, “Jinên demokratîk û enternasyonal YPJ’ê wek yek ji destkeftiyên Şoreşa Jin û ji bo xwedîderketina jinan dibînin herwiha têkoşîna jin li ku hebe, têkoşîna me ya hevpar xurt dike”.
Bi destpêkirina kampanyaya giştî ya ku Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya YPJ’ê garantîkirina fermîbûna wê di nava hikumeta demkî ya Sûriyê de, li Ewropayê jî kampanya û çalakiyên piştgiriya hatin destpêkirin. Têkildarî xebat û çalakiyên ku li wir têne organîzekirin Endama Kongra Star û Jin Rojava Diparêzin li Ewropa Mizgin Ibin bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Li Rojava ber bi cîhanê ve kampanya ji bo YPJ’ê hate destpêkirin, çalakiyên ku we lidarxistine di vê çarçoveyê de çi bûn?

Li gelek cihan bi taybet li Ewropa gelek çalakî hatin lidarxistin ji bo piştgiriya YPJ’ê û balkişandina ser mijara girîngiya hebûna YPJ’ê û wateya wê. Ji hamleyên sosyal medya ji bo avakirina zanebûn û zêdekirina piştgirî hate meşandin. Herwiha di deverên cuda standên agahiyan hatin çêkirin ji bo agahdarkirina gelê Ewropa. Mîting û meş hatin çêkirin. Ji bo balkişandinê name ji bo siyasetmendarên heremî û saziyan re hatin nivîsandin. Li bajaran bi pankart û nivîs gelek dever hatin xemilandin. Yanî mirov dikare bêje çalakiyên hevgirtinê li Ewropa ji bo YPJ’ê di çarçoveya piştgirî û balkişandin ser rewşa ku YPJ’ê li Sûriyê rû bi rû dimîne, hatin lidrxistin û bûn rojeva me ya sereke.
YPJ’ê di dîroka têkoşîna xwe de mohra xwe li dîrokê xist û hemû jinên cîhanê bûn şahidê vê yekê, gelo xwedîderketina li vê têkoşînê ji aliyê jinên cîhanê ve çawa derdikeve holê û erka li ser milê wan çi ye?
Jinên demokratîk, femînîst û enternasyonalîst têkoşîna jina Kurd di çarçoveya têkoşînên jinên cîhanê de dibînin. Herwiha gelek jin ku şahidê têkoşîna YPJ’ê li hember DAIŞ û feraseta DAIŞ’ê bûn, di wê ferqê de ne ku ev têkoşîn ji bo parastina wan jî bû û niha divê piştgiriya wan bikin. YPJ’ê wek yek ji destkeftiyên Şoreşa Jin û ji bo xwedîderketina jinan dibînin û ji ber wê xwediderketina YPJ’ê xwediderketina li destkeftiyên jin û Şoreşa Jin dibînin.
Di demekê de em bûn şahid ku di Ewropayê de Piştgiriya YPJ’ê di kolan û bajaran de dihat kirin, lê niha em dibînin ku pankert û broşorên wan têne rakirin û baykotkirin, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ev demeke ku em li Ewropa dişopînin ku rastgiriyê zêde dibe û fikrê kevneşop jî zêde dibe û hertim kesên û qismên hebûn ku doza azadiya jin û nirxên Şoreşa Jin wek xeteriyek ji bo xwe dibînin. Ev nêzikatiya ku ne tenê li hember YPJ’ê an jinê Kurd raber dibe, lê li hember hemû jinên ku mafê xwe dixwazin û diparêzin xeternake. Ev yek carek din dide xuyakirin ku çiqas girîng e ku jin di seranserî cîhanê de têkoşîna xwe ji bo maf û wekheviyê bidomînin.
13 sal in YPJ’ê têkoşînekê ji bo parastina nirxên civakê û jin dimeşîne, lê hikumeta demkî ya Sûriyê vê yekê paşguh dike û hêzeke leşkerî ya Jin di nava Sûriyê de qebûl nake, hûn di derbarê vê zihniyetê de çi dibêjin?
Hikumeta demkî ku bi tu şêwazekî demokratik nehatiye rawakirin. Ê ku hêza wan li Sûriyê heye bi hêza şidetê pêk hat. Gel vê hikumetê ne bi hilbijartin ne jî bi şêwazek din a demokratîk diyar kiriye.
Dewletên Rojavayî niha vê hikumeta demkî rawa dikin da ku bi wan re bikevin tîcaretê, lê komkujî û êrişên li ser pêkhate û hêzên demokratîk paşguh dikin. Ev yek ji bo kesên demokratîkxwaz ji bo pêkhateyên cûda û taybet ji bo jinan xeteriyek pir mezin e. Ji ber em dîroka hêzên ku niha hikumeta demkî temsîl dikin, nas dikin. Ev yek fikrê cîhadî, kevneşop û Îslama tundrew temsîl dikin û diparêzin. Ger ser wan zextek nebe, yanî dewletên Rojavayî bê ku zextê ser wan bike ji bo kiriyarên dijî mirovahî wan rawa dike, wê demê daxwazên jinan û pêkhateyan jî paşguh dike. Ji ber wê carek din diyar dibe, em ti carî nikarin pişta xwe bidin hêzên dewletî.
Em dibînin ku hikumeta demkî ne mafê jin ne jî hebûna jin di gelek qadan de gebûl dike û ne girîngî didê . Ji ber wê ne tenê hebûna jin di artêşê de mijara fikarê ye, di hemû qadan de li hemberî jin helwestek heye. Ji bo wê divê hem civak û jinên di hundir Sûriyê û dervayî Sûriyê de têkoşîna xwe bilind bike û gavan paşde neavêje.
Pilan û bernameyên wan ji bo Piştgiriya YPJ’ê yên demên pêş çi ne?
Wê hîn çalakiyan wek berê berdewam bikin ji bo balkişandina û destekdayina YPJ’ê. Herwiha di rojên pêşiya me de li Almanya Karawanên Dayikên Aşitiyê wê dest pê bike. Li wir Dayikên Aşitî ya Alman dixwazin taybet ser binpêkirina mafên jin li Îran û Sûriyê balbikşînin. Wê li wir mijara YPJ’ê bibe mijarek sereke.
Herwiha di çerçoveya 25’ê Mijdarê de roja têkoşîna li hember şideta li ser jin, wek Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêze) em plan dikin ku bi taybet mijara xweparastina li hember şideta cinsiyetperêz de bidin pêş û ji bo wê hamleyekê dest pê bikin.
Bang û nameya we ji bo piştgirtiya Jin û parastina destkeftiyên xwe ji hemû jinan re çi ye?
Li Rojava di sedsala 21’an de şoreşek jin û di heman demê de şoreşek enternasyonalîst pêk hat. Têkoşîna jinên Kurd an têkoşîna YPJ’ê ji mîrasa têkoşîna jinan û enternasyonalîs li cîhanê a sedsalên borî ne qut e. Têkoşîna jin li ku hebe têkoşîna me ya hevpar xurt dike. Ji ber wê destkeftiyên li Şoreşa Rojava destkeftiyên ji bo hemû jinan û enternasyonalîsta ye ku daxwaza alternativek ji kapîtalizm, netewperstî, faşîzm, desthilatdariyê û baviksalarî dikin. Di Şoreşa Rojava û têkoşîna YPJ’ê de bi sedan enternasyonalîst hatin tevlî têkoşînê bûn û hinek ji wan jî destkeftiyên Rojava bi jiyana xwe parastin û gihîştin şahdetê. Berpirsiyartiyek hevbeş ji bo parastina Şoreşa Rojava û destkeftiyên jin çêbûye.
Rapora hamleyê ji bo xebatên Ewropa
Berî despêkirina kampanya “YPJ’ê hebûna me ye” li Ewropa bi pêşengtiya WDR 4 hefte kampanya “parastina destkeftiyên Şoreşa Jin” hatin meşandin, her hefte li ser mijarekî gotar an dîmen hatin parwekirin. Mijarên ku ew kampanya girt dest; Kongra Star, pergala perwerdê, Jinwar, mijara ekolojî, pergala adaletê, koçbertî û li ser danasîna YPJ’ê û piştgiriya hemla YPJ’ê. Ji bona kampanya ‘’em hemû YPJ’e ne’’ panelê onlien hat lidarxistin. Ewropa bi beşdarbûna Kongra Star û YPJ’ê bû, 70 temaşevan tevlîbûn. Kar û xebatên kampanye ji bo YPJ ji aliyê WDR hat meşandin, di wê çarçoveyê de mesajên piştgirî hatin komkirin li ser malper û instagram hatin parvekirin. Gotarek di derbarê YPJ’ê û Kampanya, gotarek di derbarê xebatên çand û huner û parastina cewherî de hat nivîsandin. Ji bona roja çalakiyên cîhanê, bangawazî bi zimanên cur bi cur hat amadekirin û civînek amadekirin bi aktîvîstên li Ewropa hatiye çêkirin, dîmenên çalakiyên ku li Rojava çêbûn ji bo derve hatin amadekirin. Di çarçoveya roja çalakiyên cîhanê ji kesayet û rêxistinan ji 30 heremên cîhanê zêdetirî 60 dîmen gihîştin destê me, piranî mesajên piştgirî û çalakiyên piçûk, çend cihan panel, semînar û şahî hatin çêkirin. Lîsteya mesajên piştgirî ji bo çapemenî hat amadekirin. Lê belê tevlîbûna tevgera jin ên Kurd li derveyî welat gelekî lewaz bû.






