Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Herêma Cizîrê; Navenda dewlemendiya çandinî û enerjiyê

10/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Herêma Cizîrê; Navenda dewlemendiya çandinî û enerjiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Herêma Cizîrê depoya stratejîk a herî girîng ji bo aboriya Sûriyê temsîl dike. Di heman demê de ev herêm ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve yek ji herêmên herî dewlemend ên Sûriyê ye, ji ber ku wekî selika xwarinê û depoya av û enerjiyê tê naskirin.

Herêma Cizîrê dikeve bakur û rojhilatê Sûriyê di navbera çemê Dîjle û Firatê de, bajarên (Reqa, Dêrazorê û Hesekê) di nav xwe de digre, bi qasî ji sedî 41 ji rûbera Sûriyê. Ev herêm yek ji herêmên dewlemend ên Sûriyê ye herwiha wekî selika xwarinê, depoya avê û enerjiyê tê hesibandin.

Herêma Cezirê bi qasî ji sedî 64 ji çavkaniyên avê yên Sûriyê dihewîne, salane zêdetirî du milyon ton genim hildibrîne, ji sedî 45 li Reqa û Hesekê ye. Herwiha bi qasî ji sedî 62 pembo hildibrîne ku bingeha serke ya çêkirina tekstîlê ye, ji vê hilberînê re Heseke bi qasî ji sedî 38 çêdike.

Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo demsala çandiniyê ya 2024-2025’an, hilberîna genimê Sûriyê wiha hatiye belavkirin: Ji sedî 23 li Reqayê, ji sedî 22 li Hesekê û ji sedî 10 li Dêra Zorê. Sewalkarî jî bi heman rengî girîng e, ku ji sedî 37 hilberîna çandiniyê temsîl dike, bi buhayekê ku tê texmînkirin nêzî 3 milyar û 170 milyon dolarî. Berî krîzê, Hesekê xwediyê mezintirîn keriyê pez li welêt bû, ku zêdetirî 3 milyon serî lê hebû.

Di sektora enerjiyê de, texmînên fermî û raporên navneteweyî nîşan didin ku Sûriyê xwediyê rezervên petrolê ye bi qasî 2,5 milyar bermîlan e û hin texmînên nepiştrastkirî vê hejmarê digihînin nêzîkî 7 milyar bermîlan. Zeviyên herî berhemdar ên dîrokî li Dêrazorê û Hesekê ne. Berî şer, zeviyên li rojhilatê Firatê di navbera ji sedî 70 û 80’ê kapasîteya hilberîna petrolê ya Sûriyê de temsîl dikirin, di nav wan de zeviyên girîng ên wekî El-Umer, El-Tanek, El-Cefre, Siweydiyê û Rimêlanê hene.

Di sektora gazê de, rezervên piştrastkirî bi qasî 285 milyar metrekup têne texmîn kirin, beşek girîng ji gaza têkildar ji zeviyên rojhilat tê derxistin û di dosyaya enerjiyê de girîngiyek zêdetir dide herêmê.

Hesekê zeviyên petrolê yên sereke dihewîne, di nav de zeviya Siwêdiyê ku berî sala 2011’an rojane zêdetirî 100 hezar bermîl hildiberand herwiha zeviya Rimêlan, ji bilî zeviya Cibseyê, ku yek ji mezintirîn tesîsên hilberîna gazê li welêt dihewîne, ji bilî bi dehan zevî û bîrên li seranserê parêzgehê belav bûne.

Zeviyên petrolê yên sereke li herêma Cizîrê

Zeviya El-Umer li Dêrazorê: Zeviya “El-Umer” li Dêrazor wekî mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê tê hesibandin, kapîsîteya wê ya hilbirînê berî sala 2011’an nêzî 80 hezar bermîl di rojê de bû. Lêbelê, li gorî “Global Energy Monitor”, hilberîna wê ya rojane niha daketiye tenê 20 hezar bermîlan.

Şîrketa “Shell” tê de dixebitî, herwiha ew bû ya ku ew diyar kir. Ew xwedî tecrûbeyeke berfireh di lêkolîn, keşf û derxistina hilberînê de ye. Ew li zeviyên Dêrazorê dixebitî, ji bilî şîrketên Amerîkî yên wekî şîrketa “Pectin”. Şîrketa Fransî “Total” berê erkdar bû ku vê zeviyê ligel zeviya Tim li rojhilatê bajarê Dêrazorê pêş bixe. Hilberîna zeviyên El-Umer û Tim piştî pêşxistin û başkirinê dikare bigihîje 150 hezar bermîlan di rojê de hilbirîne.

Zeviya El-Tenek li Dêrazorê: Zeviya “El-Tenek” li hewza petrolê ya Firatê li rojhilatê Dêrazorê ye. Berhema wê ya rojane di sala 2011’an de 40 hezar bermîl bû, lê îro tenê 1000 bermîlan hildiberîne.

Zeviya El-Werd li Dêrazorê: Zeviya “El-Werd” li Dêrazor yek ji zeviyên navîn ên li Sûriyê tê hesibandin, berî sala 2011’an rojane nêzîkî 50 hezar bermîl hildiberand, lê îro rojane pênc hezar bermîl hildiberîne.

Zeviya petrolê ya El-Tim li Dêrazorê: Zeviya petrolê ya El-Tim, li başûrê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ye, berî sala 2011’an rojane nêzîkî 50 hezar bermîl hildiberand, lê îro hilberîna wê tenê 2 hezar û 500 bermîl e.

Zeviya Siwêydiyê li Dêrikê: Zeviya petrolê ya Siwêydiyê li Dêrikê yek ji girîngtirîn û mezintirîn zeviyên petrolê li Sûriyê ye, hilberîna wê di serdema berî 2011’an de gihîştibû nêzîkî 100 û 16 hezar bermîlan di rojê de, rêjeyek mezin ji xerckirina herêmî vedihewand, lê li gorî Global Energy Monitor hilberîna wê niha 7 hezar bermîl e.

Herwiha zeviyên din ên petrol û gazê li Sûriyê hene, wek: Zeviya Şaîr: 3 milyon metrekup gaz di rojê de û 9 hezar bermîlên petrolê di rojê de di sala 2011’an de, zeviya Rimêlanê berê di sala 2011’an de 100 hezar bermîlên petrolê di rojê de hildiberand, niha hilberîna wê tenê ji 7 hezar bermîlan kêm bûye, ji bilî zeviyên Til Kocer û El-Cebse.

Hilberîna petrolê li Sûriyê di navbera 385 hezar û 400 hezar bermîlan de bû

Hilberîna petrolê ya Sûriyê berî sala 2011’an ji 385 hezar heta 400 hezar bermîl di rojê de bû, paşê ji ber şer û pevçûnên çekdarî hêdî hêdî kêm bû, ji wê demê heta sala 2024’an di navbera 30 hezar û 80 hezar bermîl di rojê de diguhere. Berê, di dawiya salên 1980’î û destpêka salên 1990’î de, hilberîna petrola Sûriyê gihşîtibû di navbera 600 hezar û 700 hezar bermîl di rojê de. Dahata petrolê bi bihayên wê serdemê bi qasî 1,8 milyar dolar bû, lê ev dahat neketin xezîneya dewletê ji ber ku rejîma Esed ew desteser kirin.

Zeviyên Konîko ji bo derxistina gaza xwezayî

Zeviya Gazê ya Konîko li Dêrazorê: Berî sala 2011’an, zeviya gazê ya konîko li Dêrazorê, rojane 13 milyon metrekup gaz hildiberand, lê niha bi tevahî hatiye girtin. Kargeha hilberandina “Tabia” li serê zeviya gazê ya Tabia ye. Zevî bi navê şîrketa Konîko hatiye binavkirin, ku di sala 2000’an de ji bo avakirina stasyonê hat damezrandin. Texmîn nîşan didin ku nirxandina fermî ya dawî ya di sala 2011’an de ya rezervên gazê yên Sûriyê gihîştiye 240 milyar metrekup.

Li herêma Cizîrê çandinî û madenên cuda

Herêma Cizîra deverên berfireh ên erdên çandiniyê ji bo hilberîna genim dihewîne. Tê texmînkirin ku di salên berhema baş de, Sûrîyê nêzîkî 4,5 milyon ton genim, nêzîkî 1,5 milyon ton ceh û nêzîkî milyonek ton pembû hildiberîne. Zeviyên li rojhilatê Firatê nêzîkî ji sedî 80’ê hilberîna van berheman herwiha xwedîkirina ajalan pêk tînin. Berê, hejmara pez li Sûriyê nêzîkî 25 milyon serî pezên Awasî, nêzîkî 200 hezar serî çêlek û cureyên din ên bizinan û yên din bû.

Herêma Cizîrê cûrbecûr maden û kelûpelên pîşesaziyê dihewîne, wekî asfalt li Çiyayê Ebdul Ezîz û El-Beşrî, mencemên xwêya kevirî Dêrazorê û mîqdarên ji uranyûm û madenên ku di pîşesaziya silîkonê de têne bikar anîn, ku madeyên xav ên berdest in û hewceyê veberhênanê ne.

Şerê aborî

Tevî van çavkaniyên dewlemend li herêma Cizîr, lê aramiya herêmî ya xurt bi gelê herêmê re pêkneanî herwiha berî sala 2011’an çavkaniyên xwarin û enerjiyê peydabûn, lê têkiliyan wan di navbera hev de pir lawaz bû. Di heman demê de şer destpê kir, ne tenê aboriya wê şikand lê rastiya aborî bi tevahî hat hilwişandin, petrol bû qada şer û pevçûnê, genim bû sembola bêewlehiya xwarinê, av bû qada zextê û jîngeh veguheriya barekî karîsatbar.

Niha jî tiştê ku li herêmên petrolê diqewime ne tenê pevçûna li ser çavkaniyên aborî tê, lê belê siyaseta birçîkirina sîstematîk e, herwiha bilezbûna hikumeta demkî bo kontrolkirina van çavkaniyan nîşan dide ku kontrola li ser petrol û gazê ne tenê armanceke aborî ye, lê di heman demê de amûreke stratejîk e ji bo desthilatdarî û bandorê.

Di çarçoveya guhertinên ku li herêmê piştî hilwişîna rejîma Baas li herêmê qewimîn, herwiha daxwaza kontrolkirina hikumeta demkî bo van herêman, gelek şêniyên herêmê hêvî dikirin ku guhertinên siyasî dê bandorek erênî li ser şert û mercên jiyana wan û gihîştina xizmetguzariyan bikin. Lê belê, rastiya aborî hîn jî bi dijwariyên mezin re rû bi rû dimîne. Buhayên nan, sotemenî û kelûpelên bingehîn ên zêde, digel krîzên elektrîkê û avê yên berdewam û kêmbûna hêza kirînê, gelek şênî bêhêvîbûna xwe ji ber lawazbûna başbûna şert û mercên jiyanê nîşan dane. Raportên herêmî û navneteweyî piştrast dikin ku Sûriyê, tevî guhertinên siyasî yên dawî yên li welêt, bi krîzeke aborî ya giran û kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn re rû bi rû dimîne.

Vegerandina herêmê wekî rewşa wê ya berî 2011’an stratejiyeke demdirêj hewce dike, ku bi pêkanîna aştiya sivîl û teşwîqkirina koçberan ji bo vegera gund û herêmên xwe dest pê dike. Piştî vê yekê divê hewldanên ji bo vejandina sektora çandiniyê werin kirin, herwiha jî nûjenkirina zevî û tesîsên petrolê û gav bi gav vegerandina wan bo hilberînê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.