Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xeterî û planên komployan berdewam in, yekrêzî pêwîstiyeke

10/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Xeterî û planên komployan berdewam in, yekrêzî pêwîstiyeke
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Li tevahiya Kurdistanê ji sedsala bûrî heya roja îro du çînên desthilatdariyê xwestine gelê Kurd di bin serweriya xwe de bihêlin, di serdema heyî de xeterî û planên komployan li ser gelê Kurd berdewam in, çareserî jî yekrêziya gelê Kurd e.

Di sedsala bîstan û destpêka sedsala bîst û yekan de, yek ji taybetmendiyên sereke yên siyasetên dewletên ku Kurdistan di nav wan de hate parçekirin, siyaseta navendîbûnê bû. Siyaseta yekdestî, yekrengî, hêza yekane ya biryar û rêveberiyê. Di gelek rewşan de, ev siyaset tenê ji bo rêveberiyê nehat bikaranîn, lê bû amûrek ji bo astengkirin an jî tûnekirina hebûna siyasî û çandî ya Kurdan. Ji serdema şerê yekem û duyemîn, heyanî sedsala 21, gelê Kurd bi du rêbazan tevgeriyane, rêyek jê ku hin tevgerên Kurdî ji bo avakirina welatekî an herêmeke Kurdî li hin deverên Kurdistanê gav avêtine, ev yek jî li ser bingehê dewleteke neteweyî ye. Rêya din jî ku hin aliyên Kurdî yên din xebat ji bo doza Kurdî û avakirina welatekî demokrat di nava nexşeya Kurdistanê de. Lê ev sedsal zêdetir hêzên hegemon di serî de Birîtaniya, Amerîka, Fransa, Israîl, Rûsya, Îran, dewleta Tirk û hwd… hewl didin ku doza Kurdî winda bikin, tevgerên Kurdî, destkeftiyên Kurdan ji holê rakin û hebûna wan tune bikin. Sed sal in ku du çînên desthilatdariyê li ser Kurdistanê û doza Kurdî hukim dikin, çîna yekem û xwedî biryar hêzên hegemon ên ku Rojhilata Navîn û cîhanê bi rê ve dibin, şeran diafirînin û gelên bindest qir dikin, ev yek jî di çarçoveya berjewendiyên hêzên serwer û kapîtalîst, çîna din dewletên dagirker ên xaka Kurdistanê (Îraq, Sûriyê, Îran û Tirkiyê). Ji şoreşa Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Seyîd Rîza, Şêx Mehmûdê Berzencî, Ebdurehman Qasimlo, Berzanî, heyanî Tevgera Apoyî, hema hema siyaset heman siyaset tê meşandin. Di serdemên cuda de dijminên gelê Kurd ango her du çîn bûne dijmin ji van şoreşan re û xwestine doza Kurdî di hemû serdeman de di nava lepên xwe de bifetisînin. Çîna yekem fermanan dide, çîna duyem pêktîne, bi vî rengî plan û komplo li ser gelê Kurd, tevgerên Kurdî û pêşengên Kurd tên meşandin. Ev hêzên desthilatdar destwerdanê di dozên herêmê û ya Kurdî de dikin da ku dewletên piştî Saykes Pîkot hatine avakirin, li gorî xwe bimeşînin û sîstemên navendî dûrî pirrengiyê damezrînin. Tevî ku hewlên demokrasîbûna 4 welatên serwer têne kirin jî da ku doza gelê Kurd bi vî rengî çareser bibie, lê dîsa hemû parçeyên Kurdistanê niha di xeteriyê de ye û her parçeyek di reweşeke cuda de ye, lê herî parçeyek bi yê din ve girêdayî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê, dewleta Sûriyê bi salan siyaseta neteweyî ya Erebî meşand. Gelek Kurd ji mafê welatîbûnê hatin mehrûm kirin û nikarîbûn wek hemwelatiyên mafdar bijîn. Li gel hemû kiryarên rêjma Baas û siyaseta wê ya qirêj projeya Kembera Erebî di salên 1974’an de yek ji mînakên herî xerab ku li ser gelê Kurd hat ferzkirin. Ji avabûna Sûriyê ve rêjîmên ku hatine ser desthilatdariya Sûriyê gelê Kurd di nava navendîbûnê d fetisandibû. Piştî destpêka kirîza Sûriyê rewş bi awayekî mezin guherî, gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên din bi azadî jiyan kirin. Kurdan saziyên xwe ava kirin û modeleke rêveberiya hevbeş damezrandin. Ev proje li ser rêveberiya herêmî, civaka pirneteweyî û xweseriyê ava bû. Sîstemeke demokratîk ku temenê wê zêdeyî 10 salan bûn. Piştî geşedanên dawî yên pişt şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerê qirkirnê rû da, projeya her du çînên serwer Rêveberiya Xweser bêbandor kirin. Piştî îmzekirina peymana 29’ê Çileyê, êdî hewlên demokratîkbûna sîstema Sûriyê tên kirin da ku gelê Kurd di destûrê Sûrî de were qebûlkirin, hem jî mafê Kurdan di hemû waran de were were misogerkirin. Ev gav ji hêla hikumeta demkî de nehatine avêtin, lewma xeterî li ser hebûna Kurd û dayîna mafê rewa tê çêkirin.

Başûrê Kurdistanê

Li Başûrê Kurdistanê, di dema dewleta Îraqê ya nû de jî siyaseteke navendî ya tund hate meşandin. Bexdadê dixwest hemû kararên siyasî, ewlehî û aborî li navendê kom bike. Daxwaza Kurdan xwebirêvebirin bû, gelek caran wek dijberên siyaseta dewletê bûn berxwedêr. Di dema rejîma Baas a Îraqê de ev siyaset gihişt asta herî bilind. Lê piştî sala 1991’an û bi taybetî piştî sala 2003’an rewş guherî. Herêma Kurdistanê dest bi avakirina saziyên xwe kir û bi rêya destûra nû ya Îraqê sîstemeke federal wergirt. Ev yek jî yekem car bû ku li beşeke Kurdistanê qalibê navendîbûn kevin şikand. Lê her çend statûya federal hebe jî nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdadê hîn jî li ser budce, petrol, sînor û desthilatê hene. Ev nîşan dide ku fikra navendîbûnê hîn jî di gelek beşên siyaseta Îraqê de heye. Di dema heyî de piştî guhertina li Sûriyê çêbû, hem jî şerê di navbera Îram û Amerîka-Israîlê de herwiha erkdariya Tom Barrack ji bo Îraq û Sûriyê êdî xeteriya li ser sîstema Îraq û di nav de herêma Kurdistanê zêde bû. Bi taybet axaftina Tom Barrack a ku dibêje divê Îraq jî mîna dewletên Rojhilata Navîn bibe xwedî sîstemeke navendî ya hişk. Barrack siyaseta gelek aliyan dimeşîne, di serî de dewleta Tirk, Amerîka, Israîl û hwd… Hêzên komploger û hegemon dixwazin sîstema Başûr ku destkeftiyeke Kurdî ye, bifetisînin, niha jî hebûna Kurdan û sîstema Başûr mîna beşên din ên Kurdistanê di nava xeteriya komployeke mezin de ye.

Rojhilatê Kurdistanê

Ji roja ku Kurdan çavê xwe li Rojhilatê Kurdistanê vekiriye, têkoşîn ji bo mafê xwe kirine, ji Qadî Muhemed û Qasimlo bigire heya serdema heyî, şoreşa gel û Jin, Jiyan, Azadî. Hertim jî ji bo vê têkoşînê bi sedan hatine bidarvekirin û rastî komployan hatine. Di serdema heyî gelê Kurd û hemû gelên Îranê li benda hilweşîna rêjîma Îranê ne, hilweşîna rêjîmê ne têkçûna serokê wê, ango têkçûna hişmendiya desthilateke tund û xwedî fikrekî radîkal. Di geşedanên heyî, şerê DYA û Israîlê li ser Îranê de, hêzên êrişkar xwestin Kurdan li Rojhilat li hemberî çîna desthilatdar û Pasdaran bi kar bînin, ev yek jî bêyî soz û peymanên navdewletî, armanc jê ew bû ku xwîna gelê Kurd û hêzên Kurdî ên Rojhilat li ser hesabê berjewendiyên Amerîka û Israîl birije. Gelê Kurd, partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên Kurdî, xweseriya nerîn û armanca xwe dan nîşandan, ew jî nerîna azadkirina Îran û Rojhilat ji sîstemeke qirker e, ew nebûn lîstokek di destên hêzên hegemo. Partiyên siyasî yekîtiya xwe ava kirin, ev gaveke pîroz e, lê divê gelê Kurd hayedar be, kîn, pilan û komployên van hêzan hîna berdewam in, dixwazin guhertinê li gorî xwe çêkin, xeterî li ser doza Kurd û standina mafê Kurdan heye, divê Kurd ji hemû sînaryoyên heyî re amade bin û bizanbin çareserî di destê wan de ye. Ji ber ku hêzên weke Amerîka û Israîl bi hemû hêza xwe nikarîbûn zerereke mezin bighînin Îranê, ji ber ku vîna gel a ji bo hilweşîna rêjîmê tê de tune bû.

Bakurê Kurdistanê

Li Bakurê Kurdistanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyê di sala 1923’an de, sîstema neteweya yekreng hat avakirin. Li gorî vê sîstemê hemû welatiyên dewletê divê wek Tirk werin nasîn. Kurd wek netewe nehatin pejirandin û heta gelek dehsalan peyva ‘Kurd’ jî di nivîsên fermî de hatoiye qedexekirin. Ev siyaset tenê çandî nebû. Di warê siyasî de jî, her hewildana Kurdan ji bo daxwaza mafên xwe weke gefekê ji bo yekîtiya dewletê hate dîtin. Encama vê yekê gelek serhildan, koçberkirin û operasyonên leşkerî bûn. Şerê çekdarî di nabera dewleta Tirk û Tevgera Apoyî ji salên 80’î heya sala 2025’an hat domandin. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk êdî rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê guherî. Di dema heyî de tevî ku Rêber Apo û Tevgera Apoyî gelek gav ji bo çareserkirina pirsgirêka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê avêtine, lê her û her gavên cidî li ser asta naskirina hebûna Kurd û mafê gelê Kurd di makezagona Tirkiyê de nehatine avêtin. Ji ber vê yekê jî rewşa pêvajoya aştiyê ya ku bi rêya wê doza Kurdî tê parastin û dikare mafê Kurdan bi dest bixe, di xeteriyê de ye. Rêber Apo her tim banga komareke demokratîk dike, komareke ku gelê Kurd weke Tirkan tê de xwedî biryar, rêxistbûyîn, sazîbûyîn, mafê nasnameyê û bin. Dewleta Tirk di nav de jî hêzên hegemon heya ji wan were vê sîstemê qebûl nakin, ji ber ku nakeve nav berjewendiyên hêzên serdest yên ku her tim armanca wan navendîbûyîna sîsteman e. Eger sîstemek nenavendî li kîjan parçeyên Kurdistanê ava bibe, ew ê bandorê li beşa din bike, êdî wê daxwaza hemû Kurdan bibe nenavendîbûn, belê ev maf mafekî rewa ye, lê xeta sor a her du çînên desthilatdariyê ye, daxwaza ku divê neyê pêkanîn.

Rêber Apo û KNK’ê nameyên yekrêziyê dan

Civîna Desteya Giştî ya serdema 2025-2026’an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Venlo ya Hollandayê derbarê pêşketinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn û çarenûsa siyaseta Kurd hatin hat lidarxistin.

Di raporê de pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn wekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ hat nirxandin û hat gotin ku divê Kurd di vê pêvajoyê de statuyeke mayînde bi dest bide divê dîplomasiyeke derve ya rast û pragmatîk bimeşîne.

Ji bo Kurd wekî aktorê jeostratejîk û jeopolîtîk li ser masê rûnê, ev yek tenê bi Yekîtîya Neteweyî ya Demokratîk pêkan e

Divê tevgerên Kurd rêbaz û amûrên xwe yên têkoşînê li gorî şert û mercên serdema nû ji nû ve ava bikin.

Divê tevgera siyasî ya Kurd koordînasyona stratejîk a hevpar pêş bixe.

Divê li Başûr sazûmankirina hikumetê were temamkirin û hêzên Pêşmerge di bin avahiyek neteweyî ya hevpar de werin yekkirin.

Divê têkiliyên siyasî, aborî û civakî yên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de werin xurtkirin.

Hat destnîşankirin ku ji bo berhevkirina dîrokî veguhere destkeftiyên mayînde ev yek bi yekîtiya neteweyî, dîplomasiya profesyonel, sazûmankirin û aqlê stratejîk a hevpar pêkan e. Rêber Abdullah Ocalan, peyamek ji 24’emîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re şand, hin axaftinên wî li ser civatê bi vî rengî ne:

“Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKê da, min jî ji alê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zîndanê da be jî, gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyarên xwe ji we re şandin.

Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatîn hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilata Navîn.

Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh ya diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Riya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bête dîtin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.