Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jina ciwan Yasmîn Ebas ku ev yekemîn care pirtûkekê di temenê xwe yê piçûk de bi hêz û hezkirinekê çap dike. Xwesteka Yasmîn jî ji pirtûkê re ew e ku her nifşekî nû sûdê jê bigire.
Jina ciwan Yasmîn Ebas ku bi temenê xwe 23 ê salî ye. Ew li bajarê Tirbespiyê ji sala 2003’an de jidayik bûye û ew niha li bajarê Tirbespiyê jiyan xwe berdewam dike. Yasmîn wek jina ciwan niha ew mamosteya ziman û wêje li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ye. Berî xwendin, qonax û jiyana li zanîngeha Rojava Yasmîn di temenê xwe yê biçûk de fêrî zimanê dayikê bû û bi zimanê xwe xwend, li ba Yasmîn pirtûkên Seydayê Tîrêj û Keleş hebûn û heya ku mezin bû jî ew pirtûk li ba xwe hêla. Yasmîn di temenê xwe yê biçûk de helbestên pirtûka dixwendin, piştire hêdî hêdî meyîl û hizira wê çû li ser awayê helbestê. Ew pirtûkên ku wê dixwendin jî piranî li ser hezkirin, netewperwerî û kurdewarî bûn, ev pirtûk hêla ku zimanê kurdewarî yê Yesmîn bi pêş bikeve.

Piştî xwendina Yasmîn ya Amadayî, meyîl û dilê wê di helbestan û wêjeya kurdî de hebû ji ber vê yekê wê ev beş hilbijart û dest bi xwendina vî beşî di Zanîngeha Rojava de kir. Piştire dema ku Yesmîn beşê xwe yê wêje di Zanîngeha Rojava de bidawî kir û der çû, êdî ew bû mamosteya ziman û wêje di fakorteya ziman û wêje di Zanîngehê de.
Ji ber hezkirina Yasmîn ji pirtûkan re, wê xwest ku pirtûkekê çap bike. Piştire Yasmîn bi hezkirin û helwesta xwe bi alîkariya şêwermendê wê Aram Hisên, rewşenbîr û nivîskar, helbestvanê nemir mala Ehmedê palo her dû lawên wî mamoste Rêzan Palo û Seyîd Palo jî di pirtûkê de bi Yesmîn re bûne alîkar û pirtûka wê girtin dest û çap kirin.
Pirtûka ku Yasmîn bala wê kişand û agahî li ser wê kêm dîtin, ew helbestvan Ehmedê Palo ku helbestvanekî kurd û hêja ye û wî jî kar û xebateke mezin di ziman û wêjeya kurdî de kiriye, Yasmîn jî xwest ku li ser wî helbestvanî pirtûkekê binvîse ji ber ku didît agahî li ser kêm bûn û di nava civakê de hatiye veşartin, ji ber wê xwest ku pirtûkê li ser binvîse û bihêle ku bala her kesekî din jî weke wê bikişîne.
Pirtûka Yasmîn ya li ser helbestvan Ehmedê Palo ji sê beşan pêk tê, peşa destpêkê li ser berhem û jiyana Ehemedê Palo ye, beşê duyem jî li ser netewperwerî hem pênase û hem jî tewriyên wê ye û beşa sêyem jî dahurandina helbestan ne. Helbestvan Ehmedê Palo ku heya niha 4 berhemên wî hatine çapkirin. Tevahî helbestên wî li ser doz, yekîtî, zimanê Kurdî û netewperweriyê ne, di gotina xwe de jî Ehmedê Palo bang li kurdan kiriye û wiha aniye ziman “Kurdino hişiyar bibin, bi zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin” û hwd gotiye. Ev gotin her tim bala Yasmîn dikişandin wê jî xwest ku bala her kurdekî jî bikişîne.
Yasmîn dema ku agahiyên xwe yên derçûyînê kom kiribûn û di nava pirtûka ku çap kirî nivîsî bûn, xwesteka wê ew bû ku ew pirtûk di nava miletê kurd de û nifşên di dû wê de sûdê ji wê pirtûkê bigirin. Dema ku Yasmîn dest bi lêkolîna pirtûkê kir gelek zehmetî dîtin heya ku agahî dan ber hev, ji ber wê dixwest ku her kes sûdê ji keda wê bigire. Yasmîn bi wê pirtûka xwe ve 7 mehan pê re dirêj kir heya ku çap kir. Pirtûka Yasmîn jî ku ji 139 rûpelan pêk dihat ji aliyê HRRK’ê ve hate çapkirin. Dema ku hat çapkirin jî êdî di 24 meha 5 an de îmze kir û hat belavkirin.
Daxwaza Yasmîn ji bo rojên pêş ew e ku kar û nivîsandina xwe berdewam bike. Her wiha hêviya Yasmîn jî wek ciwaneke Kurd ku her nifşekî li dû wê ew jî xwesteka çapkirina pirtûkan bidin pêşiya xwe, ji ber ew yekem car bû ku pirtûkek çap kir û pir kêfxweş bû, di riya wê kêfxweşiyê re zehmetiyên xwe yên pirtûkê jibîr kirin.






