Amara Baran
Di dîroka mirovahiyê de “jin û jiyan” du têgehên ku ji hev nayên veqetandin in. Jin çavkaniya jiyanê ye, afirîner û koka bingehîn a civakê ye. Dema ku jin azad be û mafên wê bên parastin wê civak jî azad be, Peyva “jiyan” tenê nayê maneya hebûna fizîkî. Jiyan hezkirin, hêvî, pêkanîn, afirandin e. “Jin” jî ê ku di hemû waran de diafrîne û rêve dibe, û xwedan role. Bi hezkirin jiyanê hembêz dike û diafrîne, bi fikra xwe çareseriyan dibîne û bi hêza xwe li dijî tevahiya astengiyan radiweste. Ji ber vê yekê gelek milan de jin wekî sembola jiyanê tê dîtin. Di civaka nûjen de, gotin û axaftinên ku di qada giştî de têne kirin, roleke mezin di avakirina nêrînên civakî de dileyzin. Dema ku ev gotin li ser komên etnîkî an jî jinan têne gotin, dikarin bibe sedema nerazîbûnan. Jinên Kurd, ji ber parastina nasnameya xwe ya etnîkî rastê gelek erîşên nijadperest tê.
Di van salên dawiyê de li ser medya Dîjîtal gelek êrişên ne ji rêzê ji bo jinên kurd têne kirin mesele ne tenê jina kurd e, mesele nasnameya jinbûyinê ye, û tunekirina îradeya jin e. Yek ji van mînakan jî Rahmî Koç e. Di dema vekirina Nexwaşxaneyek li îzmîrê de di bin nave ku “fiqrayan” dibêje bi gotinên xwe hekeret li jina kurd dike, mixabin kesên li kêleka wî jî, bê ku bertek nîşan bidin dikeniyan. Ev jî dide ispatkirin, hebûn û nasnameya jina kurd keleme li pêşiya wan. Her çiqas ji aliyê tevgerên jinan ve bû cihê nerezîbûn û bertekan jî lê pir zêde têrker nebû. Ev bertek tenê di çarçoveya bertekên tevgera û rêxistinên jinan de sînordar ma. Belê me li li jor jî balkişand ser girîngiya “jin û jiyan”ê. Du peyvên ku jihev nayên veqetandin, mixabin di roja me ya îro de ev ji aliyê pergala desthilatdar ya malbatê de vegeriya parastina “Namûsê” gelek jin bûn qurbana gotina “NAMÛS” di bin nave ku ez şerefa xwe paqij bikim. gelek jin ji aliya bav, ap, bira, hezkirî û hevjînê xwe ve tên kuştin.
Roj nîne ku em di malpar û di tv yan de nûçeyên kuştin, tecawûz, revandinên jinan nebîhîsin. Lê mixabin bûyerên bivî rengê di nav civaka me de pir ji rêzê tê dîtin. Êdi jin li ber rehma kastîk katîl ê demê re hatiye hiştin. Jin dibin hedefa zîhniyeta qastik katilên roja me ya a ku îro ji aliyê desthilatdaran ve tê meşandin. Armanca vê siyasetê bi awayek sîstematîk îradeya jina ku bûye sembola afirandina jiyanê dike hedef. Pergala desthilatdar ji bo parastina zihniyeta kujer di bin nave namûsê de bi hezaran jin dike qurban. Ger ku civak dixwaze parastina nirxên xwe bike lazime beriya hertiştê afîrenera jiyanê biparêze.
di encam de em dikarin bêjin ku Jiyana jinan mafek bingehîn e ku divê were parastin. Civakek ku nikare jinê biparêze, nikare xwe wekî civakek dadperwer û pêşketî binirxîne. bertek nîşandayîn ne tenê karê jinane erka tevahiya civak û mirovahiyê ye.






