Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Astengdarî nikare rê li pêşiya armanc û xeyalên mirovan bigre

14/06/2026
in JIN
A A
Astengdarî nikare rê li pêşiya armanc û xeyalên mirovan bigre
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed / Qamişlo

Dema ku isra hebe, çiya dibin deşt û astengî dibin pira serkeftinê. Gulnaz Îbrahîm jî jineke astengdar e ku tevî astengiya xwe, bi hêz û îradeyek mezin jiyana xwe didomîne. Ew ji bo keça xwe hem dayik e hem jî bav e, tevî hemû zehmetiyên jiyanê kar dike û bi serkeftî bi pêş ve diçe.

Astengdarî nahêle mirov ji jiyanê qut bibe, berevajî wê dike ku mirov bi awayekî çalak li ber xwe bide û bi zehmetiyan re têbikoşe. Dîrok û serdemên nû tijî astengdar in ku di warên zanist, huner, werzîş û siyasetê de bûne kesên herî pêşeng û navdar. Îradeya xurt xwebaweriyê diafirîne û dihêle ku kesê astengdar jêhatîbûnên xwe yên din bibîne û bi pêş bixe. Dema ku astengdar bi îradeya xwe pêşengiyê dikin, civak jî divê derfetên wekhev ji wan re biafirîne û astengiyên fizîkî û civakî ji holê rake.Pêwîst e em ji bîr nekin ku astengiya herî mezin, “xwegirtin” û “newêrekî” ye; bi vîn û hezkirinê her derî dikare bibe qada serkeftinê.

Astengî ne astengiya bedenî, ya hiş û mejî ye. Gelek kesên astengdar bi vîneke mezin û îradeya hesinî astengiyên li pêşiya xwe derbas kirine û bûne mînakên serkeftinê. Bingeha jiyaneke serkeftî ne diçêbûyina  laş de, lê di hêza xeyal û baweriya hundirîn de ye.

Gulnaz îbrahîm yek ji wan kesan e ku nîşan dide astengdarî nikare rê li pêşiya armanc û xeyalên mirovan bigire.

Gulnaz, ku niha 42 salî ye, di zaroktiya xwe de ji ber nexweşiyekê û lêxistina derziyê lingekî wê pûç bû. Lê ev rewş tu caran nebû sedem ku ew dev ji xwendin û pêşketina xwe berde. Wê xwendina xwe domand heya ku gihîşt zanîngehê û li wir beşa komputer xwend.

Tevî astengiyan jî, Gulnaz her tim dixwest fêr bibe û xwe pêş bixe. Di dema xwendinê de karên cuda jî dikir. Her ku zêdetir bi zehmetiyên kesên astengdar re rû bi rû dibû, wê hewl dida ku mafên wan nas bike û ji bo parastina wan bixebite. Ji ber vê yekê tevlî gelek rêxistinan bû, perwerde dît û fêr bû ka mafên kesên astengdar çi ne.

Gulnaz qet jiyaneke asayî qebûl nedikir. Wê dixwest di civakê de xwedî rol û bandor be. Li her cihê ku diçû, daxwaza mafên xwe û mafên kesên din ên astengdar dikir. Piştre jî li gelek rêxistinan perwerdeyên taybet li ser mafên kesên astengdar da.

Tevî hemû astengiyan, Gulnaz xwe kêm nedidît. Berovajî vê yekê, wê her tim xwe jineke serkeftî û bihêz nîşan dida. Yek ji zehmetiyên mezin ên ku rû bi rûyê wê dibûn, nerînên nebaş ên hin kesên civakê li hember jinên astengdar bûn. Lê wê guh nedida van gotin û nerînan û bi baweriya xwe jiyana xwe didomand.

Sê sal in ku hevjînê Gulnaz ji wê veqetiyaye. Piştî vê yekê, wê biryar da ku ji bo keça xwe hem dayik û hem bav be. Îro ew dixebite da ku hem xwe hem jî keça xwe bi awayekî serbixwe bijîn, nebin girêdayî kesekî din.

Niha Gulnaz di Ofîsa Kesên Astengdar ya Desteya Kar û Barê de kar dike. Tevî ku şert û mercên karê wê carinan dijwar dibin, lê ew hêj bi heman îrade û hêzê kar dike. Ji bo wê, astengî ne tiştek e ku bikare rê li pêşiya armancên wê bigire.

Gulnaz dixwaze wek her jinek û dayikek din, jiyana xwe bi rûmet û serbixwe bidomîne. Ew bawer e ku bi kar, hewl û îrade, mirov dikare li hember her astengiyekê bisekine û serkeftinê bi dest bixe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.