Ehmed Hesen
Bêguman ji bo civakek li mêtinkariyê were vekirin, yek ji şertên pêşî wê ji polîtîka û exlaqê mehrûmkirine. Heta zêhniyeta civakî ya bingeha fikrî yê van herdu çaviyan e, neyê hilweşandin, ev mehrûmkirin pêk nayê. Ji ber vê sedemê tevahiya dîrokê serwer û yekdestdarên mêtinkar weke karê destpêkê ‘hegemondariya xwe ya zêhnî’ ava kirine. Ji bo civaka Sumer li berdarî û bereketê vebe ango li mêtinkariyê were vekirin, rahibên Sumeran bê sedem pêşî perestgeh (Zîggûrat) ava nekirine, ev jî rastiya em behsa wê dikin bi şêweyekî eşkere piştrast dike. Ev mînaka perestgeha Sumer gelekî girîng e. Ji ber ku di dîrokê de weke çavkaniya orjîn û bandora wê dewam dike tê zanîn. Ev mînak a berevajîkirin û fetihkirina zêhnê civakî ye.
Zêhniyeta civakê bi xwe weke têgîn divê baş were fêhmkirin. Mirovatiyê wexta rahiştiye kevir û çoyê pêşî û xistiye destê xwe, ev yek fikiriye û kiriye. Ev çawa jê hatiye ango bi xerîzeyên hundir nekiriye, gavên pêşî yên fikra analîtîk têne avêtin. Tecrûbeyên di vî warî de çiqasî dikevin serhev û kom dibin civak pêş dikeve û ev bi xwe zêdebûna fikrê îfade dike. Civakek çiqasî tecrûbe û ezmûnên xwe ango fikra xwe zêde bike, ewqasî jî dibe xwedî hêz û qabîliyetê. Zîhniyeta civakê ya esas çarenûsa wê civakê dikare hem biguhere, hem jî sererast bike, çaxa ku civak di zîhniyeta xwe de pirensîpên rasteqîn û li gorî rastiya xwe bikar bîne, dikare di nava xwe de gelek afirîneriyên jiyanî pêş bixîne. Niha di rojhilata navîn de li şûna şerê nezaniyê şerê pêşxistina zihniyetê tê kirin, taybet di bin perdeyên kevneşopiyên çirandî yên hezar salan. Tenê di sala 2026an de 860 hezar kesên misliman berê xwe dane Hecê da ku li dora kevirekî dîroka wê ne diyar e, bigerin, bi lêçûneke herî mezin di rojhilata navîn de nezanbûn pêş dikeve, li Xezayê bajar binax bûye, li başûrê Lubnanê her tişt bûye ax, Îranê bi sedan cih li Kendavê armanc girtine, li şûna çareserkirin û alîkarîdayîna ji bo gelên koçberbûyî em rastiyeke din dibînin. Ji ber ku zîhniyeta civakan ji hev hatiye qutkirin û parçekirin. Di heman demê de li Sûriye jî heta roja îro her ku diçe pirsgirêka ne qebûlkirina etnîkî tê jiyankirin û dibe sedema kuştina mirovan, ev bi serê xwe nîşaneya parçekirina zîhniyeta civakî ye, sîstem kîn û nefretê di nava civakan de diafirîne û çaxa ku şer di navbera civak û pêkhateyan de derdikevin, ew xwe weke hêzeke bêalî û temaşevan dihesibîne. Bi vî awayî civak weke hovên dirinde hev du tune dikin û sîstem jî li ser hesabê tunekirina wan peymanan datîne û serweriya xwe zêde dike. Di heman demê de pirsgirêka zihniyetperestiyê û tunekirina pirrengiya bîrdozî di nava xwe de bîrdoziyeke yekalî ya ku ji bilî rengekî qebûl nake diafirîne, bi vê yekê re qada bîrdozî ya civakan dide xetimandin û rê li ber koletiya zihnê mirov vedike






