Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xalid Omer: Divê destûra sabit bi beşdariya wekhev were nivîsandin

14/06/2026
in ROJEV
A A
Xalid Omer: Divê destûra sabit bi beşdariya wekhev were nivîsandin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku danezana destûrî ya niha mîna destûra Baasê bi rengekî navendî ye ku tenê îradeya desthilatdariya heyî temsîl dike. Destûra siberojê divê bi beşdariya hemû pêkhateyan were nivîsandin, mafên neteweyî û çandî were parastin, pergala rêvebirinê jî li ser bingeha demokrasî û nenavendîbûnê were avakirin.

Derbarê destûra Sûriyê ku beriya niha dihat meşandin, herwiha destûrê demkî yê ku piştî hilweşandina rejîma Baasê ji aliyê hikumeta demkî ve hate ragihandin û ji bo destûrê daimî ku divê bi çi awayî were nivîsandin, parêzer Xalid Omer bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Destûra Sûriyê ya di serdema Bassê de çawa bû û bi çi rengî hatibû nivîsandin, bi giştî nirxandina te li ser vê yekê çi ye?

Berî hatina HTŞ’ê ser desthilatdariyê, destûra ku li Sûriyê derbasdar bû, destûra rêjîma Baasê bû. Ew destûrekî ku bi rengekî navendî welat bi rê ve dibir û pirrengiya civaka Sûriyê li ber çavan nedigirt. Hemû kes wek neteweya ereb dihate dîtin, lê pêkhateyên wekî Kurd, Xiristiyan, Çerkez û Ermen bi taybetî nehatibûn naskirin. Yanî ew destûrek bû ku desthilatdarî li gorî berjewendiyên xwe nivîsandibû, ne li gorî berjewendî û daxwazên civaka Sûriyê û pêkhateyên wê. Ew tenê destûrek bû ku berdewamî û berjewendiyên desthilatdariya rêjîma Baasê misoger dikir û ji bo wê garantî pêk dianî, ne ji bo parastina mafên gelên Sûriyê. Li ser vê bingehê, ew destûr ne destûrekî demokratîk bû û ne jî ji bo gel bû, ji bo parastin û domandina desthilatdariyê bû.

Piştî hilweşandina rêjîma Baasê, hikumeta demkî ya Sûriyê ya niha danezan an jî destûrekî demkî ragihand, gelo ev destûr nûnertiya hemû gelên Sûriyê dikir an na û destûrekî çawa bû?

Ev danezana destûrî an jî destûra demkî qet ne li gorî berjewendî û daxwazên gelên Sûriyê ye û ne jî li gorî prensîp û armancên Şoreşa gelên Sûriyê ye. Em çima vê yekê dibêjin? Ji ber ku ev danezana destûrî ne ji aliyê kongreyeke niştîmanî ya ku hemû pêkhateyên Sûriyê tê de temsîl bibin, hatiye amadekirin û derxistin. Tenê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û alîgirên wê ev danezana destûrî ji bo xwe nivîsandine. Ev danezana destûrî pirrengiya civaka Sûriyê nabîne û bi rengekî yekalî hatiye nivîsandin, herwiha ew tekez dike ku Sûriyê komareke erebî ye. Ev jî, wekî ku di destûra kevn de hebû û niha jî di vê destûra demkî de dubare dibe, ev jî tê wê wateyê ku hebûna gel û pêkhateyên din ên ne ereb ku wek gelên resen di hundirê Sûriyê de dijîn, nayê qebûlkirin an jî nayê dîtin. Herwiha, di vê destûrê de piraniya desthilatan di destê Serokkomar de kom dike, tu kar û bar ji kesekî din re nehiştiye. Ji ber ku biryarên sereke, hem di destpêkê de hem jî di dawiya pêvajoyan de, di destê Serokkomar de dimînin. Ji vî aliyî ve, ev destûr di cihê xwe de pir dişibe destûra kevn. Her du destûr jî, hem di nedîtina pirrengiya gelên Sûriyê de û hem jî di pejirandina rêveberiyeke yekalî de, nêzî hev in. Em nabînin ku ev danezana destûrî îradeya hemû pêkhateyên Sûriyê di xwe de dihewîne. Ew tenê îradeya desthilatdariya heyî, ango îradeya HTŞ’ê temsîl dike. Heta ne hemû Erebên Sûnî jî xwe di vê destûrê de dibînin, tenê beşek ji Erebên Sûnî yên radîkal hinekî temsîla xwe di hundirê vê destûrê de dibînin. Lê ji bo hemû pêkhateyên din ên Sûriyê, ne îradeya wan û ne jî cihê wan di hundirê vê destûrê de xuya dibe.

Niha ji bo destûrekî daimî were nîvisandin, divê ev destûr bi çi rengî be, xalên wê di aliyê qanûnî de ji bo parastina hemû Sûriyan çawa be, herwiha hemû pêkhate divê çawa cihê xwe tê de bigrin, beşdarbûna gelên Sûriyê jî di nivîsandin destûr de xwedî çi girîngî ye? Di heman demê de di destûrên ku têne nivîsandin de, sîstem an jî pergala navendî tên meşandin, lewma li şûna vê sîstemê divê sîstemeke çawa bê meşandin, da ku bibe çareserî ji hemû pirsgirêkan re?

Wek me got, niha ev danezana destûrî ye an jî destûrekî demkî ye. Lê çi li vir heye, di siberojê de dê destûrekî sabit an jî daimî ji bo Sûriyê bê nivîsandin. Temam, heta em bêjin ku ev destûra ku dê bê amadekirin, destûrekî ye ku li gorî daxwaz û hêviyên gelên Sûriyê y, lê pêwîst e ku em bipirsin, divê ev destûr çawa be? Ger em dixwazin destûrekî rast û dadperwer were nivîsandin, divê komîteya nivîsandina destûrê hemû pêkhateyên Sûriyê, hemû hêz û tevgerên siyasî, civaka sivîl, jin û aliyên din di nav xwe de bigire. Ev yek şertê bingehîn e. Herwiha, pêwîst e ku ev destûr nebe mijara rafirandomê an jî dengdanê ku tenê bi “erê” an “na” were pejirandin. Sûrî welatekî pirrengî ye û gelek pêkhateyên cûda di hundirê wê de hene. Heger tu mijara mafên pêkhateyekê bihêlî ser dengdana hemû gelên Sûriyê, dibe ku ew pêkhate tu carî negihîje mafên xwe. Ji ber vê yekê, ya pêwîst ev e ku mafên hemû pêkhateyan bi rengekî lihevhatinî di hundirê destûrê de bêne naskirin û parastin, ne ku bibin mijara dengdanê. Wekî din dibê ku navê Komarê di vê destûrê de were guhertin û nebe “Komara Erebî ya Sûrî”. Ji ber ku dema ku navê welat “Komara Erebî ya Sûrî” tê danîn, wê demê tê têgihiştin ku pêkhateyên din hatine paşguhkirin û ji nasnameya welêt dûr hatine xistin. Ev jî ne rast e û ne li gorî rastiya pirrengiya Sûriyê ye. Di heman demê de pêwîst e ku Sûrî bi rengekî nenavendî were rêvebirin û bibe dewletekî demokratîk, nenavendî û pirrengî. Rêveberiyên herêmî û parêzgehî divê xwedî desthilatên fireh bin û pirtirîn kar, bar û xizmetên civakê di çarçoveya erkên wan de bêne rêvebirin. Divê nebe ku navend hemû desthilat û biryaran di destê xwe de kom bike.

Girîngiya parastina mafê neteweyî û yê çandî di destûr de çi ye?

Girîngiya parastina mafên neteweyî û çandî pir mezin e. Di rewşekê wek rewşa Sûriyê de ku di dema rejîma Baasê de tu mafên girêdayî nasnameyên neteweyî û çandî yên pêkhateyên Sûriyê nedihat nasîn û parastin, tenê netewa ereb wek bingehê dewletê dihate dîtin. Di rewşekî wisa de û di dewleteke cihêreng wek Sûriyê de, ji bo ku zilm û binpêkirina mafên pêkhateyan dubare nebin, pêwîst e ku ev cihêrengî di hundirê destûrê de bi awayekî eşkere bê naskirin. Her pêkhateyek divê bi navê xwe bê destnîşankirin û mafên wê yên girêdayî ziman, çand, nasnameya neteweyî, ol û mezheb di hundirê destûrê de bên misogerkirin. Ev mijar nayê hiştin ku tenê bi qanûnên asayî yên ku ji aliyê parlamentoyê an jî serokkomar ve tên derxistin, bê rêvebirin. Berovajî, ji bo ku demokrasî bi rastî pêk were û hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe, divê ev maf di asta destûrî de bên parastin û misogerkirin. Ji ber vê yekê, destnîşankirin û pênasekirina van mafan di hundirê destûrê de pir girîng e.  Ev maf ne tenê di qanûnên asayî de, lê divê di destûra welat de cih bigirin. Eger ev yek pêk neyê, wê demê gelek pirsgirêk û dozên civakî yên Sûriyê tu carî çareser nebin. Gava ku mafên pêkhateyan di destûrê de neyên misogerkirin, îhtîmala dubarebûna zilm û binpêkirinê hîn jî hebe. Herwiha, dibe ku îhtîmala derketina şer û aloziyên nû di navbera pêkhateyên Sûriyê û desthilatdariyê de dîsa çêbibe. Ji ber vê yekê, avakirina aramî û wekheviya rastîn di Sûriyê de tenê bi rêya destûrekê pêk tê ku mafên hemû pêkhateyan bi awayekî eşkere nas bike û wan biparêze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.