Tekoşîn Amara /Qamişlo
Di 9 ‘ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk bi êrîşa dagirkeriyê ku zagonên mirovî binpê dike, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişeke dagirkeriyê pêkanî. Taybet armanca wan êrişan dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bû, bi hinceta “avakirina herêmeke ewlehiyê” herdû herem hatin dagirkirin. Serêkaniya ku 8 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, îro gelê ku di kampan de dijîn li benda vegerek bi ewle ne.
Di 9 ‘ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk bi êrîşa dagirkeriyê ku zagonên mirovî binpê dike, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişeke dagirkeriyê pêk anî. Taybet armanca wan êrişan dagirkirina Serê Kaniyê û Gîrê Spî bû, bi hinceta “avakirina herêmeke ewlehiyê” herdû herem hatin dagirkirin. Serê Kaniya ku 8 salin dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Îro gelê ku di kampan de dijîn li benda vegerek bi ewle ne. Di 29’ê Çileyê de peymana ku di nabera fermandarê QSD’ê û Serokê hikumeta Demkî Ehmed El Şera de hat imzekirin yek ji xalên vî peymanê vegera koçberan li heremên xwe bû. Koçberên Serêkaniyê 8 salin ku ji ber dagirkirina cîh û warên wan, li Kampên Serêkaniyê û Waşûkaniyê debara jiyana xwe dikirin. Pêştê vegera koçberên Efrînê, ew jî bi coş û kêfxweşiyek mezin li benda vegerê ne.
Şer û koçberiya bi zorê
Bajarê Serêkaniyê ku dikeve herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bajareke kevnar e, ku di dîrokê de bi navê “Waşûkanî” tê zanîn. Ji sala 2019’an heta niha dibin dagirkeriya dewleta Tirk ya dagirker de ye, ku hijmarek zêde çeteyên girêdayî xwe û malbatên wan, di cîh û warên gele, ku bi darê zorê hatiye koçberkirin kirine. Dewleta Tirk di sala 2019’an de di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo de, bi nûjenkirina komployê re êrişê herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir. Taybet armanca hêzên dagirker Girêspî û Serêkaniyê bûn, ku bi awayek hovane bi tang, top, balafiran û bi çeken kîmyewî êrîşê Serêkaniyê kir. Di encama wan êrişan de bi hezaran gel koçberî Hesekê, gundewarên wê û Qamişlo yê bûn. Di sala 2020’an de ji bo koçberên Serêkaniyê û Girêspî kamp hatin çêkirin, zêdetirê 150 hezar kesên ku ji Serêkaniyê û Girêspî koçber bûne. Beşek ji wan koçberan li kampa Serêkaniyê beşek jî li kampa Waşûkanî hatine bicîh kirin
Kampa Waşûkanî
Kampa Waşûkanî 15 kîlometre dikeve Rojavayê bajarê Hesekê. Ev kamp di sala 2019’an de ji aliyê Reveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve ji bo koçberên Serêkaniyê ve hat damezrandin. Li gor rapor û danehevan 24 hezar kes di kampa Waşûkanî de dijîn.
Kampa Serêkaniyê
Kampa Serêkaniyê di sala 2020’an de li rojhilatê Hesekê hate avakirin. Ev kamp malbatên ku ji Serêkaniyê û Girêspî koçber bûne di hundirê xwe de dihewîne. Li gorê danehev û raporên ku hatine çêkirin, 16 hezar û 700 kes di kampa Serêkaniyê de dijin.
Pişte dagikirinê guhertina demografik
Bajarê Serêkaniyê ku bi pirrengiya netewan dihat naskirin. Piştî dagirkirinê, veguheriye bajareke ku piraniya niştecîhên wê Ereb û Tirkmen in, pê re jî di demografiya Serêkaniyê de guhertinên mezin çêbûn. Komên ku ji bajarên cûda yên Sûriyeyê yên wekî Dêra Zor, Reqa, Îdlib, Hema û Helebê hatine anîn, li mal, erd û milkên Kurdan hatine bicihkirin. Ev rastiyek e ku wekî polîtîkayek ji bo guhertina demografiya bajêr derdikeve holê. Serêkaniyê di çarçoveya peymana ku di 29’ê Çile de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin de dîsa ketiye rojevê. Peyman vegera niştecihên resen ên bajêr, beşdariya nifûsa herêmî di rêveberiyê de û dabînkirina ewlehiyê ji hêla nifûsa herêmî ve pêşbînî dike.
Peymana 29’ê Çileyê; hêviyên vegerê
Di 29’ê Çileya 2026’an de peymanek di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê û serokê hikûmeta demki Ehmed El-Şara de hat imzekirin de xalake giring li ser vegera koçberan bû. Lê piştî peymana 29ê Çile, hate dîtin ku Tirkiyê alên xwe li navenda bajêr daxist û hebûna xwe ya leşkerî kêm kir. Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku ew bi tevahî ji bajêr vekişiyaye. Berevajî vê, tê gotin ku avahiyên îdarî û ewlehiyê di çarçoveya pergala ku ji hêla Tirkiyê ve hatî damezrandin de ji nû ve hatine organîzekirin. Îro, avahiya li Serêkaniyê, di bin navê “Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê” de di pratîkê de wekî sîstemek, ku Tirkiye tê de roleke diyarker dilîze, dixebite. Serêkaniyê ji aliyê îdarî ve navçeyek Hesekê ye. Li gorî peymana 29ê Çile, divê rêveberiya navçeyê ji nifûsa herêmî were hilbijartin û bi fermî ji aliyê Waliyê Hesekê ve were tayînkirin. Lêbelê, ji ber şert û mercên heyî, ev pêvajo nayê cîbicîkirin.
Li gorê hin çavkaniyan berya demeke, kesekî bi navê Abdullah el-Ceş’am ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî qeymeqamê navçeyê hate tayînkirin. El-Ceş’am, ku tê gotin bi eslê xwe Ereb e, li gorî agahiyan ew ji erebên Mexmûrî (qemmerî) ye, ku di bin polîtîkayên “Kembera Erebî” a rejîma Baasê de li herêmê bi cih bûne. Ev tayînkirin bûye sedema nîqaşan li ser temsîliyeta herêmî û rewatiya wê.
Veger tê nîqaşkirin
Her çend daxuyaniyên fermî îdia dikin ku Tirkiyê hebûna xwe li navenda bajêr kêm kiriye jî, rewşa li ser erdê tevlihevtir xuya dike. Li Serêkaniyê, rêveberî bi awayekî eşkere ji hêla komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyê ve têne piştgirî kirin ve tê rêvebirin. Artêşa Tirkiyê li ser xeta di navbera Til Temir û Serêkaniyê de, li nêzî rêya M4, baregehên leşkerî hene. Ev baregeh, li dora gundên Ayngil el Hewa, Babil Ferac, Mekke Davud, û Karşi Aliya li nêzî xeta Ayn Issa ne, ji sala 2019an vir ve bi giranî hebûna xwe didomînin. Ev hebûna leşkerî bandora berdewam a Tirkiyê li herêmê nîşan dide. Koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku li gorî şertên peymana 29`ê Çileyê vegerin bajar û gundên xwe, Lê belê, nebûna ewlehiyê ya domdar di nav bajar û gundewarên derdora wê de, li pêşiya vegera wan astengî ye.
Li gorê daxuyaniyên fermî amedakarî didomikin ji bo vegera koçberan. Endama komiteya Serêkaniyê Ciwan Hiso diyar kir bû ku heta niha 14,000 kesan ji bo vegerê serlêdan kirine.
Astengiyên sereke yên li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê ev in:
* Rewşa leşkerî ya heyî li herêmê.
* Nebûna garantiyên ewlehiyê.
* Pirsgirêkên milk û erdê.
* Bikaranîna xanî û erdê ji hêla komên cuda ve.
* Wêrankirina berfireh a binesaziyê.






