Remezan Olçen
Sedsala me, zemanê herî sar ê birînên kevn e. Em di sedsaleke wisa de ne ku tê de ne tenê sînorên fîzikî, herî zêde hişmendî û canê mirovan tê dagirkirin. Weke gelekî ku rûmeta wî di bin herriya dîroka serdestan de hatiye hiştin, Kurdan her gav penaberiya deryaya çîrokan kiriye. Çîrok, di şevên me yên reş û tarî de, xaniyên me yên hifzkirî bûn; li wir zimanê me dilerizî, li wir çiyayên me winda nediçûn û li wir welatê me di dilê me de zindî dima. Îro pirs ev e: Gelo em dikarin wan şevên mîstîk û mîtolojîk bikin sibeheke rewşenbîrî ya ku civakekê û welatekî ji nû ve ava dike? Gelo pênûs dikare bibe fîşala şiyarbûnê?
Grigory Petrov gava ku di pirtûka xwe ya navdar “Li Welatê Zembaqên Spî” de behsa şiyarbûna ecêb û bêhempa ya gelê Fînlandê dikir, fîşala yekem neda destê leşkeran, da destê ehlê pênûsê. Wî behsa biryardariya mamosteyan, bijîşkan û rewşenbîran dikir ku gund bi gund geriyan û ji rûmeteke perçepûçkirî, neteweyekî şanaz û azad afirandin. Fînlanda ku herêmeke herî li paş mayî, xizan û xofdar bû, bi destê herketeke rewşenbîrî veguherî baxçeyê zembaqên spî. Îro rûpela dîrokê li ber destê me Kurdan e. Ji bo rewşenbîr û nivîskaran, rizgariya ji bindestiyê ne tenê girtina çeperên fîzikî ye; rizgariya herî rasteqîn û mayînde, rizgarbûna hişmendiya civakê ye ji çolbûna kapîtalîzmê, ji tirsê û ji windabûna nasnameyê.
Ji bo ku ev hewldana rewşenbîrî nebe tenê xeyaleke li ser kaxizê, ji me re ronahiyek û paradîgmayeke kûr hewce ye. Ew fenera ku rêya me di nav vê deryaya tarî de ronî dike, paradîgmaya Rêber Apo ya ku xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Ev felsefe ne tenê teoriyeke siyasî ye, nexşeyeke hunerî û ruhî ye ku jiyanê ji nû ve disêwirîne. Dema ku pênûsa rewşenbîrekî bi ruhê vê paradîgmayê re dibe yek, êdî nivîs nabe tenê rêzkirina tîpan, dibe avakirina şaneyên welatekî azad.
Di vê sêwiranê de, gava yekem a herî pîroz ziman e. Ziman, ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew nexşeya ruhî ya gelekî ye. Dema em çîrokên dayikên xwe, kilamên dengbêjên xwe û lehengiyên vê axê bi Kurmanciyeke herikbar û zelal dinivîsin, em sînorên asîmîlasyonê parçe dikin. Her çîrokeke ku tê nivîsandin, derziyeke ku di dilê dagirkeriyê de tê çikandin. Bi rêya çîrokan, zarokên vî welatî fêrî xewnên bi zimanê xwe dibin, û gelê ku bi zimanê xwe xewnan nebîne, nikare paşeroja xwe ava bike.
Lê belê, ev hewldana rewşenbîrî gava ku berê xwe dide kûrahiya paradîgmayê, stêrka xwe ya herî geş di asmana azadiya jinê de dibîne. Di maqaleyên me û di çîrokên me de, jin ne qurbana çarenûseke reş e; ew pêşenga ramanê, avakara jiyanê û ruhê azadiyê ye. Civaka ku jina xwe di qefesên hişmendiya feodal û kapîtalîst de bihêle, sînorên xwe yên azadiyê her gav teng dike. Huner û çîrokên ku jina azad dikişînin navenda jiyana nû, bingehê herî saxlem ê civakeke rûmetdar in. Sêwirana jiyanê bi destê jinê, rengê herî bedew ê vî welatî ye.
Herwiha, nexşeya vê azadiyê bêyî hezkirineke ekolojîk kêm dimîne. Parastina xaka Kurdistanê, parastina her kaniyeke ku li çiya û deştan diherike û parastina darên ku sîberê didin ser dîroka me, bersiva herî pîroz e li hemberî hişmendiya talanker. Hareketa rewşenbîrî divê fêrî me bike ku em axê ne tenê mîna mal milk, lê mîna canê xwe hembêz bikin.
Dibe ku îro welatê me hîn jî di bin birînên giran de dinale, lê hêza pênûsê ji hêza sînoran mezintir e. Gava ku tevgera me ya rewşenbîrî felsefeya jiyaneke nû di nav ruhê civakê de biçîne, sibe wekî sêwiraneke hunerî, her gund û bajarekî me wê bibe baxçeyê gul û kulîlk û zembaqên azad. Çîrokên me ne tenê ji bo xemgîniyê ne; ew nexşeya rêya me ya ber bi rûmet, azadî û jiyaneke nû ve ne. Ev şoreş, şoreşa pênûs, raman û hişmendiya azad e.






