Îdrîs Henan
Veger wek têgeh, bizaveke tevgerînê ye û parçeyek bingehîn a liv û tevgera mirovahiyê ye. Di wateya xwe ya zimanî de jî; tevger an jî vegera li xala yekem a derketinê ye. Wateya vegerê ya razber jî xwe dispêre hişmendî û îdeolojiya derketinê. Ango; li gorî şêweyê derketinê, veger jî maneyê li xwe bar dike û bi gewde dibe. Bi gotinek din; veger hem pirseke siyasî, hem civakî û hem jî derûnî ye. Ji bo civakeke bi zorê hatiye koçberkirin, dagirkirin an jî bi siyaseta guherîna demografîk re rû bi rû mayî re, veger tenê vegera mirovan bo mal û welat nîne; ew vegera maf, bîr, çand, ziman û girêdana civakî ye.
Çendî koçberiya bi zorê diyardeyek kirêt û krîtîk be, lê qet nabe qederek. Dema ku mirovek an jî komek mirovan bi zorê yan jî bi dilxwazî welatê xwe terk dikin an jî tên derbederkirin, hêviya vegerê pê re vêdikeve û li ser wê bendewariyê jiyana xwe ya qonaxa nû dewam dikin. Bendewariya koçberên bi zorê jî ew e ku; veger girêdayî guhertin û başbûna şert û mercên ku ew tûşî derketinê kirine ye. Li vir divê têgihiştineke giştî hebe ku veger hewceyî piştgiriyeke taybet e heta karibe civakeke hevgirtî ava bibe û sûdê bi her kesî re parve bike. Yanê divê yên derve û yên hundir xwedî wê asta zanîn û têgihiştinê bin ku karibin ji nû ve entegre bibin û civakeke yekgirtî ava bikin da ku rê li ber hemû cureyên parçekirin û hewldanên fitne û dijberiyê bigire.
Li dijî siyaseta qirkirinê, veger têkiliya gel bi axê re diparêze, bîra kolektîf zindî dihêle û di heman demê de ziman û çanda gel ji wendabûnê xilas dike. Aliyekî din jî mafê dîrokî û yasayî zindî dimîne û her wiha pêşî li mayîndekirina encamên koçberkirina bi zorê digire. Yanê veger tenê vegera laş bo cîhekî nîne, lê belê vegera nasname û hêviyê ye. Gava ku miletek ji axa xwe tê derxistin, bê guman armanc ne tenê valakirina cîhekî cografîk e. Lê belê qutkirina têkîliya gel bi ax û bîra xwe re ye. Ji lew re jî veger girîng e, çimkî ew têkîliya qutbûyî ji nû ve zindî dibe, xwîn di rehên ziwabûyî de diherike û pêşî li çilekî û azweriyên dagirkeran tê girtin.
Ya herî girîng ev e ku têkîliya navbera endamên heman civakê de, li ser hîmên welatparêziyê, ji nû ve were sererastkirin û rêsandin. Divê ev yek bi gotûbêj, hevbihîstin, parvekirina êş û ezmûnan, û projeyên hevpar ên çandî û civakî bi armanca parastina hebûnê pêk were ku ew tevn û yekîtiya civakî were parastin. Hevdufêmkirin û rêzgirtina ji hev re jî pêwîst e. Êşên koçberiyê û kiryarên dagirkeriyê hestên mirovan birîndar dikin û têkîliyên wan xera dikin. Hestên hesretê, şînê, hêrsê û nedadiyê zû bi zû nayên dermankirin. Divê herdu aliyên hundir û derve hestên hev qebûl bikin û bi hev re pêvajoyeke xurt a parastina ziman, çand û bîra giştî dest pê bikin, da ku karibin ji tecrubeya xwe sûdê werbigirin û pêşerojek azad misoger bikin.
Pêwîstiya vê yekê jî bi hebûna civakeke rêxistinkirî heye ku rê li ber planên dagirkeriyê, siyasetên asîmîlasyonê û guhertina demografîk bigire. Civaka rêxistinkirî avantaja parastina hebûnê bi dest dixe, dîroka xwe belge dike û nifşên nû bi hişmendî û zanînek azad mezin dike. Domandina gelekî jî girêdayî vê avantajê ye.
Di encamê de; veger di wateya xwe ya kûr de, vegera mirov bo xwe ye. Bi vegerê re hêvî zindî dimîne, rê li ber qirkirinê tê girtin, pêşerojek azad misoger dibe, ziman, çand û dîrok tên parastin û têkoşîna lêgerîna mafan bi rêyên yasayî, siyasî û sivîl mezintir dibe.






