Solîn Mihemed/ Qamişlo
Berpirsê Komeleya Yek Par a Çand û Hunerê Beyar Dîno diyar kir ku ew hemû perwerdeyên beşên muzîkê di navendê de didin û wiha got, “Di dema heyî de girêdana zarokan bi muzîkê re xurt bûye. Pêşketina zarokan jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye.”
Navenda Yek Par a Çand û Hunerê saziyeke çandî û hunerî ya çalak e li bajarê Qamişlo, ku xebatên hunerî, wêjeyî û çalakiyên civakî bi rê ve dibe. Navend di warê pêşxistina hunera herêmî û lidarxistina çalakiyên çandî de rolek girîng dilîz e. Bi taybetî di milê perwerdekirina zarokan de gavên girîng hatine avêtin.
Di derbarê mijarê de Berpirsê navenda Yek Par a Çand û Hunerê Beyar Dîno ji Rojnameya me re axivî.

‘Di navendê de beşa herî girîng ya zarokan e’
Beyar di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser xebatên navenda Yek Par û wiha anî ziman: “Wek ku tê zanîn navenda Yek Par navenda çand û hunerê ye, di navendê de perwerdeyên muzîkê yên mîna tembûr, baxleme, keman, gîtar, piyano û hwd têne dayîn. Di navendê de 13’ de endam hene ku her yek ji wan beşê xwe yê muzîkê birêve dibe. Her wiha ev navend ji beriya 6 salan ve, bi xwe bixwe xwe bi rêve dibe, beşa herî girîng jî di navendê de beşê perwerdeya zarokan ne, ji ber ku zarok ji bo me her tiştin. Îro zarok pêşeroja me û ya hemû gelan e, ji bo vê yekê me bêtir girîngî daye zarokan û her wiha çi ji destê me derkeve jî em ê ji bo van zarokan bikin. Beşên hunerê di navendê de mîna şêwekarî, şano, muzîk û govend hene ku li ser wan zarok perwerdeyên xwe dibînin.”
‘Zarok pir bi mûzîkê ve mijûl in’
Beyar di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zarok pir bi muzîkê ve mijûl in û wiha got: “Di vê demê de girêdan û mijûlkirina zarokan bi muzî re pir heye, ev yek jî cihê kêfxweşî û şehnaziyê ye. Ji xwe bi giştî di Rojavayê Kurdistanê de hinekî pirsgirêk heye ku malbatên zarokan êdî berê zarokên xwe tênê didin muzîkê.Tevî ku 6 beşên din jî hene. Lê malbat dixwazin zarokên fêrî beşên muzîkê yên mîna tembûr, gîtar û hwd bibin, ji ber vê yekê beşê xwe yê hunerê yên din jibîr dikin. Ji bo vê em navenda Yek Par bi hêvî ne ku zarok berê xwe bidin tevahî beşên hunerê.
Niha jî di navendê de gelek zarok gihiştine asteke baş. Navend jî her sal bi navê “Meyîlûdiyên Payîzî” bi fistîvalan radibe, di wir de tevahî zarokên Yek Par di aliyê şano, şêwekarî û muzîkê de beşdar dibin. Ji bilî perwerdeyan navenda Yek par bi zarokên navendê re alîkarî bi amûrên xwe yê muzîkê belav dikirin, ku çi tiştekî hebe navend beşdar dibe û kêfa zarokên din jî tînin.”
‘Rojên me yên perwerdeyê diyar in’
Beyar Dîno da xuyakirin ku ew di rojên diyar de perwerdeyan didin û wiha bidawî kir: “Em navenda Yek Par hemû perwerdeyên xwe yên muzîkê rojên Yekşem û Sêşeman didin. Her wiha rojên şemî û çarşeman perwerdeyên şano didin û rojên duşem û pêncşem jî beşê şêwekariyê ye. Tenê perwerdeyên me yên muzîkê ji seat 2 dest pê dike û heya seat 8’ê êvarî bidawî dibin û yên beşên din ji seat 2’ê nîvro dest pê dike û heya 5 bidawî dibin. Zarokên ku tevlî navendê dibin ji 6’ salî û bi jor de ne, dema ku tên jî em wan tevlî beşa ku dixwazin dikin. Ji ber ku navenda Yek Par demên pêş nema karibû xwe bi rêve bibe êdî navend bû bi fonan, lê her endamek em li gor derfetên ku dikarin didin û me ji wan re diyarkirine didin. Me dixwest ku navend bê fon bin, lê ji ber ku navendeke serbixwe bû û bi tu saziyan ve negirêdayî bû tim di gelek astengiyan re derbas dibû ji ber vê yekê êdî me xist bi fonan.”






