Can Yûsiv
Helbestvan Seydayê Tîrêj; Stêrka ku qet venamire û helbesta ku qet namire. Dengê wî di bîra gelê wî de zindî ma, bi gotinê hêvî şiyar kir, êş ronî kir. Nivîsên wî ne tenê xîmavek bûn, lê peyama azadî û rûmetê bûn û soza wê yekê bû ku strana Kurdî heya ku dil lê be wê zindî bimîne.
Rola helbestvan û nivîskaran di serdema nûjen de di wêjeya kurdî de pir girîng tê dîtin, ji ber ku ew dengê gel in ku hest û ramanên mirovan vedibêjin û mîras û dîroka gelê xwe vediguhezînin ji bo nifşên nû.
Her wiha rolek girîng dileyzin di xurtkirina hişmendiya çandî û neteweyî ya gelê Kurd de, û hewl didin ku peyama xwe ya çandî û siyasî bigihînin girseya gel, ew wekî hêmaneke bingehîn di xurtkirina hişmendiya civakî û yekîtiya neteweyî têne hesibandin û ji bo pêşxistina nirxên mirovahî, demokrasî û azadiyê di civakê de dixebitin.
Helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj yek ji navdartirîn sembolên wêjeyî tê hesibandin ku di parastin û berevaniya nirxên neteweya Kurd de, bihêzkirina nasnameya neteweyî û parastina zimanê Kurdî de roleke sereke lîstiye, bi taybetî di bin wan şert û mercên siyasî û civakî de ku kurd tê de rastî bêdengkirin û çewsandina çandî hatin ,wî xîmava pênûsa xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî, nasname û zimanê wî terxan kir,ew dengek bû ku di nava zehmetiyan de rabû û bandorek mayînde li ser bîranînê hişt.
Helbestvan û nivîskarê kurd Seydayê Tîrêj (Mela Nayîf Heso) di sala 1923’an de li gundê Necmûkê, girêdayî bajarê Qamişlo, ji dayîk û bavek kurd (Heso û Besê), hatiye dinyayê , di malbateke kurdî ya neteweyî , oldar û kedkar de, ku ji pênc kesan pêk dihat: sê bira (Husên، Sebrî û Nayif) û du xwişk (Fatma û Neyo) mezin bûye ,ew piçûktirîn zarokê malbatê bû. Dê û bavên wan ew bi nirxên resen ên kurdewarî, bi dilsoziya bi welat û wefadariya bi nasnameya neteweyî û mîrata kurdî re mezin kirine. Dema ku gihîşt şeş saliya xwe، malbata wî koçî gundê “Tokî” kir، paşê jî çûn gundê “Sî Metkî Newaf” li nêzî Amûdê, Li wî gundî ، ew li ser destê Mela Îbrahîm Gulî zanistên Qur’ana Pîroz fêr bûye، û pirtûkên şerîet û olê di xwendiye, û hînî prensîbên peyvzanî û rêziman bûye,her wiha ew ji pirtûkên din ên ku li ser wêjeya kurdî di warên wê yên cûrbicûr de fêr bûye. Di sala 1938’an de dev ji xwendina olî berdide û berê xwe dide Amûdê ji bo xwendina xwe bidomîne, pênc salan li dibistaneke dewletê xwend. Di wê serdemê de xortên Komeleya Xoybûnê ku di sala 1927’an de hatibû damezrandin nas dike. Herwisa bi “Koma Ciwanê Kurd” û Yaneya Werzîşê ya Pêşewayên Kurdistanê jî nas dike, lewra tevlî refên wê Komela Xoybûnê dibe bi hevaltiya helbestvan Cegerxwîn , nivîskar û siyasetmedar Osman Sebrî, Yûsif Hersan û helbestvan Qedrîcan û yên din.
Kariyera wî ya wêjeyî bi helbesta bi zimanê kurdî di sala 1937’an de dest pê kir, bi alîkarî û piştgiriya helbestvanê hêja Cegerxwîn, û bi saya xwendina kûr a wêje û helbestên kesên berî wî, wek Malayê Cezîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Feqê Teyaran û Bîre Merd. Di wê demê de, ew bi gelek sembolên wêjeya kurd re jiyaye ، wek Mîr Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Dr.Nûreddîn Zaza, xanim Rewşen Bedirxan, Reşîd Kurd, Hesen Haşyar û hwd. Bandora wan kûr bû li ser raman û helbesta wî ,û ji wê demê ve dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kiriye.
Sedayê Tîrêj têgihîşt ku çiqas wêje girîng e di azadkirina gelên bindest de, di bilindkirina qîmeta wan de ,û di parastina nasname û çanda wan de . Sedayê Tîrêj yek ji helbestvanên kurd ên hevdem ên mezin tê dîtin, yên ku di helbesta kurdî de şopek taybet hiştine, wî pirtûkxaneya kurdî bi sedên helbestan dewlemend kiriye û mîraseke dewlemend a çandî û wêjeyî ji nifşên paşerojê re hiştiye.
Helbestvan Sedayê Tîrêj…
Ew stêrka ku qet venamire û helbesta ku qet namire , dengê wî di bîra gelê wî de zindî ma, bi gotinê hêvî şiyar kir, êş ronî kir. Nivîsên wî ne tenê xîmavek bûn, lê peyama azadî û rûmetê bûn û soza wê yekê bû ku strana Kurdî heya ku dil lê be wê zindî bimîne.
Sedayê Tîrêj yek ji navdarên helbesta kurdî ya klasîk tê hesibandin, û yek ji stûnên helbesta terazû ya bi kêşe û rêzbend tê dîtin, wî karîbû peyvê bike pirek di navbera wijdan û bîrê de, û helbestê di hişmendiya çanda kurdî de bigihîne astekî bilind.
Helbesta wî di cîhana stranbêjiya kurdî de xwedî cihekî girîng e , hunermendan tê de materyalek dewlemend dîtin ku awazê îlhama dike û giyan têr dike, ji ber vê yekê gelek dengbêj û hunermendên mezin ji helbestên wî stran gotine , di nav wan de:
-Muhemed Şêxo: Lê lê ciwanê – Dîsa li min awir kişand – Em hemî pêşmerge ne.
– Şivan Perwer: (Ey bilbilê dilşadî).
– Seîd Gabarî: (Ey bilbilê dilşadî – Leyla Qasim – Pêşmerge – Yara te – Qela Dize – Cana)
– Cemal Tîrêj: (Narevim Narevim).
– Beha Şêxo: (Erê şoxê erê canê ).
– Ebdulqadir Silêman: (Ez Kurdim Serbilendim).
– Remezan Necim Omrî: (Barzaniyê Nemir).
– Şayar Farqînî: (Bilbilê Dilşadî – Ez Pêşmerga Me).
– Dilovan: (Ez kurdim ).
– Xelîl Xemgîn: (Ey welatê min ).
-Şeyda (Naz û Delala minî ).
– Rêwî (Naz û Delala minî ).
Ji bilî stranbêjên sereke yên Kurd, helbestên wî ji aliyê komên mûzîk yên folklorî yên kurdî ve jî hatine gotin wek: (koma Orkêş, koma Serxwebûn, koma Kawa, koma Narîn, koma Xelat, û koma Şoreş),li gel hejmarek hunermendên din ên ku di helbesta wî de ruhek rastî dîtine ku wijdan dixemilîne û hebûna strana kurdî nû dike.
Seydayê Tîrêj karîbû di nav rewşenbîrên Kurd de cihêke bilind û rêzgirtî bi dest bixe, di gelek waran de, ew bi hestê xwe yê netewyî bi wan re dilsoz bû, di doza gelê xwe yê bindest de cidî û bibiryar bû, û di dayînê de bê sînor bû .
Her çiqas şert û mercên jiyana wî zor û dijwar bûn û ew bi domdarî ji cihêkê bo cihêkê din vediguhêzî، lê dîsa jî karîbû ku wek helbestvanek bi hêz û şayistî di rêya helbestên xwe yên bi hêz û bi şêwaza xwe ya xweş û dûr ji pesindayînê û bi saya jêhatîbûna xwe ya bi danûstalndina bi beşên berfireh ên civaka kurdî re, karî hebûna xwe nîşan bide .
Têkiliyên wî ya nêzîk
û germ bi helbestvanên wek Cegerxwîn، Osman Sebrî û Dilawerê Zengî re hebû, herwiha bi gelek hunermendên mezin wek Muhamed Şêxo، Seîd Gebarî، Abdulqadir Suleyiman û Faris Bavê Fîras jî hevaltiya wî hebû.
Di sala 1949’an de Sedayê Tîrêj bi xanim Behiya Hemê re dizewice، û malbateke mezin ava dike û neh zarokên wan çêdibin: çar xort ( Cemal, Dara, Azad û Cemîl) û pênc keç, (Gulê, Xezal, Kejê, Çîçek û Besna), û zarokên xwe li ser nirxên neteweyî, hezkirina welat û dilsoziya wê mezin kirin.
Di sala 1952’an de، helbestvan Seydayê Tîrêj ji aliyê hêzên ewlekariya yên rejîma Sûriyê ve hate girtin. Herwiha hêzên ewlehiyê yek ji dîwanên wî desteserkirin û şewitandin, ev yek bû sedem ku gelek ji helbestên wî di wê demê de winda bibin.
Piştî ku di sala 1953’an de ji girtîgehê derket, Seydayê Tîrêj bi malbata xwe re koçî gundê Sikman Elî yê girêdayî Til Berekê kir, li derdora eşîra Ereb ya Cebûra , paşê، di sala 1973’an de ,ew çû bajarê Hesekê û li wir bi domdarî bi cih bû.
Hêjayê gotinê ku Sedayê Tîrêj roleke girîng di vejandin û zindîkirina mîrasa kurdî û folklora gelêrî de lîstiye, wî gelek çîrok û efsaneyên kurdî kom kirin ,bi belgekirin û vejandina wan bi rengekî nû yê edebî ji nû ve afirandin.
Wî çîroka zindawer a “Sîyamend û Xecê” veguherand destaneke helbestî ku sêsed û sîh û pênc rêzan pêk tê, û herwiha romana “Sîpan û Perwîn” jî bi qasî çarsed rêzî çêkiriye, ji bilî wê çend pirtûkên xwe yên çapkirî jî li pey xwe hiştine , yên herî girîng ev in:
– Xelat: Helbest – capa yekem Beyrût 1985 , çapa duyem Siwêd 1990.
– Zozan: Helbest- 1990- Beyrût
– Cûdî: Helbest 1998, Beyrût
– Serpêhatiyên Kurdan (Beşa Yekem): 1996, wergerandin şêx Tewfîq Huseynî.
– Mewlûda Pêxember 2006,
– Serpêhatiyên Kurdan (Beşa Duyem): 2009 piştï mirina wî hatiye weşandin.
– Şerên Sasûnê: Pirtûk 2019,wergerandin ji bo zimanê Erebî Dilawerê Zengï.
Seydayê Tîrêj ji bo welat, ji bo azadiyê, ji bo jinê wek ruhê jiyanê û rûmeta wê û ji bo têkoşerên ku bi xwîna xwe xak parastine nivîsiye ,Her wiha ji bo Kurdistan û çiyayên wê yên bi bilind û ji bo xwezaya wê ya efsûnî ya ku evînê di dil de û hêviyê di giyan de mezin dike nivîsiye. Helbestên wî wek şahidiya dilsoziya bi ax û mirovatiyê re û dengê rastîn ê ku xwe berdide di wijdana gelê kurd de..
Di 27ê Adara 2001’an de، Seydayê Tîrêj ji welat derket û ber bi Elmanyayê ve çû li ser vexwendina revenda kurdî ya li wir, ew bi helbestên xwe beşdarî gelek şevbihêrk û ahengên hunerî bû, ligel hunermendên Şivan Perwer û Ciwan Haco, di bajarên Elmanî, Essen û Bremen ê..
Seydayê Tîrêj mîrateke wêjeyî ya dewlemend ji helbest û pexşane hişt, ku pirtûkxaneya Kurdî dewlemend kir, û hebûna xwe di rêya helbest û berhemên cihêreng mayînde kir, paşê ew di rêwîtiya xwe ya dawî ber bi sermedî û mandariyê ve çû, di 23ê Adara 2002’an de, di heftê û neh saliya xwe de, di êvareke biharê de çavên xwe girt û jiyana xwe ji dest da.
Gelê Kurd ,hezkirî û hevalên wî di 25’ê Adara 2002’an de bi merasîmeke bi heybet birin gundê “Kir Kiftar” û li gor wesiyeta wî li wir hat veşartin.
Bi çûyîna wî re mîrasa wî ya çandî û neteweyî bû Kaniyek ku qet namiçiqe û çiraxek ku ronahiya wê ji bo nifşên paşerojê venamire.
Bi çûyîna wî miletê kurd helbestvanekî navdar û bejneke wêjeyî ya bilind wenda kir, ku yek ji dengên wê yên bilind û parêzgerekî dilsoz ê bîranîn û mîrasa wê bû, helbesta klasîk ya terazû şehsiwarek yê herî navdar winda kir, yê ku helbest kir pirek di navbera paşeroj û îroyîn de û bedewî û rûmeta ziman parast, da ku bîranîna wî di dilê evîndarên wî de bimîne heya ku peyv zindî bimîne.
Sedayê Tîrêj dê her tim wek çiraxek ronahî di ezmênê edebiyata kurdî de bimîne، rêyên azadiyê ji bo nifşên pêşerojê ronî bike, û wan li ser rêya pêdarî û afirandêriyê bihêle, da ku navê wî dê di bîra gel de zindî bimîne، wek sembolek ji peyva rast û dilsoziya bi welat re.
Ji ruhê wî yê pak re, rûmet û mandarî û ji têkoşînû mîrasa wî ya edebiyat û çandî re mayînde û domdarî.






