Navenda Nûçeyan
Di demsala havînê de ji ber bilindbûna pileya germahiyê, tirêjên rojê yên dijwar, xwarina bestemenî û bikaranîna basarkan, gelek nexweşî derdikevin. Ev nexweşî çawa belav dibin û rêyên xweparastinê çi ne?
Di demsala havîne de ji ber bilindbûna pileya germahiya, tîrêjên rojê yên dijwar, bikaranîna basarkan di asta ne guncaw de û paşguhkirina xweparastinê gelek nexwaşî şeobên veyrûsî belav dibin.
Emê di vê rapora xwe de behsa nexweşiyên havînê bikin, çawa derdikevin û belav dibin herwiha bi çi rengî mirov xwe jê diparêz e, bikin.
Nexweşiyên Havînê çi ne? Çima di vê demsalê de ewqas belav dibin û çawa mirov dikare xwe jê biparêz e?
Nexwaşiyên ku di demsala havînê de belav dibin ev in:
Jehrîbûna Xwarinê
Jehrîbûna xwarinê dikare di her demsalê de çêbibe, lê di demsala havînê de rêjeya wê zêde ye. Ev yek jî ji ber xwarina derveyî male a qirêjbûyî ye, nîşaneyên wê jî wiha ne: (Êşa zik, dilxelandin, zikçûn, verişîn)
Serêşa ji ber tîrêjên rojê
Eger ku mirov zêde li ber tîrêjên rojê bisekine, bandorê li mêjî û çav dike, herwiha mirov ji ser hişê xwe ve diçe. Germêş dikare xirabtir bibe û bibe sedema nexweşiyên giran. Werzîşa di bin tavê zêde de, xwarina ne rêk û pêk û kêm razan vê nexwaşiyê zêde dike.
Rêyên xweparastinê:
-Dema ku hûn di nîvro ango dema roj dijwar be derdikevin, kom bidin serê xwe.
-Heya ku hûn dikarin ji tîrêjên rojê dûrbikevin.
-Di tevahiya rojê de divê ku mirov gelek avê vexwe da ku li şûna ava ku bi xwêdanê winda dibe, dagire.
Şewata laş
Mayîna demeke dirêj li ber tava rojê dikare bibe sedema şewitandina laş. Şewata rojê dibe sedema sorbûn û êşa çerm ku di dawiyê de dibe qehweyî û diqelişe.
Rêbazên xweparastina ji Şewata laş wiha ye:
Berî derketina ji malê di her kêliyê rojê de kirêma parastina rojê ya guncaw bikar bînin. Çermê xwe bi vexwarina avê û bikaranîna şilkeran biparêzin. Ji tîrêjên rasterast ên rojê dûrbikevin.
Deqên sor li ser Çerm
Deqên sor li ser çerm nexweşiyeke havînê ya hevpar e ku ji biçûk haya mezinan pê dikevin û bandorê li çermê wan dike. Ew ji ber germahiya bilind û xwêdana zêde çêdibe.
Sedemên derketina deqên sor li ser Çerm wiha ne;
Dema ku mirov xwêdan bide û cilên xwe neguherin, ku dihêle cil xwêdanê bikişînin û li ser çerm bimînin, dibe sedema xalên sor, girêk, pizik û kulbûnê. Ev kulbûn dibin sedema xurandinê.
Deqên sor li ser çerm bi van awayen derman bikin;
Di nav rojê de avjeniya di nava ava ku asta klorê ya bilind de, bikin.
Di havînê de rojane serê xwe bi ava sar bişûn.
Hilbijartina cilên pembû yên sivik, ji bo ku bandorê li çerm nakin.
Guhertina cil û bergan pir caran, bi taybet piştî xwêdanê.
Kulbûna Çavan
Kulbûna çavan yek ji nexweşiyên havînê ya sereke ye ku ji ber veyrûs û bakteryayan çêdibe. Herwiha ji ber bikaranîna amûrên kîmyawî jî çêdibe û bandorê li çavan dike.
Ji bo parastina çavan van rêyan pêk bînin;
Cihê ku hûn lê rû didin ango dimînin paqij bikin.
Destên xwe her dem bişûn.
Ji bo guhertina avhewaya malê ji bakterî û veyrûsê bihêlin hewa derbasî mala we bibe.
Êşa hestî û movikan
Bikaranîna demdirêj a basarkan dikare bibe sedema kulbûna hestiyan û movikan, bi taybet di dema xewê de. Hin kes herikîna hewayê rasterast ber bi laşê xwe ve dikin, ku ev yek bi demê re dikare bibe sedema êşek giran li deverên cûda yên laş, nemaze di pişt de.
Ji ber vê yekê divê ku basark di astek guncaw de were pêxistin, ne pir sar û ne pir lawaz were bikar anîn. Di dema xwêdanê de ji hewaya rasterast a basarkê dûr biseknin.
Girêka avê
Girêka avê nexweşiyeke havînê ya vegirtî ye, ku wekî pizikên sor û tayê xuya dike, dibe sedema xurîna çerm û westandinê.
Girêka avê di nav zarokan de gelek derdikeve, lê kesên bi temen mezin jî vê nexwaşiyê vedigirin. Eger ku berê negirtibin.
Ji bo xweparastina ji vê mexwaşiyê divê ku hûn ji kesên girêka avê vegirtî dûrbikevin. Di mehên havînê de li cîhên qerebalix û girtî dûr bisekinin, ji ber ku ew bi rêya nefesê û têkiliya nêzîk ve tê veguhastin.
Sorik
Sorik nexweşiyeke vegirtî ye ku di mehên bihar û havînê de bêtir belav dibe. Ew di veguhestina xwe de dişibihe girika avî û wekî xalên spî li seranserê laş xuya dike.
Nîşaneyên vê nexweşiyê ev in:
Taya bilind, êşa qirikê û çavên sor
Ev kesên ku bi vê nexwaşiyê ketin pêwîste ku xwe di her kesî dûr bixe da ku derbasî kesên din neke.
Nekef
Nekef nexweşiyeke din a havînê ye ku gelkî belav dibe. Ew nexwaşiyeke vîyrûsî ya pir vegirtî ye ku bi taybetî bandorê li zarokan dike. Ev nexweşî bi rêya nefesê, kuxik an pişikandinê tê veguhestin. Nîşanên wê yên herî berbiçav ev in:
Wermandina livkan, êşa masûlkeyan, ta, serêş, kêmxwarin û lawazbûna gîştî.
Ji bo dernaskrina vê nexwaşiyê derzîkirin pêwîst e.
Nexweşiyên ku dişibin şobên havînê:
Sermaya asayî
Ev nexwaşî bi rêya nefesê ku ji ber belavbûna veyrûsê çêdibe. Nîşaneyên wê dişibin yên grîpê, wek herikîna poz, , kuxik, pişikandin û êşa qirikê. Lêbelê nîşanên sermayê pir caran ji yên grîpê kêmtir giran in.
Kulbûna gede û roviyan
Kulbûna meda û roviyan carinan wekî grîpa meda tê binavkirin, lê ew ne girêdayî grîpê ye. Ev nexweşî ji ber hin veyrûsa çêdibe. Nîşaneyên grîpa medeyî Kûlbûna giran, ta, serêş û êşa laş in.
Nîşaneyên kulbûna meda û roviyan di pergala helandinê de kom bûne û dibe ku êşa zik û zikçûn jî di nav xwe de bigirin.
Çend rê hene ji bo mirov xwe ji nexwaşiyên havînê biparêze we jî wiha ne;
Parastina Paqijiya Destan
Şuştina destên gava yekem û herî girîng e ji bo parastina ji nexweşiyên cûr bi cûr e. Divê dest bi rêkûpêk werin şuştin da ku piştrast bibe ku hemû veyrûs ji ser çûne nemaze berî xwarinê. Bi rêya şuştina dest bi sabûn û av ku şuştina herî kêm 20 saniyan be û dûvre zuwakirina wan bi destmalek paqij were kirin.
Fêkî û sebzeyan bixwin
Xurtkirina sîstema parastinê yek ji rêbazên herî girîng e ku alîkariya laş dike ku li hember nexweşiyên cûr bi cûr ên veyrûsê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê, divê hûn xwarinên ku sîstema parastinê xurt dikin nemaze fêkî û sebzeyan bixwin. Xwarinek saxlem û hevseng ne tenê bi fêkî û sebzeyan ve sînordar e; divê xwarinên din ên wekî genim, protîn û hwd jî di nav xwe de bigire.
Ji jîngeha qirêj dûr bisekinin
Sedemeke din a serma û nexweşiyên nefesê ew e ku mirov rastî kîmyewî û qirêjkerên jîngehê tê weke dermanên kêzikan û paqijkerên hewayê. Herwiha li hin deveran çûp heye û li ser wan gelek lawir û mêş heye ku carna bi rêya wan jî derbas dibe divê ku hûn dûrî wan bisekinin.
Vexwarina avê
Vexwarina avê alîkariya laş dike ku bi awayekî çêtirîn bixebite, bi vî rengî pêşî li nexweşiyên cûr bi cûr digire. Av jî dibe alîkar ku laş ji nexwaşiyan dûrbikeve. Pêwîste herî kên rojê heşt qedeh av werin vexwarin.






