Gulîstan Xalid
Bang û daxwaza pêvajoya civaka aştî û demokratîk ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, di şert û mercên ku Rojhilata Navîn û herêm bi gelek aloziyên siyasî, etnîkî û civakî re rû bi rû ne de, wekî derfeteke girîng derketiye holê. Ev pêvajo ne tenê li ser çareserkirina pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê radiweste, lê di heman demê de dikare bandoreke fireh li ser demokrasiya herêmê, pêvajoyên aştiyê û têkiliyên nav gelan jî çêbike.
Di van şertan de, nêzîkatiya dewleta Tirk piranî li gorî polîtîkaya “bisekine, bibîne û li gorî şertan gav bavêje” şopandiye. Ev nêzîkatî di dîtina yekem de dikare wekî rêbazeke pragmatîk xuya bike, lê di rastiyê de pir caran bûye amûreke demkêşanê. Ji ber ku pirsgirêkên ku bi salan berdewam bûne, bi tenê bi şopandina şertan nayên çareserkirin; berevajî, ew pêdiviya wan bi iradeyeke siyasî û gavên zelal hene.
Di vê çarçoveyê de, pêvajoya nû dikare testa herî girîng a siyaseta dewletê be. Ji ber ku gelek polîtîkayên taloqkirin, mijûlkirin û bêencam hiştina pirsgirêkan, di dema borî de nekarîne aştiyek domdar biafirînin. Her çend van rêbazan di demeke kurt de karîbûn hin encamên taktîkî bidin, lê di demeke dirêj de tenê sedema kûrtirbûna bêbaweriyê bûne.
Yek ji xalên sereke yên vê pêvajoyê ew e ku cara yekem çarçoveyeke nû tê pêşniyar kirin. Ev çarçove ne tenê li ser rawestandina aloziyê radiweste, lê li ser avakirina civakeke demokratîk û hevpar jî radiweste. Wateya vê yekê ew e ku mijar tenê ne ewlekarî an çekdarî ye; mijar di bingehê xwe de pirsên wekî hemwelatî, maf, demokrasiya herêmî, ziman, çand û beşdarbûna siyasî jî dihewîne.
Loma jî pirsê sereke niha ew e ku dewlet dê vê pêvajoyê wekî derfeteke stratejîk bibîne an wekî pêvajoyeke ku dikare bi demkêşanê were rêvebirin? Heke pêvajo bi mantîqa “bisekine û bibîne” were rêvebirin, ew dikare hêviyên civakê lawaz bike. Ji ber ku gelan û civak, bi taybet piştî gelek salên aloziyê, li benda nîşaneyên rastîn in, ne tenê li benda peyvên siyasî.
Di heman demê de şertên herêmî jî guherîne. Rojhilata Navîn niha di nav pêvajoyên nû yên veguherînê de ye. Ji Sûriyeyê heta Iraq û ji Tirkiyeyê heta herêmên din, pirsên demokrasiyê, nasname û beşdarbûna civakî ji nû ve tên nîqaşkirin. Di van şertan de, her nêzîkatiyek ku li ser inkar, paşguhkirin an jî demkêşanê were avakirin, dikare ji rastiya herêmê dûr bikeve.
Ji ber vê yekê, serkeftina pêvajoya civaka aştî û demokratîk ne tenê bi daxuyaniyan, lê bi gavên pratîk dê were pîvandin. Avakirina baweriyê, vekirina qadan ji bo siyaseta demokratîk, qebûlkirina cihê cuda yên civakê û amadekariya çareseriyên rastîn dê nîşan bide ka gelo vê carê jî polîtîkaya demkêşanê berdewam dike an jî deriyê pêvajoyeke nû ya demokratîk tê vekirin.
Di encamê de, pêvajoya civaka aştî û demokratîk ne tenê ceribandina gelan û hêzên civakî ye; ew her weha ceribandina dewletê ye. Testa rastîn ew e ku gelo dewlet dê ji polîtîkayên taloqkirin û mijûlkirinê derkeve û bi cesaret ber bi çareseriya demokratîk ve here, an jî dê dîsa derfeteke dîrokî ya girîng were wendakirin. Bersiva vê pirsê dê ne tenê pêşeroja Tirkiyeyê, lê her weha pêşeroja aştiyê û demokratîkbûnê li hemû herêmê jî diyar bike.






