Ronahî Sadûn/Qamişlo
Berpirsê Ofîsa Têkiliyên MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ji peymanên 10’ê Adarê heta a 29’ê Çileyê, hemû hêvî didin ku gelên Sûriyê hewl didin Sûriyeke nû ava bikin. Peyman li ser bingeha ku ji hêza leşkerî derbasî aliyên siyasî, destûrî û danûstandinê bibin, hate îmzekirin. Sûriyê û Rêveberiya Xweser ketine qonaxeke nû ku destûrekî demokratîk û pergaleke nenavendî pêdivî dike.
Derbarê lihevkirina 29’ê Çileyê, avakirina Sûriyeke pirrengî û demorkatîk, parastina mafê hemû pêkhateyan, misogerkirina mafê Kurdan di destûr de û hwd…Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriya Demorkatîk MSD’ê Hesen Mihemed Elî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriyê di qonaxek hesas û krîtîk re derbas dibe ku pêdivî bi lihevkirin û beşdariya hemû Sûriyan heye. Sûriyê ber bi ku ve diçe û gelo hêviyên gelê Sûriyê heta bi awayekî kêm jî, dê werin bicîhanîn?
Piştî deh salan ji dîktatoriya rejîma Baas, hemû Sûrî hêvî dikin ku bikevin qonaxeke nû. Ev yek hewce dike ku hemû beşdarî avakirina Sûriyeke nû bibin. Girêdayî vê yekê jî ez bawer dikim ku gelek faktor hene dikarin alîkariya Sûriyê bikin ku ber bi vê qonaxa nû ve biçe. Ji ber di demên dawî de gelek model li Sûriyê hatine bicîhkirin, wek modela Rêveberiya Xweser. Ev nirx li têgeha Sûriyeke nû zêde dike û îhtîmala birêvebirina herêmê bi vî rengî nîşan dide. Ji bilî peymanên dawî yên di navbera hikumeta demkî û QSD’ê de, ji peymana ku di 10’ê Adarê de dest pê kir heta peymana 29’ê Çileyê, ev hemû hêvî dide ku gelên Sûriyê hewl didin Sûriyek nû ava bikin. Ji ber ku bê rêkeftin û diyalogê wê nakokî berdewam bikin. Lê ji bo ku ber bi Sûriyeke nû ve biçin, hin erkên hikumeta demkî ya niha hene. Ger ew naxwazin rejîma kevin ji nû ve hilberînin û pêşveçûna Sûriyê paşde vegerînin, wê demê divê her tiştê ku di serdema rejîma berê de hebû, were lêkolînkirin û li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê were guhertin.
Di vî warî de jî hewldan hene, lê ew têrê nakin. Ji ber rewşa aborî ya gel pir xirab e, ev tê wê wateyê ku pirraniya Sûriyan di nav xizaniyê de dijîn. Li ser eniya ewlehiyê jî, rewşek ewlehiyê ya ne aram heye. Her roj em li herêman dibînin ku pirsgirêk berdewam dikin. Heta çarçoveya sazûmanî jî hîn nehatiye damezrandin. Em dizanin ku piştî hilweşîna rejîmê, ji nû ve avakirin dê zû çênebe. Lê bi kêmanî divê gav werin avêtin, da ku hêviyê bidin. Ji ber gelek tişt hene ku divê di qonaxa veguhêz de werin bidestxistin. Yek ji wan edaleta veguhêz e. Gelê Sûriyê divê bibînin ku kesên berpirsiyarê binpêkirinan e, werin hesabpirsîn, ev hesabpirsîn ne paqijkirina siyasî ya dijberên wan be, lê hesabpirsîna qanûnî be, da ku rastiyê eşkere bike. Ji ber ku gel bi dehan salan êş kişandiye, nemaze di 15 salên dawiyê de û piştî hatina HTŞ’ê ku li herêma beravê û deverên din jî binpêkirin çêbûne. Ji ber vê yekê, edaleta veguhêz şertek bingehîn e ku mirov aştiyê bibînin. Herwiha kesên ku di qonaxa berê de êş kişandine jî hewceyî tazmînatê ne. Divê ev hemû tişt werin çareserkirin. Gav têne avêtin, nimûne hikumeta demkî ragihandina destûrî derxist. Lê ev destûr rewşa gelê Sûriyê çareser nake. Raste ew ne destûrek daîmî ye, ew veguhêz e. Lê tevî ku veguhêz e, beşdariyek rastîn ji gelê Sûriyê tune bû, hem jî ji bo amadekirina destûr konferansek neteweyî tune bû. Di heman demê de desthilata niha, dethilatdarî ji rejîma barê bêtir wergirtiye. Ev tê vê wateyê ku ew ê wê binivîse. Ma em dibêjin ev qonaxek veguhêz e? em bi destûrek nû re rû bi rû ne, rewşek nû piştî hilbijartinan. Piştî qonaxa veguhêz, dê hilbijartinên daîmî hebin. Amûrên ku niha têne bikar anîn ji bo welatiyê Sûriyê pirsan diafirînin: Em ber bi ku ve diçin? Lê divê em nehêlin ku hêviyên me têk biçin û baweriya xwe winda bikin, divê em Sûriyekê ava bikin ku venegere rewşa berê.
Meclisa Sûriya Demokratîk berî bûyerên dawî sîwana siyasî ya hêzên Sûriya Demokratîk bû. Di polîtîkayên meclisê de çi guheriyê û projeyên we ji bo Sûriyeke nû çi ye?
Piştî bûyerên dawî MSD’ê civînek li dar xist û daxuyaniyek weşand ku pêwîstiya wê bi nirxandin, pêşxistina belgeyên siyasî û avahiya rêxistinî ya xwe, heye. Di nav MSD’ê de, me du komîte ava kirine: Komîteyek siyasî û komîteyek rêxistinî. Ev komîte li ser belgeyan û avahiya meclisê disekinin, da ku piştrast bikin ew bi rewşa heyî re hevaheng e. Ev ji bo melisê girîng e ku stratejiya xwe di peymana nû û pêvajoya entegrasyonê de pêş bixe. Niha nîqaş didomin, meclis dê xwe ji nû ve ava bike, da ku nûnertiya tevahiya Sûriyê bike. Berê hêza meclisê bi giranî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li herêma Cizîrê bû. Ev yek ji ber dijwariyên ku ji hêla rejîma berê ve dihatin derxistin ku rola meclisê ya neteweyî sînordar kir. Lê belê ji nû ve avakirina meclisê, ew ê bi avahiyek derkeve holê ku dikare hemû pêkhateyên civaka Sûriyê temsîl bike, vîzyonên neteweyî yên cihêreng pêk bîne û temsîliyetê li seranserê Sûriyê misoger bike. Vîzyona me ji bo Sûriyê ew e ku ew nikare vegere rewşa xwe ya berî 2011’an, lê divê Sûriyek pirralî û li gorî gelên wê be. Ji ber ku civak û gelê Sûriyê mozaîkek xweşik in, ew mozaîkek ji pêkhateyên etnîkî û olî ye. Li Sûriyê 17 komên etnîkî û olî hene ku wê dewlemend dike. Ji ber vê yekê, xwezaya pergalê divê bi xwezaya mozaîkî ya civaka Sûriyê re lihevhatî be. Sîstema berê navendî bû, lê divê em ji navendîbûnê derbas bibin û sîstemek nenavendî hebe. Di heman demê de divê destûrek hebe ku bi rastî peymanek civakî ya nû di navbera Sûriyan de temsîl bike, hem jî ev destûr hemwelatîbûna wekhev û azad wekî bingeha xwe bicîh bike. Herwiha mafên hemû komên neteweyî û etnîkî jî garantî bike. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku berjewendiyên baştir ên gelê Sûriyê di derbasbûna ji sîstema kevin de ye ku derbasî sîstemek nû dibin a hêviyên gelê Sûriyê nîşan dide. Em ê di nav stratejiyek taybetî de li ser vê yekê bixebitin, têkiliya me bi hikumeta nû re dê li ser vê têkiliyê be.
Bi gelemperî em li çareseriyeke neteweyî ya Sûrî digerin, Bakur û Rojhilatê Sûriyê an jî Rêveberiya Xweser dê beşek ji wê çareseriyê be, em di vê çarçovê de dixebitin. Têkiliya em bi hikumetê re dixwazin ew e ku ji dijberiyeke kevneşopî derbasî formeke hevkariyê bibe ku dê beşdarî dewleta em hewce ne ava bikin, bibin. Di vê çarçovê de em polîtîkayan birêve dibin û gavên pêvajoyê pêş dixin.
Peymana 29’ê Çileyê rê li ber şer girt, armanca îmzekirina peymanê çi bû û çi astengî li pêşiya bicîhanîna bendên wê hene?
Rewşa berê ya Sûriyê encama hevsengiyên navneteweyî û herêmî bû. Piştî hilweşîna rejîmê, ev hevsengî û hevkêşe guherîn. Guhertina vê hevkêşeyê pêdivî bi çêkirina polîtîka û stratejiyên nû ji bo rewşa nû, heye. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya me ew bû ku di vê qonaxa nû de, divê hemû Sûrî bibin hevkar. Lewma me piştgirî da Peymana 10’ê Adarê, 1’ê Nîsanê, 18’ê Çileyê û Peymana 29’ê Çileyê. Herwiha pêdivî bû ku şer were rawestandin, ji ber ku ev şer Sûriyê dixist nav kaosek din. Peyman ne li ser serketina aliyekî û windakirina aliyê din bû, na. Ew lihevkirinek li ser çawaniya avakirina Sûriyek nû bû. Wê şer rawestand, herêmê ji pêkanîna komkujî û binpêkirinan li dijî gel, rawestand. Ji ber rewşek derket holê û Hêza QSD’ê dîtin ku gelê Sûriyê 15 sal in rastî terorê hatiye, ji ber vê yekê wan got; Ev rewş ji me dixwaze ku em hêza leşkerî bikar neyînin, lê em dikarin danûstandinan bikin û tiştê ku em ji bo mafên xwe dixwazin bi dest bixin. Peyman li ser bingeha rawestandina şer û operasyonên leşkerî hat îmzekirin, da ku diyalog dest pê bike, ango ji hêza leşkerî derbasî aliyên siyasî, destûrî û danûstandinê bibin. Ev qonaxek nû ye, ne dawiya rê ye, lê destpêka rêyeke ku gelek xebatê ji bo wê hewce dike. Bi gotineke din, Sûriyê û Rêveberiya Xweser ketine qonaxek nû.
Peyman mafên gelê Kurd dihewîne û diparêze?
Peyman; parastina xweseriya herêmên Kurdî destnîşan dike, heta dibêje ku artêş dê nekeve deverên Kurdî. Ev tê wê wateyê ku peyman xweseriya herêmên Kurdî diparêze. Niha tiştê ku tê kirin, avakirina tugayan ji herêmê ye, ango Hêza QSD’ê bi artêşê re yekgirtî ne, lê bi xweseriya xwe û tugayên xwe di herêmê de. Sê tugay li Cizîrê û yek li Kobanê. Weta ji vê parastina xweseriya herêmên Kurdî ye. Mînakî, parêzgarê Hesekê ji hêla Fermandar Mazlûm Ebdî ve tê tayînkirin. Derbarê perwerdehiyê de jî, li ser bingeha wê yekê bû ku ew ê danazana 13’an di peymanê de bihewînin, ev yek nehate qebûlkirin ji ber mijara gelê Kurd ji vê danezanê mezintire. Ji ber vê yekê, wan got; ku ev mijar divê bi Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Xwendina Bilind re were nîqaş kirin, bi taybetî mijara ziman. Niha jî nîqaş di navbera aliyên Parêzgariyê, hikumeta demkî û komîteyên ku ji bo statuya fermî ya zimanê Kurdî hatiye destnîşankirin, berdewame. Ez bawer dikim ku misogerkirina mafên gelê Kurd di Sûriyeke nû de yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Sûriyê ye. Ji ber vê yekê, divê her kes piştgiriyê bide vê doze, heta pêkhateya Ereb, Suryanî-Asûrî jî. Ji ber ku rejîmên li Sûriyê pirsgirêka Kurd bikar tînin, da ku rê li ber pêkhateyên din bigirin ku mafên xwe bixwazin.
Niha, eger Parêzgeha Hesekê saziyên xwe baş pêş bixe û bibe modelek, hemû parêzgehên din jî wê li pey wê biçin. Ji ber vê yekê, ev cudahî pir girîng e, ji ber ku ew tiştekî nû ye ku ava dikin. Li ser her tiştî lihevkirin ne hêsan e. Aliyê li Şamê xwedî rê û vîzyonek taybet e, lê aliyê ku em behsa wê dikin bila em jê re bibêjin Rêveberiya Xweser a Hêzên Sûriyê ew jî xwedî vîzyonek cuda ye. Şîroveyên wan ên tiştan bê guman dê ji hev cuda bin, lê ji bo berjewendiya neteweyî ya Sûriyê dê di navbera welatparêzan de hevkarî û xalek hevpar hebe. Ya girîng ew e ku berjewendiya gelê Sûriyê li ser her tiştî ye. Em ê mafên welatiyan biparêzin, divê mafên hemû pêkhateyan di destûrê de werin garantîkirin, mafên wan ên neteweyî û olî jî. Azadiya welatiyan û azadiya karê siyasî ev hemû tişt, em di destûrê de bicîh bikin.
Ev qonaxa nû ji partiyên Kurdî dixwaze ku stratejiyên nû pêş bixin, xalên sereke çi ne û ew ê çawa mafên xwe bi rêya danûstandinan û destûrê bi dest bixin?
Berê wekî opozîsyon, em li aliyekî disekinîn. Niha bi hevkarî û lêgerîna mafan, ev erkên bingehîn in: Avakirina çarçoveyek yekgirtî û destnîşankirina stratejiyekê, pêşxistina amûrên kar di vê qonaxa nû de ku li gorî hewcedariyên wê bin. Ev e ya ku dê mafên gelê Kurd garantî bike.






