Hemza Sêvo
Siyaset huner û zanista birêvebirina civakê ye û bi exlaqê civakê ve girêdayî ye. Lê pergala serdest ji bo pêkanîna berjewndiyên desthilatdariyê ew ji cewherê wê qut kirine û xistine xizmeta xwe de, di encamê de bûye sedema rûdana şerên xwînî ku bedelê wê civak dide.
Cewherê siyasetê û çawa hat veguherandin
Dibistanên Yûnanî siyaset bi sinc ve girêdan, tê wateya ku her xebateke siyasî divê di çarçoveya rewişteke baş û sîstemeke bi rêk û pêk de be. Ev xebat jî divê tevlîhevî û pisgirêkan ji bo civakê neafirîne. Lê ev zanist ji cewherê xwe hatiye derxistin, wateyeke giştî lê bûye. Siyaset bi vî rengî hate guhertin heya ku bû hewldanek pragmatîk û pragmatîzm bû taybetmendiya siyasetmedarek serketî.
Bi avabûna împaratorî û dewletan re hem jî bi zêdebûna tevliheviya rêveberiyê re, têgeha siyasî bi awayekî xwezayî bi şêweyê rêveberiya dewletê ve bû têkildar. Erka zanista siyasî bû lêkolîna polîtîkayên dewletê, mekanîzmayên rêveberiya dewletê, têkiliya di navbera dewlet û civaka wê de herwiha siyaseta wê ya derve. Dewlet polîtîkayên xwe li ser bingeha rêzek faktorên subjektîf û objektîf çêdikin. Siyasetmedar bi her awayî, hem li hundir û hem jî li ser asta navneteweyî, rojevên xwe pêktînin. Her tişt di şopandina van rojevan de rewa tê hesibandin. Zordarî û bikaranîna teşwîq û gefan amûrên ku rêberên siyasî her gava ku ew bikaribin bigihîjin armancên xwe bi hêsanî bi kar tînin.
Dema ku siyaset dibe sedema rûdana şeran
Bi dirêjahiya dîrokê re şer ji bo bidestxistina armancên siyasî yên taybetî hatine meşandin. Şer bi gelemperî dema ku rêberên siyasî bi rêya danûstandinan nikarin bigihîjin armancên xwe, tên destpêkirin. Ji ber vê yekê, şer wekî riya duyem û herî guncav û tundûtûj a ku li şûna danûstandinê tê hesibandin, tê de aliyê bihêztir şertên xwe bi hêza çekan ferz dike. Li ser vê bingehê şer bi gelemperî amûra di xizmeta siyasetê de ye. Tevî cudahî û pirbûna teoriyên derbarê sedemên rûdana şeran, di dawiyê de siyaset wekî faktoreke sereke a destpêkirina şeran tê hesbandin. Gelek sedemên rûdana şer hene ku di encamê de tevlîhevî çêdibe, Di serî de hêzên mezin ên hegemon rêya şer hildibijêrin da ku xêr û berhemên gelên welatekî, bi taybetî madeyên xav, rêyên stratejîk û deriyên sînorî bixin bin serweriya xwe. Ev ji bo şerên kolonyal(istimarî) jî derbas dibe. Herwiha hatiye gotin ku ew ji ber armancên olî têne kirin, wekî di rewşa Şerê Xaçperestan de. Lê carcaran şer ji ber sedemên aborî têne kirin an ji ber meyla berfirehbûna serweriyê, an jî ji ber kêmbûna çavkaniyên hin hêzên hegemon. Di heman demê de şer ji ber krîzên navxweyî têne rûdan. Hikumetên ku bi krîzên navxweyî yên giran re rû bi rû dimînin, pir caran hêzeke destwerdankar diafirînin, xeleka reşkirin û êrişan davêjin ser wî dijminê destwerdankar ji bo geşkirina hestên neteweperestiyê û dihêlin tevahiya gel li dijî wî bibe yek. Gelek ramyar û zanyar dibînin ku heta ku mirovahî hebe wê şer û pevçûn berdewam bikin. Hin kes vê ramanê red kirin û tekez dikin ku destpêkirina şeran wekî delîlekî bêedaletiyê û têkçûna mirovahiyê di avakirina pergala ewlehî û aştiyê ya ku cîhanê diparêze de.
Ji ber siyasetê her çiqasî şer tên rûdan
Di teoriyên serdemên dîrokî de nirxandinên tekûz li ser şeran hene, hin kes dibêjin bêguman li cîhanê her sed salan carekê şerekî mezin dijî. Lê ev dem bi awayekî gelemperî li ser asta cîhanê nehatiye lihevkirin, hin kes dibêjin ku ew her 500 salan carekê û hin kes dibêjin her 200 salan carekê, hin şîroveyên din jî dibêjin her 100 salan carekê diqewime. Lê bûyerên sedsala bîstan van teoriyên çerxên dîrokî red kirin, ji ber ku di vê sedsalê de du şerên cîhanî yên wêranker rû dan, ev şer jî yên herî xwînî û wêranker di dîroka mirovahiyê de hat naskirin.
Siyaset bûye sedema derketina şerên dîrokî û îroyîn
Divê were zanîn dema siyaseta dewletê tê meşandin, êdî desthilatdarî dikeve tevgerê, dema desthilatdarî tê afrandin, rola berjewendî û kapîtalîzmê derdikeve pêş. Krîzên aborî Yekîtiya Sovyetê hilweşandin û di dawiya salên 1980’an de Almaniyayê û bloka sosyalîst hilweşand. Lê avabûna Dewletên Yekbûyî weke yekane hêza cîhanî çênebû tenê piştî têkçûna artêşa Iraqê di Şerê Kendavê yê Duyemîn de ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve di bin serokatiya Serok George Bush de hat rêvebirin. Ev qonaxek taybet bû di dîrokê de, lê di demek dirêj nedomand. Dema ku têkiliyên navneteweyî ji hêla hêzek yekane ve têne serdestkirin, sîstema daristanê ji nû ve tê sazkirin, ewlehî têkdiçe û kaos çêdibe. Sedema rûdana krîza Ukraynayê ji ber xwesteka Rûsya ya siyasî û desthilatdariyê ye. Duh her du şerên cîhanî bûn, di nav de şerên herêmî yên teka teka ku li hin dewletan rû dida. Ji şerê Israîl û Filestîn, Israîl û Lubnan, heya şerê Hind û Pakistan, şerê Korya Bakur û Başûr, şerê Kendava Erebî ya yekem û duyam û hwd… Di dema heyî de em dibînin ku herêm û cîhan bi giştî bi agirê şerê Israîl-DYA û Îranê dişewite, ev şer di çarçoveya şerê cîhanî yê sêyem de ye, asoyên şerê cîhanî yê sêyem bi destpêkirina Buhara Erebî re, hem jî planên hêzên hegemon ên ku piştî sala 2000’î hatine amadekirin. Sedemên van şeran jî ji ber meşandina siyaseta hêzên serwer ên ku dixwazin bi riya siyasetê armancên xwe bi dest bixin, armancên wan ên sereke tevlîhevî ye, bilindkirina asta aboriya xwe bi riya şer û destwerdanan de, riyên aborî, meşadina cîhanê li gorî siyaseta xwe. Hêza ku di asta herî jorê de bi siyaseteke wiha radibe, Amerîka, Israîl û dewleta Tirk a ku dixwaze bi rêya ola Isalamê serdema Osmanî di gelek welatên Asya, Efrîqa û hwd… vegerîne. Li hêla din jî planên hevbeş ên Israîl û DYA’ê li seranserî cîhanê hene, lê herî zêde di Rojhilata Navîn de tên meşandin. DYA û Israîl dixwazin peymanên Ibarahîmî bi gelek welatên Ereban bidin îmzekirin, ev yek bi rengê siyasî tê kirin, lê paşperdeya wê dagirkirin, serwerî, tevlîhevî, şer, berjewendiyên aborî û meşandina planên rêyên bazirganiyê hene. Binerin çawa siyaset ji bo tevlîheviyê tê meşandin?
Di parêznameya 5’an de Rêber Apo çawa siyasetê dinirxîne






