Farûk Sakik
Di 7’ê Hezîrana 1990’î de Partiya Kedê ya Gel-HEP li Enqereyê hat damezrandin. Bi avakirina vê partiye li Tirkiyê rêwîtiya Kurdan a siyaseta demokratîk dest pê dikir. Ji damezirandina vê partiyê heta roja me bê navber êrişen li dijî siyaseta demokratîk domiyan.
Ev partî girtin. Di dewsa HEP te DEP hat avakirin. Di sala 1994’an de di 2’yê Adarê de li dijî DEP darbeyek pêk hat. Parlamenter hatin girtin û 10 sal li zîndanê de man. Parlementerê derbasî Ewropa bûn, li Ewropa bi rêxistinbûn. Bingeha KNK’ê bi avakirina Parlementaya Kurdistan ya li derveyî welat-PKDW hat avêtin.
Dema ku li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diqewimin, 24’emîn Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK, di 6’ê Hezîranê de dest pê kir. Ev kongre bi dirûşma “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” 2 rojan dom kir.
Zêdetirî 300 delege di nav de siyasetmedar, nûnerên saziyan, rewşenbîr û nivîskar ji her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, beşdar bûn.
Di sala 1999’an de dema KNK hat avakirin gelek partî û kesayetên navdar tevlî vê kongre bûn.
Ji bo çi ewqas kesayetên renga reng hatibûn û tevlî bûbbûn? Yekem car bû ku saziyek ji bo avakirina yekîtiya netewî hatibû avakirin. Wek Ehmedê Xanî xeyalên wan jî pêk dihatin.
Dema ku di sala 1990’î de HEP hat avakirin, Kurdan li aliyek jî şer dikirin. PKK û Ocalan ji bo azadiya Kurdistan li her aliyî ve perspektîv bi pêş dixistin.
Şer û ev xebat me anîn heta roja me. Lê di roja me de wa dîsa li Rojhilata Navîn qiyamet rabû ye. Şerê ku Kurd ne alîgir in li ser axa wan pêktê.
Rêber Apo midaxeleyî vê taluke û metirsiya heye dike. Di çareseriya doza Kurdistan de pêvajoya muzekereyan dayî destpêkirin.
Bi dewleta Tirkiyê re li masayek rûniştiye. Bazariyan nake. Ji bo pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin li wê masayê ye. Ew dizane ev doz bi Erdogan û Bahçelî naye çareserkirin.
Di nav Kurdan de jî bendewarî û nîqaşek heye, dibêjin li wê masê Ocalan behsa kîjan mafê Kurdan kiriye?
Rêber Apo behsa mafê Kurdan nake. Ji wan re dibêje pêşî li têkoşîna Kurdan vekin. Û bangî Kurdan dike, ji bo civakek demokratîk têbikoşin. Bang dike werin siyaseta demokratîk bimeşinin.
Doza Kurdistan dîrokek xwe heye. Sed sal e ji bo were çareserkirin, serhildan çêbûne. Hemû serhildan bi komkujiyan dawî bûye.
Rêber Ocalan di wan şertên Îmrali yê dijwar de xebatek dimeşine. Rê û rêbazan pêşniyar dike. Li deverên xitimî û sekini midaxele dike.
Salek berê di meha Hezîranê de herkes li bende bû ku li Meclisê hin qanûnê nû ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin derketina. Nebû. Qanûn dernexistin.
Lê Rêber Apo ji bo ku wan ev qanûn dernexistin, gav neavêtin, masê terk nake. Belkî bendewariyên wanê bi vî rengî hebin. Lê Ocalan vî şansî-derfetî nade wan.
Herê dawî bi têgehek nû ev pêngav da nîqaşkirin. ‘Qanûna çarçoveyê’.
“Qanûna çarçoveyê” ya Ocalan, ne avakirina dewletê, lê ji nû ve organîzekirina civakê bi riya meclîsên herêmî û demokrasiya rasterast armanc dike.
Herî dawî di peyama ji Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk re şandiye de jî vê yeke bi awayek zelal aniye ziman.
Di sala 1990’î de dema ku HEP hat avakirin, Ocalan nikaribû şer bide seknandin. Ji bo çek hên jî misyona xwe temam nekiribû. Lê îroj çek rola xwe radestî siyaseta demokratîk kiriye. Hemû mafê Kurdan wê bi vê xebatê bidest bikevin.






