Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Nirxên elektrîkê duqat zêde bûye; Barê welatiyan jî girantir bûye

14/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
 Nirxên elektrîkê duqat zêde bûye; Barê welatiyan jî girantir bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Nirxê elektrîka giştî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê duqat bilind bûye, nirxê her kîlowateke elektrîkê ji 2 sentan bûye 4 sent. Ji ber wê jî welatî gazinan dikin û bi hêvîne ku nirxeke guncaw li gorî rewşa aborî bê dayîn.

Elektrîk di jiyana nûjen de wekî rûberekî bingehîn e ku bêyî wê jiyana rojane û pêşveçûna mirovahiyê radiweste. Ew ne tenê çavkaniyek enerjiyê ye, lê bingeha herî mezin a şaristaniya serdema me ye.

Elektrîk êdî ne tenê amûrek ji bo ronîkirina şevê ye, ew bingeha perwerde, tenduristî, ragihandin û pîşesaziyê ye. Dema ku elektrîk qut dibe an kêm dibe, jiyana aborî radiweste û karûbarên bingehîn (mîna nexweşxane û sîstemên avê) dikevin bin xetereyê. Ji ber vê yekê, dabînkirina elektrîkê bi bihayekî guncan, mafekî bingehîn ê her mirovekî ye. Gava elektrîk biha dibe, nirxê xwarin, cil û hemû kelûpêlên ku têne hilberandin jî bilind dibe. Gelek malbat nikarin fatoreyên xwe bidin, ku ev dibe sedem ku ew di sermayê an germayê de bê parastin bimînin.

Di derbarî buhabûba nirxên elekitrîkê li bajarê Dêrikê Hevserokê Navenda Elekitrîkî ya bajrê Dêrikê Serpel Mehmûd û hemwelatiya bi navê Xezal Hacî ji Rojnameya me re axivî.

 

‘Pêwîste biryara bilindbûna nirxên elekitrîkê were guhertin’

Serpel Mehmûd da zanîn ku piştî ku entigrasiyon çêbû û hikumeta demkî serlêdana navenda me kirin biryara buhabûna nirxên elekitrîkê derxistin û wiha got: “Destpêkê nirxê elekirtrîkê li herêma me bi sentekî bû û ev buha guncaw bû ji hemû kesan re û tu gazinên gel nebûn. Lê biştî ku endamên elekitrîkê yên girêdayî hikumeta demkî serlêdana me kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan ku li bajarên din wek Şamê buhayê elekitrîkê bi 10 sentaye lewma li herêma me jî kirin 4 sent. Ev yek zirar gihand gel bi taybet kesê hejar ji ber ku beramberî vê biryarê biryara bacê heye ku pêwîste her malek 150 kêloyî tenê bikar bîne heger zêdetir be pêwîste serlêdana me bike, êdî em 180 hevdanê 1400 dikin cûdahiya wê çiqas bê em ji wî kesî distînin, ev biryar ne di cihê xwe de ye ji ber ku bi welatiyan na fikirin wê rewşa wan çawa bê gelek kes hene wê bimînin bê elekitrîk ji ber ku nikarin bacê bidin. Ez jî yek ji vî gelî me û nerazîbûna xwe nîşan didim ji bo vê biryarê, bi hêvîme ku guhertin têde çêbibe û biryareke guncaw were derxistin, ji ber ku gelek kesên hejar hene û nikarin vê biryarê pêk bînin.”

Êşa gel zêdetir bûye sedema bilind bûna elekitrîkê

Hemwelatiya bi navê Xezal Hacî anî ziman ku elekitrîk, av û sotemenî ji bo civakê bingehe qutbûna wan û bilind bûna nixrên wan tê wateya tunekirina civakê û wiha got: “Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir û li seranserî Sûriyê kirîza av, elekitrîk û sotemeniyê belav bû herêma me rewşa wê baştir bû ji ber ku li vir gelek enefat hene ku ew bixwe elekitrîkê didin herêmê û ne hewceyê elekitrîka jiderve ne, lê îro roj biştî hilweşandina rêjîma Baas em di wê baweriyê de bûn ku wê rewş baştir bibe, lê berûvajî wê em dibînin. Kirîza ku ev 15 sal bû me xwe jê diparast îro roj li ser me pêk tê, bikar anîna elekitrîkê ji bo me bû hisretek piştî birayara buhabûna nirxê wê. Tevî ku niha em di demsala havînê dene û germahî zêdeye, lê ji bo me ava sar û vêxistina kondîşan hisrete, heya ku em xwe ji bacê biparêzin em ê ji jiyanê mehrûm bibin. Em dengê xwe dighînin hemû saziyên eleqedar da ku xwedî li vî gelê derkevin û çareseriyekî ji vê rewşê re bibînin û nirxê elekirtîkê were guhertin û biryara bacê were rakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.