Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji ber kêmbûna avê di salên borî de û ji bo peydakirina avê diyardeya kolandina bîrên bêserûber di nava kolanên bajarê Qanmişlo de zêde bûye. Ev yek jî dibe ku geleke metrsiyan bi xwe re bîne; wekî kêmbûna asta ava binerd û belavbûna nexweşiyan ji ber neguncavbûna cihên kolandinê.
Av yek ji çavkaniyên herî girîng e ku mirov di jiyana xwe ya rojane de pê ve girêdayî ye. Herwiha ew hêmanek girîng e ji bo parastina tenduristiya giştî ya civakan e. Ji ber aloziya avê ya mezin ku gelê herêma Cizîrê êş jê kişand, gelek şênî û malbat neçar man ku berê xwe bidin kolandina bîran di hundir an jî li pêşiya malên xwe, da ku avê ji xwe re peyda bikin.
Di dema dawî de jî diyardeya kolandina bîran bêyî girtina destûrê ji aliyên peywendîdar zêde bûye, di çarçoveya rawestandina komîteyên çavdêrî û şopandinê ji ber tedbîrên entergrasyonê û ji nû ve avakirina heykeleya îdarî.
Xeteriya kolandina bîrên bêserûber
Ji xwe xeteriya kolandina bêserûber a bîran, dibe cihê metrsiyê û bandoreke neynî li ser ava bierdê û li ser depoya avê, dike. Ji bilî xeteriya kolandina di cihên ne gunvac de, hem li ber kanalîzasyonan an jî cihên avqirêjiyê ku dê bandoreke mezin li ser jiyana mirovan bike ji hêla tenduristiyê, dibe ku ava qirêj bikeve nav ava bîran û di encamê de gelek nexweşiyên nebaş derkevin holê.
Hişyarî
Diyardeya kolandina bîrên bêserûber dibe ku encamên xirab ji bo jîngehê û avê di salên pêş de bi xwe re bîne û aloziya avê derxîne holê, herwiha nêzîkbûna kolandina bîran li cem hev dibe ku zextê li ser depoya ava bierd bike di heman demê de gefê li ser rêjeya avê û zuwakirina kaniyan bike.
Hin bîr têne kolandin tenê 20 mître di navbera wan de ye, ev cure kolandin gefê li ser domandina çavkaniyên avê di pêşrojê de dike, bi taybet eger rêjeya baranê kêm bibe. Ev rêbaz ji kolandinê metrsiyên jîngehî bi xwe re tîne, wekî çêbûna valahiyan di nava axê de di nava herêmên niştecihbûnê ku dikare gefê li hin avahiyan bike. Herwiha çêbûna qirêjiya avê di encama ketina avê di nava çînên xwêyî di hundirê erdê de.
Gelek şênî di dema dawî de ji ber destpêkirina pêvajoya entergrasyonê, nema berê xwe didin aliyên peywendîdar da ku destûrê bigrin berî kolandina bîran.
Li gorî ajansa ANHA’yê ku agahiyên xwe ji Daîreya Avê û saziya çandiniyê girtiye, bi hevahengiya êrişên ku komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêkanên, bi dehan ji alavên taybetî kolandina bîran derbasî herêma Cizîrê bûne. Di heman demê de Daîreya Avê destnîşan kir ku gelek proseyên kolandinê bêyî girtina destûrê hatin kirin, lê ew dema ku giliyan ji şêniyan digirin destwerdanên dikin û tîmên çavdêrî û şopandinê dişînin da ku xebatên muxalif rawestînin. Herwiha hate zelal kirin ku çend bîrên muxalf jî rawestandin e.
Daîreyê bang li welatiyan kir ku bi awayekî tavilê her xebata kolandinê di nav bajarê Qamişlo an derdora wê de tê kirin, ragihînin, bi armanca kêmkirina kolandina bêserûber û parastina çavkaniyên avê.
Di vê derbarê de jî Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo biryarek derxist, tê de tekez kir ku saziyên giştî û xizmetên şaredariyê bi awayekî normal xebatên xwe berdewam dikin herwiha destnîşan kir ku hin kes û sazî bi pratîkên nezagonî mijûl bûne, wekî kolandina bîrên bê destûr, pêkanîna avakirina bê destûr û destdirêjiya li ser milkê giştî, bi sûdwergirtina ji têgihîştineke şaş a rewşa heyî.
Şaredariya Qamişlo diyar kir ku ew her binpêkirinek li derveyî çarçoveya zagonî hatiye kirin red dike, heriwha raghand ku ew ê tedbîrên zagonî û rêveberî li dijî her kesê ku bandorê li rêziknameya giştî an berjewendiya giştî de beşdar be, bigire.
Her wiha Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo bang li welatiyan kir ku danûstendinên wan yên têkildarî kolandina bîrên avê, destûrên avakirinê, xizmetên binesaziyê û plansaziya bajarî bi rêya kanalên fermî temam bikin.






